SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Bûne wek erebê ku bi ser zebeş de mîztibû!


 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Apoyî, wek erebê ku bi ser zebeşê xwe de mîztibû bi kurdan re dikin!

Mêrikê ereb di kelkela germa havînê de piştî ku zebeşê xwe dişkîne û têr dixwe, pê li zebeşê mayî dike û bi vir de û wir de diavêje. Çîrok dûdirêj e, lê ez ê kin lêxim: Erebê me piştî nîv seetekê tîh dibe, li zebeşê xwe vedigere, dixwe û piştî têrxwarinê vê carê jî bi ser zebeşê mayî de dimîze. Dinya germ e, av tune û ê ereb dîsa tîh dibe. Erebo dîsa berê xwe dide zebeş û bi niçeniç:
”Ya exî willehilezîm min bi ser vî felqeyî de nemîztibû” dibêje û xwe dadide qaşo felqeyê zebeşê ku bi ser de nemîztibû. Dixwe.
Mafir, piştî ku çend bêhnik dikevin wê navê, erebo dîsa tîh dibe û vê carê jî li dora felqeyê ku li gora wî bi ser de mîztibû dibe lûlik:
“Yewel, billahî wetillahî û bizebit ma şereyt bil vî felqeyî weh!” dibêje û wî felqeyê jî dixe devê xwe.

Îcar ev jî apoyî ne: Di van demên dawiyê de Konseya KCKê û hema hema apoyî hemû bi haweyê ê êreb ji doza Kurdistana ku pê rabûbûn ha ha dipeyivin:
”34 sal berê li ku û îro li ku! Şert hatine guhertin. Wî çaxî Kurdistaneke yekgirtî û dewleteke kurdî dibû, lê îro nabe ”
Baş e çi dibe?
”Qerton dibin. Qerton întegrasyon pêk tîne. Kurd divê întegreyî dewleta tirkan, ereb û farisan bibin; da bi hev re karibin bijîn.
Dema ku dinya ber bi yekitiyê ve biçe, helbet em ê jî nikaribin ber bi perçekirinê de biçin” û sed tiştên wilo tirovirî dibêjin û dinivîsînin!

Li gora felsefeya faşîzmê û komunîzmê, dema ku tirkan, ereb û farisan bi sed hezaran kurd kujtibin, welatê wan talan û tajan kiribin û namûsa wan anîbin pênc pereyan, bêşerefiyeke mezin e ku kurd heta xwe bi hemû haweyî ji destê wan rizgar nekin, bi tiştikên piçûk qanih bibin û ji dostanî û selameta dewletên wan bipeyivin.

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)