SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Di dawiyê de mohr û imzeya xwe a cehşitiyê heşkere kirin!

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Endamên Konseya KCKa PKKê li ser 10 xalên ku Ocalan ji bo selameta tirkan û dewleta wan pêşkêşî wan kiribû bê virt,  pirt, çrt û tirt li pêş çavên temamê kurdan û dinyayê qebûl kirin!

Pêşiyên me kurdan dibêjin ”Tirek û deh tir li cem tirekan wek hev e!!”

Pêşiyên  me kurdan eha ev gotina  ”Tirek û deh tir li cem tirekan wek hev e!!” ji bo endamên Konseya KCKa PKKa Ocalan gotine.

Bê çiqasî bêedeb in, bêedeb in dibêjim ku heger piçekî ji xwe fedî kiribana wê xwerexneyeke  ku madem dewlet tiştekî ewqasî ”kilêt” bû bidana miletê kurd û bigotana me derew bi wer re kir, me hûn xapandin, em cehşên di rengê kurdperweran de bûn;  bibexişînin, ma ku me ew derew û xîp û xap bi we re nekiribana me ê çawa  karîba ewqas keç û lawên we bidana kujtin, malên we wêran kiribana û hûn bi nav tirkan û dinyayê de biterqanda; zimanê we bikira tirkî,  tirkayetî bi wek xweş kiriba û hûn ji şexsiyeta kurdî  bi dûr xistibaya  û hwd.

Erê, ”Tirek û deh tir li cem tirekan wek hev e!”

Baş e, gava afirandina dewleta kurdî karekî  ewqasî ”teresane û zalimanebû”,  îcar hûn çima sînorên dewleta tirkan, ereb û farisan diparêzin?  Dema ku dewleta tirkan, ereb û farisan bi pevçûn û li berxwedanan kare bibe demokratîk, îcar hûn çima yekem pevçûn û liberxwedana dewleteke demokratîk ji kurdan re naxwazin, hi?

Bi kurtî, bi haweyê ku her kes fêhm bike, şirûveya dewletê ev e: Dewlet sersermyantî  ye.

Bi zarê kolanê dewlet çî ye? Dewlet wek ku mirov mêrê jina xwe , û bav jî mêrê dêya mirov be.

Îcar mirov mêrê jina xwe be baş e yan tirk, ereb û faris mêrê jina mirov bin baş e?

Bavê mirov mêrê dêya me be baş e yan tirk, ereb û faris mêrê diya me bin baş e? Û her çi Kurdistane jî dê û jina kurd e.  Ya rebî tu çêkî û hew!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)