SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Ne li Ocalan û li Konseya KCKa wî, li stratejiya emerîkiyan binerin!

Ji ber ku li ba piraniya siyasetgerên kurdên bakurê welêt  ji ziman û kitêbên kurdî bêqîmettir tiştek tuneye , ez ê ji vê lênerîna xwe a di derbarê piştî beyana Ocalanê ku çekdarên xwe  zorgayî çekberdanê kiriye  kurt bibêjim:

  1. Ji ber ku min asas dijwariya doza kurdî, jîr û zanayî, mêr û mêrxasî  û barbariya tirkan, ereb û farisan di sala 1980-81ê de li başûr û rohilatê Kurdistanê û Zindana Diyarbekirê baş baş nas kiriye, bi hêsanî dikarim bêjim  Ocalanê girtî ne xwediyê xwe û ti gotinêye.  Rayedarên tirkan wek ku dixwazin li ber datînin û lênerîn û dîtinên xwe pê didin gotin.  Û vê yeka han PKKî  bi xwe jî ji min û we çêtir dizanin. Kes bi qasî PKKiyan karekterê dewleta tirkan û mehmetçîkan nas nake. Eha ji xwe ji ber vê yekê ye ha ha dibêjim ku heger yekî wek Sebrî Ok û çend kesên di temtêla wî de ne zilamê Mîtê bana, wê ew zir doza kurdî ne sipartana Ocalanê bizdobelek û em bi miletî li kaş û xiraman neqilibandana.  Ew jî mîna min û we baş dizanin ku îfadeya  kurdê hêsîrê destê mehmetçîkên misilmanan  li ba Xwedê jî qebûl nabe, lê ew bi xwe hemî qebûl dikin û bi sder de jî hertiştên  xwe ên qaşo kurdî xistine destê wî hêsîrî.
  2. Ji ber ku ên siyaseta dinyayê datînin û dewletên wek Tirkiyê, Îran û Misirê û rêxistinên bi bandor wek PKKê, Hemas, Daîş û hwd. di siyaseta xwe de mîna pîyonan bi kar tînin  dewletên mezin û zir mezin wek Emerîka, Çîn, Rûsya,  Ingiltere û Frensa û herwekî din in, wî çaxî jî divê kes ji me ji gotinên Ocalan û Konseya wî a di derbarê çekberdana gerîla, bez û rev, xwelîserî û teslîmiyeta  birêvebirên KCKê û xwefiroşîiya serkêşên HADPê netirse.
  3. Ingilîz û emerîkiyan a xwe kirine yek ku reng û dengê dewletên  li Rohilata Navîn biguherînin.  Û heta ji ber ku ew reng û deng ger ne bi statuyeke kurd û kurdistanî be wê qed neyê guhertin, gelek dewletên dinyayê jî dane û  xwe.

Li gora siyasetgerên pîçên zemên heger li Rohilata Navîn kurd nebin dewlet, wê tirk, ereb û faris di hindurê 30-40 salekî de bi qasî ku dewleta israîlê ji binî de rakin bibin xwedî  teknîk û ewqasî jî bi hêz. Eha ji ber van sedema ye ku ez bi xwe qed ji çirt virta ocalan û peydûkên wî ên di derbarê binpêkirina doza kurdî de natirsim. Îcar di guherandina şikl û şemala Rohilata navîn de dema ku desthilatdarên tirk û ereban di destê emerîkiyan de karibin bibin piyonên vêl û kudikî, ên mîna PKKê ji xwe wê karibin çi stuyê xwe di nîr de babidin, hi!. Emerîkiyên  ku xweztin li Binxetê PYDa PKKê li gora xwe bi kar bînin, li Serxetê jî gava roja wê hat wê wilo bi PKKê  bi kar bînin.  Bi kurtî, emerîkî wê tu carî nehêlin vê PKKya ku di doza kurdî de û çimekî  jî di guherandina sînorên herçar dewletên kurdkuj de bûye zirnazîq  çekan deyne.  Ne îradeya me, îradeya emerîkiyan kar û bar dimeşîne., ewqas

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)