SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

”Em raya xwe bidin AKPê yan bidin BDPê?”

 

had

Min di vê tarîxê de (05 03 09) di malpera rizgarî de ev gotar nivîsandibû. Piştî ku te gotar xwend, vê carê jî ji kerema xwe re çend lênerînên min ên di derbarê hilbijartinên li Tirkiyê ku HDPa PKKê beşdar dibe bixwîne.

”Em raya xwe bidin AKPê yan bidin BDPê?

Ji wê roja ku ez li ser doza kurdî bi çol û çiyan ketibûm û heta niha wek prensîp, li Kurdistanê hema hema her tim ez li dijî hilbijartinên parlamenteran û bi hilbijartinên belediyan re bûme. Li gora min parlamentoya tirkan avaniyeke polîs û eskerên tirkên sivîl bû û bi biryarên ku ji wê avaniyê derketibûn hêsîrî wek pişka ezel li eniya miletê kurd ketibû. Wir cihê dewletê bû û ew dewlet jî ji danheva misilmanên mişrik, fasiq, minafiq, xwedênas û xwedênenasan pêk dihat û ew hemû jî bi hev re dijminên riknê miletê kurd bûn! Ji wir li xêra kurdan tiştek bi dest ne diket. Hîn jî wilo ye. Lêbelê her çi belediye bûn li her derê dinyayê dîwanxaneyên civakê bûn; li wan dîwanxaneyan jîr û zanayên civakê rûdiniştin; di bin sereketiya wan de asas xelk tevdigeriya, xwenasî, têgihiştin û demokrasî li pêş diket. Li welatên ku pala xwe dabûn parlamentarîzmê çerx wilo zîvirîbû û milet bi ser ketibû. Îcar di vê xelekê re gava me li mijarê nerî, kurdên ku bi hemû haweyî bûne hêsîrên destên tirkên zalim, bi desthilatdariya xwe a li gund û bajaran ji sedî sed wê bikaribin pişta dewletê bitewînin û bi gavên mezin ber bi azadiyê ve bimeşin.

Hilbijartinên 29 adarê ji her hêlê ve ciddî ne!

Ji serî de divê ez bibêjim ku gava me wek PKKî û BDPiyan bi wan re kir, em ê wî çaxî jî qed nikaribin raya xwe bidin wan; ji ber ku hemiyan jî zikê xelkê kurd pir êşandine! Û ji wê jî bi wirdetir gelek xiyanetên bi dûçik bi miletê kurd re kirine! Pêwîst nake em hemiyan li vir dîsa û dîsa rêz bikin. Kesên ku bernameyên PKKê xwendine, baş pê dizanin ku serkêşên PKKê bi soza şeref û namûsa azadî û serxwebûna kurd û Kurdistanê rabûbûn û bi girtina kurdxayinê mezin re vê carê jî çi afat bi serê wê şeref û namûsê de anîne! Şeref û namûsa Kurdistanê dan nav lingan û bi tirkî gotin û hey gotin:
”Ulus devlet gericidir. Onu istemiyoruz! Bu çagdaş dönem de devlet kurma istemiyle yola çikmak, aptalca şeydir. Ben aptal miyim? Devletçilik milliyetçiliktir ve milliyetçilikte pis bir şeydir. O pisliye bulaşir miyim? Türk üst kimliği çok makuldur, onu çok kabul ediyoruz. Etnik bölücülük çok çirkin bir şeydir, ona çok çok karşıyız! Türkçe dünyaca ünlü bir dildir. Kürdçe hiç resmi dil olmasın! Kürdçe kurslarin açilmasi şahane bir şeydir işte!” û herwekî din. Bibexişînin, ez ê ji we re nekim kurdî da hûn jî mîna min bi zihniyeta xwediyê van hevokan re nekufirin û raya xwe bidin wan!
PKK gunehkar e! PKKê derew bi miletê kurd re kiriye. Bi deh hezaran keç û lawên ku di himbêza wê de can dabûn, xwe li ser azadî û serxwebûnê kiribûn. PKKê di rojên kurdan ên herî tarî û teng de dev li kurdan guhertiye û bi teslîmiyetê rabûye. PKKê di rojên ku ji hew bêhtir pêwîstiya miletê kurd pê bûye dev ji doza kurdan a bingehîn berdaye û deh salekî kurd bi tiştikên tirovirî mijûl kirine. Îcar digel van hemiyan mixabin dîsa jî em mecbûrê wê nin. Tişt ji tiştan mezintir û tişt ji tiştan bi xoftir hene! Rîha miletê me ji doh jî bêhtir îro di nav lepên PKKê de ye. Bi haweyekî ev rîh divê li şeh keve. Û li gora min, hilbijartinên belediyan ên vê carê, di destên kurdperwerên di nav BDPê de dikarin bibin şehên hestînî.
Nabe ku em bi a hestên xwe, em mecbûr in ku bi a aqilê xwe bikin.
Dema ku me bi a hestên xwe kir û raya xwe da AKPê û BDP têk bir, divê em hîn ji serî de dawiyê bibînin bê wê çi felaket bi serê doza kurdî û Kurdistanê de bê! Her derê Kurdistanê wê bibe mîna Elezîz, Mereş, Meletî, Riha, Sîwas û Erzroma ku di destên AKPê de ye. Kurd di wan bajaran de ketine temara mirinê. Gelo belediyên wan bajaran çi kurdayetî kirine ku heta em van belediyên din jî bi dest AKPê de berdin? Navên çend kurdên xuyayî li kolanên xwe kirine? Kîjanê peykerê Cegerxwîn di kolanên xwe de çikilandiye? Ji bo hin tiştikên kurdî çend kes derxistine kolanan? Çend Newroz pîroz kirine? Çend festîvalên kurdî li dar xistine? Çend komeleyên kurdî damezrandine? Kîjan reyisê wan li qadên mitîngan ji navê Kurdistanê peyivîne û bijî kurd û Kurdistan gotine? Kîjan ji wan li ser kurdayetiyê hatiye girtin? Û herwekî din. Hefsarê BDPê her çiqasî di destê kurdfiroşên apoyî de be jî, ew rêxistineke me e kurdî ye û di nav de bi deh hezaran kurdperwer hene. BDPli himberî tirkên zalim bûye asêgeheke kurdan û di wê asîgehê de xwefiroş, xweparêz, kurdfiroş, kurdparêz, tirsonek, mêrxas, cambaz, pêxwas, mantoşe, camêr, ciwanik û hwd. hemû hene û hemû jî bi hev re di pevçûnê de ne….”

Ku em bên ser mijara dengdana xwe a îro:

Di hilbijartinên 2009an de BDPê bi sedan belediyê bi dest xistin, û bû mîr, wezîr û kizîrê bajaran. Birêvebirên BDPa ku di bin banê PKKê de diliviyan û bi kurdan re jî carcarê ne li gora rêbazên PKKê ên bi tirkî , bi kurdî çep û rast lê dixistin, piştî ku li meqamên xwe rûniştin, bi haweyekî pir vekirî Konseya Ocalan û dewleta tirkan bi haweyê Ezîz Belayê Mêrdînî a xwe li wan kirin yek û ew di nava xwe de hilqerastin. Ji aliyekî ve Konseyê bi bêşexsiyetkirinê û ji aliyê din ve jî dewletê bi girtin, kirîn û firotinê ew dan ber hev. Bi kurtî, di çend salekî de wilo bi serê BDPê de anîn ku di nav BDPê de yekî hema piçekî bêhna kurdayetiyê jê dihat  û xwedî nîv şexsiyeteeke tebût dihat naskirin nehiştin. Lê bi wê kurdpîsiyê jî neman, BDP kirin HDP û vê carê jî bi tirkayetiyê kişiyan ser miletê kurd . Rê û rêbazên HDPê hemû li ser asasê ku wê çawa kurdan ji doza kurdî bi dûr bixie û kurdan asîmle bike. HDP bi yek gotinê partiyeke ku kurdan întegreyî tirkan bike. Û partiyeke bi wî rengî jî dijminê miletê kurd ê herî mezin e!!

Kurdê herî bêşexsiyet û herî teres ew e ku kurdan ji kurdayetiyê bi dûr bixe, zimanê kurdan bi kurdan jibîrkirin bide û kurdan ber bi tirkan, ereb û farisan de biajo!

Erê, dengê xwe nede HDPê da piçek kurdayetiya ku maye jî têk neçe! Dengê xwe nede HDPê da cehşên di nav HDPê de neçin parlamentoyê û împeretoriya Ocalanê pîber hilweşe! Dengê xwe nede HDPê dazimanê kurdî bi carekê ve venemire! Niha ewqas!

 

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)