SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Heger ku kurd li himberî PKKê nebin yek!…

Konsey5Bê devjeng yekser mirov  dikare bibêje ku dijminên miletê kurd ên herî mezin dewleta tirkan, ereb, faris û dînê islamê ye.  Lê ji van jî mezintir dijminekî miletê kurd heye ku  di nava kurdan bi xwe de ye û hetanî roja îro jî li himberî wî dijminî pevçûn û liberxwedaneke cidî  li dar neketiye!

Kî ye? kî ne ew dijmin?

Ji aliyekî ve zemên şanî me daye ku bi girtin û kujtin û fermanan kurd her çiqasî tewiyabin jî lê piştî bêhnvedanekê dîsa bi ser xwe ve hatine û pevçûna xwe a kurd û kurdayetiyê domandine, û ji aliyê din ve jî kurdên ku dev ji ziman û kultura xwe berdane  windabûne.  Eha tam di vir de êdî dikarim bibêjim ku teyr û tilûr ne bi girtin û kujtinan, bi rakirina hêlînan qir dibin. Her maleke kurd hêlîneke û ji danheva van malan milet pêk hatiye.  Îcar dema ku di hindurê wan hêlînan de kultur û zimanê kurdî  nehat bi karanîn, wî çaxî jî wê ew hêlîn ne ji kurdan bin û kurd bi miletî ji hêlînan bibin.

Kurd êdî divê baş baş hişê xwe bînin serê xwe û bi çavên dijminên herî mezin li wan kesên ku kurdan ji kultur û zimanê kurdî bi dûr dixînin binerin û bêwestan êrîşî ser wan bikin.  Kurd bi kultur û zimanê biyaniyan ji qada dîrokê dikevin û winda dibin, û her çi PKK ye jî ji roja roj de bi wê dijminahiyê rabûye! PKKê wilo bi serê kultur û zimanê kurdî de aniye ku êdî kurd ji ber kultur û zimanê xwe fedî bikin! Îro li bakurê Kurdistanê liv û tevgera bi kurdî bûye kevneperestî; tiştê herî şermok û qeşmerkî bûye zimanê kurdî.

PKKa ku ji destpêkê de rê nedabû tevgerên kurdî û bi hemiyan re di şer û pevçûnan de bû, bi şerê xwe ê qaşo ”gerîlatiyê”, kurd perçe perçe kirin,  ji her kurdê ku li ba wê cih negirt xayin got û agir li hemiyan barand. Îro ji doh jî xerabtir dike!

PKK bû serkêşê ku bi milyonan kurd dev ji cih û warên xwe berdin û bi bîst hezaran bibin ”korucu!” Lê balkêş e ku îro zarokên wan koruciyan hemû jî bi kurdî dipeyivin û zarokên  kurdên ku li ba PKkê cih girtibûn bi tirkî dipeyivin.

PKKê di hingama şerê xwe ê ku qaşo bi tirkan re dikir û sê, çar caran û heta belkî deh caran ji trikan bêhtir  kurd kujtibûn,  bi propagandaya ku derbê li aboriya dewleta tirkan dixist, bi bîst hezaran pez û dewarên kurdên ”korucu” kujtin! Kurd bi miletî li parsê hesiland!

Bi kurtî, PKK di warê eskerî  û HDPa PKKê jî di warê siyasî de du destên dewleta tirk  bi xwe ne!  Çima hin kurd naxwazin vê yekê bibîni? Dibînin çima nabêjin?

Erê, heger ku kurd li himberî PKKê nebin yek û bi hemû hêza xwe êrîşî ser PKKê nekin, wê PKK dawiya me û miletê me û welatê me bîne, ewqas!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)