SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Felaketeke mezine ku HDP têkeve parlamentoyê!!

halk

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Ji bo kurdan çima felaketeke ewqas mezine ku HDP têkeve parlamentoya tirkan?

Berî vê pirsê divê bibêjim ku HDP partiyeke çawa ye?

HDP partiyeke ku di bin seroketiya Konseya birêz Ocalanê solalêsê mehmetçîkan de ji tirkên kemalîzt û sosyal faşîst  wek Ertuglu Kurkcu û Sirri Sureya Onder û kurdên sosyal cehşên islamî û zarkurdî wek Ahmet Tan  û Adil Zozanî pêk hatiye. Li gora mak programa vê partiyê tirk  birayên kurdan ên mezin in  û temamê liv û tevgera kurdan divê ji bo serbilindahî û bi hêzbûna Tirkiyê be. Devjêberdana serxwebûna Kurdistanê, kultura kurdî û jibirkirina zimanê kurdî û kurdayetî karên wê ên sereke ne. Bi kurtî, HDP partiyeke “integrasyonê” ye û ew jî wek CHP, MHP û AKP partiyeke dewleta tirkan e;  û li gora rê û rêbazên dewletê hatiye damezrandin. Di hemû waran de tiştekî HDPê ku ji bo kurdan di warê qanûnî de zêdeyî CHPê. MHPê û AKPê be tuneye.

Piştî vê ravekirina me a bi kurtî, êdî b hêsanî idikarim bibêjim ku heger hat û HDP di hilbijartinan de bi ser ket û derbasî parlamentoyê bû, di parlamentoyê de wê li kêleka partiya desthilatdar di bin kayê re cihekî xwe î taybetî bibîne û eha wê çaxê asas karibe di kar û barê xwe ê tirkayetiyê de bi ser bikeve.

Pêşî çi dike?

Di dawiyê de ez ê bibêjim îcar tu dizanî: heger tu dixwazî kurdên bakurê welêt di demeke nêzîk de bi carekê ve ji kurd û kurdayetiya xwe bibin, raya xwe bide HDPa sosyal cehş, û na heger tu dixwazî li Tirkiyê û Kurdistanê doza kurdî bisincire û kurd bi ser xwe ve bên raya xwe nede HDPa sosyal faşîst!

 

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)