SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Bi Abdullah Ocalan re hevpeyvînek!

ocEz di çarê …, seet li yazdehê şevê li Imraliyê bûm mêhvanê birêz Abdullah Ocalan. Mêhvandariya min ji bo hevpeyvînekê bû. Lêbelê divê ez hema bibêjim ku ev hevpeyvîn li ser daxwaziya sanatoya emerîkî pêk hatiye. Zimanê hevpeyvînê kurdî û tirkî bû. Lê min hemû kire kurdî. Ez bi birêz Ocalan re bi kurdî û ew jî bi min re pêşî bi tirkî û dû re jî bi kurdî peyivî. Di dema hevpeyvînê de ez û wî bi tenê bûn. Min ji cenabê wî gelek pirsên girîng kirin û wî jî ez bersivandim. Ez bahwer dikim ku ev hevpeyvîn wê gelekî bi kêrî kurdan û bi taybetî jî bi kêrî hevalbendên wî bê.

 

Micheal: Ezbenî êvara te bi xêr!…

 

Abdullah Ocalan: Tu kî yî? Koda te çî ye? Tu ji kîjan grûbê yî?

 

Micheal Ermosyan: Midîrê girtîgehê nebaş kiriye ku ez bi te nedame naskirin. Lê ez ê niha gazî wî bikim…

(Ez bi lez û bez ji odeyê derketim û di lingê lingdan de bi albayekî re li birêz Ocalan vegeriyam. Albayî li ser pêyan sekinî û ez dam naskirin:

”Birêz Mîşel Ermosyan profesorê sosyolojiyê ye. Ew niha li unîversîteya Şîkagoyê him rektor û him jî wek başkanê kursiya sosyolojiyê kar dike. Sanatoya Emerîkayê, ew ji bo ku hevpeyvînekê bi te re bike şandiye vir. Di vê hevpeyvînê de tu çi bibêjî tu serbestî”, got û derket.)

 

A: Navê te bi min hinekî xerîb hat.

 

M: Rast e, navê min hinekî xerîb e ji ber ku diya min cihû û bavê min jî ermenî ye.

 

A: Wisa ha! Gundê ku ez lê çêbûbûm jî gundê cihû û ermeniyan bû. Hetanî salên 1980î jî ermenî û cihû li wir hebûn.

 

M: Dapîra min jî kurdeke torî bû. Keça axayekî bû. Di sala 1915an de ew û bapîrê min ê ermenî hevdu direvînin û li Emerîkayê bi cih dibin.

 

A: Di nav hevalbendên min de ên herî sadiq torî ne. Heger ne ji toriyan ba, belkî niha ez tunebama. Li Nisêbînê û Kiziltepê bi saya serê toriyên ku omarî jî kirine wek xwe, kes ji min xurttir tuneye.

 

M: Birêz Ocalan êdî ez dixwazim dest bi pirsên xwe bikim. Û pirsa min a pêşî jî di derbarê konfederalîzmê de ye. Li Tirkiyê û li Rojhilata Navîn federasyon, yan konfederasyona te tê çi maneyê?

 

A: Pêşî divê ez bibêjim ku çi federasyon û çi konfederasyon dibe, di pevxistina van herdu bûyeran de a sereke ew e ku pêşî divê mirov tiştek be. Yanî mirov desthilatdariyek wisa be ku heger mirov ne dewlet be jî, bi kêmanî mirov xwediyê desthilatdariyeke nîvdewletî be û herwisa sînorê axa vê desthilatdariyê, zimanê wê, navê xelkê wê yan miletê wê ji bal hêza zewacxwaz ve hatibe qebûlkirin. Ev şertekî wisa ye ku devjeng li ser nabe.

 

M: Rast e. Bi zanistî jî wisa ye. Lêbelê çi li Tirkiyê û çi li Rohilata Navîn hin milet û hin xelk hene ku ne li ber tiştekî û ne jî xwediyê xwe û tiştekî ne…

 

A: Mesele kî ne ew milet û xelkên ku tu wan xwediyê tiştekî nabînî?

 

M: Mesele miletê kurd.

 

A: Dev ji kurdan berde, ez behsa miletên Rohilata Navîn dikim. Lê dîsa jî ez ê bersiva te bidim. Pêşî divê tu bizanibî ku kurd ne milet e, xelkekî binketî ye. Û ev xelk jî li Tirkiyê û heta li Sûriyê û Îranê jî xwediyê xwe û hemû tiştî ne. Hertiştê wan heye.

 

M: Mesele wek çi?

 

A: Ez nizanim bê tu çima fêhm nakî! Yanî ez dibêjim ku kurd li her derê Tirkiyê li meqamê herî bilind bi haweyekî azad him dikarin bi tirkî bipeyivin û him jî li mizgeftan îbadeta xwe bi tirkî bikin. Û heta vê îbadetê bi qîje wîj li kuç û kolan û sikakan jî bikin. Dewlet ji bo ku wan hînî tirkî û îbadetê bike, bi milyar dolaran mesrefê dike. Li bajarkekî wek Nisêbînê, ger ez ne şaş bim, 25 xwendegehên ”ilk okul”ê û 35 mizgeft hene. Ha, yeke din, li cihekî wek Diyarbekirê ji bilî ku bi dehan kerxaneyên resmî hene, bi sedan kerxaneyên seyar jî çêbûne. Belediye ha ha di xizmeta wan de ye. Li ba kurdan pir eyb bû ku jinan boyaxçitî kiribana, ev karê mêran bû. Lê li Diyarbekirê îro bi dehan keç û jin qunderên mêran boyax dikin. Kolanên vî bajarî tije jinên çerçî bûne. Ji wê dema ku kurd hene û hetanî destpêka dewra min, bi tenê mêran himalî dikirin, lê îro jin jî dikin. Ma demokrasî jî ne ew e ku xelk çawa bixwaze bijî û kes têkilî rengê jiyana wî nebe. Kurd azad in. Lêbelê kurdê gava ku wek tirkekî tevdigere, ji tirkê esîl jî azadtir e. Tarîxê her tim şanî me da ye ku gava mirov li Dogu û Guneydogu Anadoluyê xwe wek tirkekî bibîne, mirov ji tirkekî stenbolî jî xweştir dikare bijî.

 

M: Ezbenî navên kurdî…?

 

A: Temam min qesda te fêhm kir. Helbet yekî gava navê lawê xwe bike Botî û navê keça xwe jî bike Botê, wê mehkeme dozê lê veke. Ev ji bo tirkan jî wisa ye. Navên bi wî rengî cidahiyê dixe nav xelkên Tirkiyê. Bila navên medenî li xwe bikin. Medeniyet riknê demokrasiyê ye.

 

M: Ku em li pirsa xwe a pêşî vegerin. Gelo di vê konfederalîzma te de nakokî tuneye?

 

A: Helbet gava mirov mîna ronakbîrên bakurê Iraqê bi aqilê sikakê lê binere nakokî heye, lê bi haweyê felsefî tuneye. Konfederalîzma min felsefî ye. Ne ethonoseyî, ne etnîsîteyî û ne jî etnîkî ye.

 

M: Prudon û Bakonî jî tiştekî wisa diparastin. Lêbelê Mûriyê ku wek peyrew û îdeologê felsefa Prudon û Bakonî tê zanîn, îro hîn jî sax e û li Emerîkayê dijî, konfederalîzmê…

 

A: Temam temam, ka raweste! Ew anarşîst bûn; di a wan de dewlet tunebû. Konfederalîzma wan li ser asasê komunan bû. Lêbelê di a min de dewlet heye.

 

M: Baş e, ev dewlet wê bi nasnameyeke çawa be?

 

A: Helbet wê li Tirkiyê bi tirkî be.

 

M: Lêbelê ezbenî te got ku di konfederalîzma min de ”ethonos- etnîsîte- etnîk” tuneye.

 

A: Xuya ye tu fêhm nakî. Ez dibêjim ku ji bo dinyayê tuneye; lê ji bo Tirkiyê,Sûriyê,Iraq û Îranê heye. Şertên îro vê dixwazin. Ev herçar dewlet heger bikaribin bi hev re konfederel bijîn pir baş e. Pir baş e dibêjim ji ber ku bi rabûneke wisa him wê xelkên ne ji wan mîna nîvişk bihilîn û him jî wê li himberî emperyalîzma emerîkî bikaribin li ber xwe bidin. Û na heger nikaribin vê teza min pêk bînin, wî çaxî jî divê her dewlet di hindurê xwe de li sazkirina vê yekê bisebibe.

 

M: Gelo tu dizanî bê te bi van têgehên tevlihev çendî kurd gêj û tirk jî ewqasî li kurdan sor kirine?

 

A: Erê ez dizanim. Konfederalîzma min di destê dewletê de bûye wek zulfîqarê Hezretê Elî.

 

M: Te çima ew zulfîqar da destê dewletê?

 

A: Ez mecbûr bûm; wekî din tu rê ji min re nemabû.

 

M: Sebeb?

 

A: Sebebek jê, li bakurê Iraqê kurd dibin dewlet û dewletbûyina wan jî heger bi konfederalîzma min a Rohilata Navîn rê li ber neyê girtin, kurd wê bibin imperetorên Rohilata Navîn û bi Tirkiyê re temamê insaniyetê têk biçe.

Sebeba duduyan, bi dewletbûyina kurdên başûrê welêt re pêlên kurdperweriyê ha ha bi ser Tirkiyê de tên û li Guneydogu û Dogu Anadoluyê dicivin. Tiştek ji hest û hizra neteweyî xurtir nîne. Heger bi konfederalîzma min, rê li ber wan hest û hizran neyê girtin, wê kurd Tirkiyê xirîxopan bikin! Tu hêz nikare bi kîna miletî re serî derxîne. Mirovê miletperwer guh nade girtin û kujtin û malwêrankirinê. Herçi kesê miletperwer e, bi her tiştê miletê xwe re dost û bi her tiştê dijminê xwe re jî dijmin e. Heger hat û kurd bûn xwediyê xwe û vî hestî, yanî zimanê tirkî li xwe qedexe kirin, kitêbên tirkî nexwendin, li muzîka tirkî guhdarî ne kirin, neçûn eskeriyê û herwekî din, wê Tirkiyê çem û çem here. Bi qasî ku dewlet ji hestên kurdayetiyê ditirse wisa ji tiştekî din natirse! Binere, Osmankê birayê min lepek e û dewlet jî bi qasî ku ji wî ditirse ji DEHAPa ku 500 hezar kesî derdixîne kolanan ewqasî natirse. Wan wek 500 hezar mirîşkî dibîne. 500 hezarî li wê navê bihêlin, heger 40-50 hezar kurdên ji dil û can kurdperwer her ji çendeyekî xwe berdana kolanan, wê dewletê her tiştê wan qebûl kiribaya. Gandî bi çend mitîngan ingilîz têk birin. Filistîniyan jî wisa kirin. Mirov bi 100 hezar mirovên welatperwer dikare welatekî ava bike.

 

M: Lêbelê di demekê de ne 100 hezarî, bi milyonan dabûn dû te!…

 

A: Rast e, dabûn dû min, lê bi a min nekirin.

 

M: Ezbenî te sebeba sisêyan negot.

 

A: Sebeba sisêyan jî ”dogmadan oldurmektir!” (berî ji dêya xwe derkeve bikuje)

 

M: Wisa çawa dibe?

 

A: Wisa wisa dibe, berî ku kurd bi hest û hizirên welatperweriyê tevbigeriyana û wek hêzeke yekgirtî derketana holê, min rê li ber girtibaya. Û ez bawer dikim ku ez hinekî giham armanca xwe jî. Bi vê konfederalîzmê min tirkên ku ne nîjatperest jî bûn kirin nîjatperest.

 

M: Konfederalzîma te…?

 

A: Temam min fêhm kir! Konfederalîzma min pir apstrakt û hinekî jî surrealîst e.

 

M: Min fêhm ne kir.

 

A: Dibe ku tu nikarbî fêhm bikî, hinekî kûr e.

Binere, Descartes ji bilî ruh û kelax li her tiştî bi şik dinerî. A wî paradîgma bû. Ruh xuya nake, kelax xuya dike. Bajar mezin e û minare bilind e. Lê ji dûr ve mirov pêşî minarê dibîne; carina jî mirov bajêr berî minarê dibîne. Yanî tiştekî mekanîk jî dikare wezîfa ruh bibîne. Li gora Arîstoteles jî navenda fikarê dil bû. Lê li gora Îmamê Çaroxî jî navenda fikarê ne dil û ne jî mejî bû, hûrê insên bû. Tu ji min bipirsî, a Çaroxî pir mantiqî ye. Mantiqî ye ji ber ku di bedena insên de cihê herî rêser hûr e. Her tişt di wir re derbas dibe. Wir parzûn e.

Fizyologê eleman Muller jî di qernê nozdehan de digot ku di bin tesîra tiştên mekanîk de jî hest çirûskan vedidin. Rast digot. Min jî pir teoriya vî tiştî kir. Min bi ilmî derxist meydanê ku mirov bi tesîra gotinên provakatîv dikare aliman jî gêj bike.

 

M: Baş e, çi têkiliya van tiştên ku tu dibêjî û konfederalîzmê bi hev re heye.

 

A: Heye û him jî pir heye; pir kûr e tu fêhm nakî. Dema ku li Yûnana kevin ha ha fîlozof diafirîn li Rohilata Navîn jî pêxember çêdibûn.

 

M: Min hîç fêhm nekir.

 

A: Ez nizanim bê tu ji çi fêhm dikî!…

 

M: Baş e, gelo ji vir û pê ve êdî wê navê te dîsa bibe “Serokê netewa kurd”, yan “Serokê…?”

 

A: Ew çûn, çûn, dev ji wan berde. Ji niha û pê ve êdî ez serokê konfederalîzmê me.

 

M: “Zap, Demokratîk Cumhûriyet” û ên din li ku man?

 

A: Ew jî çûn, wan ji bîra bikin. Di wan de man de wisa diva bû!…

 

M: Baş e, vê carê jî ez dixwazim pirseke wisa bikim. Gelo sebebên ku her ji çendeyekî tu fikarên xwe diguherînî çi ne?

 

A: Mîna te gelekên din jî her tim ev pirs ji min kirine. Bi rastî ez li wan ecêpmayî dimînim. Mêrikan him bi navê marksîzmê gazî xwe dikin û him jî ji marksîzmê tiştek fêhm ne kirine.

 

M: Mesele çawa fêhm nekirine?

 

A: Mesele ev e: Diyalektîk tarîxî Mataryalîzma Marks ne bi tenê ontolojîk e, di heman wextê de epîstemolojîke jî. Ji ber ku di diyalektîka wî de tiştekî neguhêz tuneye; her tişt liv û bizav e û bi hev re di pevçûnê de ye û li Tirkiyê û li herêma Dogu û Guneydogu Anadoluyê jî her kes ha ha di xirecirê de ye, ez jî habela xwe diguhêzim.

 

M: Yanî…?

 

A: Yanî marksîzm mantiqekî wisa ye ku xwe di tu qaliban de bi sînor nake. Ew dazanîneke pirhêlî pêşkêşî me dike; ew bi tenê li temamê fenomenên di hindurê prosesa derbasbûyî de nanere, îzaheta pêşeroja reng û dengê fenomenan jî dike. Ji xwe asas ferqa diyalektîka Marks ji a Hegel û Feorback ev bû. Diyalektîka Marks, tevliheviya di binê heqîqeta tişt û matiştan de, merheleya pêşketin û paşketina di mutlaq û îzafîyetê de rave dike. Di eslê xwe de kêmaniya wî a herî mezin ew bû ku wî ji têkiliyên di navbera xwefiroşî û nefiroşiya ruhberan de baş fêhm nekir. Lê min ew jî di pirêza xwe de safî kir. Lê mixabin ker bûn, qet ji min fêhm nekirin.

 

M: Ezbenî Lenîn jî…

 

A: Temam, min fêhm kir bê tu dixwazî çi bibêjî!

Lenîn bi kitêba xwe a Mataryalîzm û Amprîokrîtîsîzmê, mataryalîzma frensî a qernê hivdehan çilvirand û min jî bi kitêba xwe a Devrimin Yolu û Devrimin Zoru teslîmiyeta xelkên Mezopotamyayê tar û mar kir.

 

M: Ezbenî di siyasetê de…

 

A: Temam hat fêhmkir!

Locke bi teoriyên xwe ên sensualîst temamê ronakbîran xstibûn bin tesîra xwe. Di eslê xwe de a wî ji teoriyê bêhtir siyaset bû. Ji xwe hema hema nîvê felsefeya skolastîk yan jî felsefeya wan deman cambazî bû. Ji bo fîlozofên ku di bin baskên kralan de dijiyan a girîng ew bû ku bi haweyekî bala xelkê bikişandana ser xwe. Dû re her tiş bi xwe dihat. Xelkê cahil li fîlozan guhdarî dikir û diket bin tesîra wan. Kralan her tim bi rêya fîlozofan hikim li xelkê xwe kirine. Heger ne ji Arîstoteles bûya, Skender ne dibû Skenderê Zilqerneyn. Bi kurtî, di siyasetê de balkişandin a herî girîng e û ez jî her tim dikarim bala xelkê bi ser xwe de bikşînim.

 

M: Min baş fêhm nekir.

 

A: Kê baş fêhm kiriye heta ku tu baş fêm bikî. Yanî ez dibêjim ku gava mirov bixwaze li partiyekê hikim bike, qet pêwîst nake ku mirov bi endamên wê partiyê dakeve; mirov serokê partiyê dike zilamê xwe, yan dixe bin tesîra xwe û li temamê partiyê hikim dike.

 

M: Yanî…?

 

A: Yanî çi! Kardeşim em îşê xwe dimeşînin, bila fêhm bikin, weh! Mêrikan ker in! Ez çi dibêjim ew jî wê dibêjin; ez çi dikim ew jî wê dikin; ez xwe dixim çi rengî ew jî xwe dixin wî rengî! Ma ji bo ku mirov ji vê berîberdaniyê fêhm bike, çi alimtî lazim e. Mêrikan sewsî û cinoyî bûne!

 

M: Birêz Ocalan, ez dixwazim tu ji min bawer bikî û bi min re rast bipeyivî. Niha ji CIAyê pê ve kesek li me guhdarî nake. Bêtirs bipeyive. Bawer bike, tu çiqasî rast bipeyivî wê ewqasî li fêda te be. CIA dikare te ji vir birevîne Yûnanê û ji wir jî bibe Emerîkayê.

 

A: Bi rastî?

 

M: Erê, şik tê de tuneye; ji min bawer bike.

 

A: CIAyê di derbarê Iraqê de raporeke pir insanî pêşkêşî George Bush kir û berê wî da Seddam. Bush bi şerê ku bi Seddam re li dar xist, navê xwe bi tîpên zêrînî derbasî rûpelên tarîxê kir. Di tarîxa Emerîkayê de ji wî mezintir kes çênebûye! Yûnanî jî mezin in…

 

M: Birêz Ocalan, ez dixwazim dîsa li pirsa xwe a pêşî vegerim.

 

A: Ezbenî ji xwe qet pêwîst nake tu pirsa konfederalîzmê ji min bikî. Li Rohilata Navîn bikaranîna têgeha konfederalîzmê kufirî ye; karekî qeşmerane ye. Ji bo ku li vê herêmê tiştekî wisa bi kar bê, pêşî divê dewlet û miletên vê herêmê insan bin. Îcar insanetî li ku û tirk û ereb û faris li ku!!! Vî teresê Atatirk ji vê heremê temamê rehên insaniyetê birîne! Hema bi tenê ji xwe re li vê kafirbaviya wî û tirkên wî binere, li temamê dinyayê navê kûçik û pisîkan heye, lêbelê wan, hetanî bi navê kurdan jî li kurdan qedexe kirine. Kurd li ser navên xwe hîn jî mehkeme dibin.

 

M: Birêz Ocalan, ez bawer dikim ku êdî hat fêhmkirin. Vê carê jî ez dixwazim pirseke wisa bikim. Digel ewqas gotinên te ên ne li rê, teslîmiyeta te a li mehkemê û girtîgehê û xelkê kurd dîsa jî daye pey te. Sirê vê çî ye?

 

A: Na tu şaş î, xelkê kurd nedaye dû min. Berê dabû dû min, lê ev çar-pênc sal e, na. Xelkê kurd daye dû çend sed kesên solalês û pêxwasên ku ji partiya min dixwin û vedixwin. Qismek ji van pêxwasan bûne xwediyê şirketan. Bi rêya van solalês û pêxwasan ez li xelkê kurd hikim dikim. Pêxwasên min xelk gêj kirine. Mêrikan bi qeweta min ji xwe re ticaretê dikin, bi qeweta min li meqamên bilind rûdinin, bi qeweta min tên qanê, bi qeweta min gotinên kotî bi ronakbîr û şexsiyetên kurdan re dikin. Û heta wan dikujin jî. Mirovên ku kesî ew bi şekala xwe ne dihesibandin, di televizyona partiya xelkê min de rûniştine û li ser navê min mezinahiyê li kurdan dikin. Şair, nivîskar, dengbêj û birêvebirên masmedya min jiyaneke xweş dijîn. Sipîkerên televizyona min ji her kesî bi aqiltir in û dizanin bê ez çi dikim û dibêjim. Li hesabên wan tê. Bêrîka jinik û mêrikan tije pere ne. Miletê kurd di destê tirkan de rezîl û şerpeze bû ye, ew ji bo wan ne xem e…

Bi kurtî, temamê pêxwas, solalês û şeytanên Kurdistanê li se serê min kom bûne! De ka hema tu şîretekê li min bike, ez ê çi bikim? Ma gelo ne eyb e ku yekî wek Nacî Kutlay bi têgeha konfederalîzma min derketiyê mazatê û dibêje ku ”pêşniyara serok tam di cihê xwe de ye; divê em vê pêşniyara cenabê wî di nav çarçoveya pêşniyara wî a Cumhûriyeta Demokratîk de minaqeşe bikin…” Ma ev ne solalêsî be naxwe çî ye! Mêrik 70 salî ye û bi ser de jî textor e. Sif ji bo ku ez wî wek miletwekîlekî rêyî parlamentoyê bikim, vê şelafiya bêfedî dike. Ê ne ez ê wî nekim muxtarê gundekî jî. Birayê delal, aha xelkê daye dû van kurtêlxwiran. Xelkê li ser navê min daye dû birêvebirên DEHAPa taşaroncî ku dibêjin ”ala Tirkiyê ala kurdan e jî; ew al bi xwîna xelkê me jî sor bûye…” Hey nizam çi, kengî ew al bûye ala xelkê kurd? Kengî dewleta Tirkiyê bûye dewleta kurdan? Kîjan rêxistina kurdan ji bo pêkanîna Cumûriyetê bi Atatirk re tifaqî kir? Kurd Tealî Cemiyetî, Kurd Teşkîlatî Îçtîmaî Cemiyetî, Kurd Taavun Cemiyetî, Xoybûnê û herwekî din? Kesî nekiriye. Dema ku Atatirk hin axe kiribûn hevalên xwe û kurd dikujtin, van rêxistinan jî li himberî Atatirk li ber xwe didan. Qedera vê rewşa me a rezîl di Kongereya Erzromê de pêk hatibû. Û di wê kongreyê de jî tu berpirsyarên kurdan tunebûn. Kurd kurd e û tirk jî tirk e; tirkan bi devê tivingê kurd û Kurdistan zeft kirine, mesele ewqasî vekiriye.

 

M: Helbet rêyek ku mirov karibe ji van pêxwasan xelas bibe jî heye, ma ne?

 

A: Rast e, heye. Pêşî divê PKKyî baş bizanibin ku ez girtî me û ev girtî jî bi herhaweyê xwe teslîm bûye. Divê bi a min nekin. Divê bizanibin ku ew çiqasî xurt bibin ez ê jî ewqasî bi serbilindî karibim bijîm. Karê wan ê pêşî, divê bi kurdên başûrê welêt re bibin dost û bi carekê ve qeweta xwe ji wir bikşînin bakurê welêt. Li bakurê welêt, ji bilî PKKê rêxistineke ÎRAyî damezrînin û berê xwe bidin nav Tirkiyê. Ji hêlekê ve lê bixebitin ku PKKê sivîlîze bikin û ji hêla din ve jî bi rêxêstina xwe a ÎRAyî, Tirkiyê serûbinî hev bikin. Tirk ji vê fêhm dikin. Heger PKK dev ji min berde û bi kurdayetî rahije dozê, dewlet jî wî çaxî wê lê bixebite ku bi rêya min PKKyeke din biafirîne. Dewlet bêyî ku PKKeyeke xwe hebe nikare bijî. Îcar bila guh nedin min…

 

M: Baş e, îcar wê DEHAP çawa bibe?

 

A: Îmana kurdî bi DEHAPê re nemaye. Rantçî ne. Divê ew ji hev tar û mar bibe.

 

M: Te navê Kongra Gel vê carê jî kir PKK. Gava ku te ev guherandin kir, gelo hayê serokê Kongra Gel ji vê guherandinê çêbûbû?

 

A: Ne bi tenê hayê serokê wê, ji bilî Dûran Kalkan hayê tu kesî jê çênebûbû.

 

M: Tu dixwazî ji xelkê xwe re çi bibêjî?

 

A: Di hindurê 20 salan de, tirkan xelkê min di nav pîsiya temamê Tirkiyê û dinyayê de dan. Pir pê li xelkê min kirin. Şeref û hesyeta wî anîn pênc peran! Heger piçek namûs bi xelkê min re mabe, wê bi tirkî nepeyive û nexwîne, li muzîka tirkî guhdarî neke û neçe eskeriyê. Heger xelkê min bi rastî azadîxwaz be, hema aniha divê rêxistineke ÎRAyî pêk bîne û êrîşî hemû tiştên bi tirkî bike. Kurdayetî ew e ku mirov bi her tiştê dijminê xwe re dijmin û bi her tiştê miletê xwe re jî dost be. Dîn dînan dibîne debûzê xwe vedişêre. Çov ji çov vedigere. Tirk ji devê tivingê pê ve ji tiştekî din fêhm nakin. Min ji dil tu carî bi tirkan re şer nekir. Heger bi rastî min kiribaya, min him dewleteke kurdî çêdikir û him jî dewleta Tirkiyê zeft dikir. Lê heyhat çû! Ez bergîlî derketim!

 

M: Gelo tu dizanî ku ez hevpeyvîneke xeyalî bi te re dikim? Yanî ez di xewê de hatime xewna te. Ez Laleş Qaso me.

 

A: Na yaho!!

 

M: Belê. Freud ez rêyî ba te kirim.

 

A: Lê te mala min xerab kir! Te derbeke mezin li dilê min da! Te kurd xurt û tirk jî qels kirin! Herçiqasî tu ji vê hevpeyvînê re bibêjî xeyalî ye jî, mirîdên min wê dîsa jî wek rastiyê qebûl bikin. Esker jî wê wek rastiyê qebûl bikin…

 

M: Armanca vê hevpeyvînê ew bû ku min bi mirîdên te, tekstekî kurdî bida xwendin. Û ev xwendin jî hew bi taktîkekî wilo dibû. Ma hema tu ê her tim taktîkan li me bikî. Mirîdên te ji ber ku bi carekê ve dev ji zimanê kurdî berdane, piçek karekterê kurdî la ba wan nemaye. Mejiyên wan yekser bi tirkî çerx dike. Bi vê hevpeyvînê min xwest ku ez hinekî sêhra te têk bibim, mirîdan bi kurdî bidim fikirandin ku bizanibin bê çiqasî rezîl bûne û bi rezîltiya xwe re xelkê me çiqasî şerpeze kirine!

 

Şev baş, serokê konfederalîzmê!

 

1) Têbinî:  Min ev gotar di sala 2006an de di malpera www.rizgarî de nivîsandibû. Ez nivîskarê wê malperê bûm. Bi salan min di wir de nivîsand, û heta min gelek nivîskarên kurdî ji malperê re pey de jî kirin. Lê mixabin roja ku min telebanî rexne kirin, berpirsyarên malperê bi bêedebiyeke mezin rabûn û hema wilo ne bi mino û neb teyo, bêyî ku îfadeya min bigirin temamê nivîsên min, bi haweyekî bêdeng ji malperê avêtin. Dîsa dibêjim, we bêedebiyeke mezin kir; we ji bo ku telebaniyan carcarê kulûj diavêtin ber we, ew xwenenasî kir. Yanî niha a we jî  ronakbîrî bû, ha! Li rewşa xwe a ku hûn ketênê binerin!. Lê helbet divê mirov pêşî ji xwe fedî bike heta mirov karibe li pirêzeya xwe jî binere.

 

2) Têbinî: Sebeba ku çima careke din min gotar weşand?

Min ev gotar careke din weşand da hûn bizanibin Ocalanê îro ji ê vê hevpeyvîna 7,8 sal berê bêhtir ji şexsiyeta xwe bûye. Û li gora min berpirsyarê vê bêşexsiyeta bi vê ecêba kesnedîtî jî Konseya PKKê bi xwe ye. Ocalan mirovekî girtî yan jî hêsîrekî di destê tirkên misilman de ye. Û hêsîriya di destê misilmanan de jî bi tu haweyî nayê kişandin! Yanî dixwazim bibêjim, Ocalan di wî cihê teng de çi bibêje heta derekê divê mirov lê negire, wek Konsey wek xwe bike û bimeşe. Ocalênê ku doh belkî PKKê pê hebû, piştî girtina wî, ji sedî sed ew bûye yekî ku bi PKKê heye. Ewqas!

 

 

Laleş Qaso lales56@hotmail.com

 

Nûçe

Şirove

2 Responses to “Bi Abdullah Ocalan re hevpeyvînek!”

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)