SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Bi vî şerî dibe ku sereketiya PKKê ji destê tirkan derkeve!

nusaybin_de_polis_mudahalesi_h4050022_dd766Bi vî şerê ku apoyiyên 12, 13, 14, 15 salî ro li nîvro bi serokê şaredariya Nisêbînê , ”ilçe başkan”ê wê û hin parlamentarên HDPê bi sebeba ku terempêlên polîsan derbasî nav kolanan nebin serê kuç û sikakan dikolan , dibe ku şer ji hew bêhtir mezin bibe û hefsarên serekên PKKê bi carekê ve têkeve destê emerîkiyan.

Desthilatdarên AKPa ku deh-duwazeh sal in birêvebiriya KCKa PKKê wek gokekê bi vir de û wir de şeg û peg dikirin û doza kurdî li ”xişe-piş”ê sekinandibûn ti carê bahwer nekiribûn ku wê di hilbijartinên parlamentoyê de HDPa ku bi raya wan ava bûbû bi 80 parlamenterî desrbasî parlamentoyê bûba. Rayedar hatibûn xapandin. Îcar niha jî ji bo ku HDPê têk bibin ji aliyekî ve bi  şer û pavçûn, girtin û kujtinan dixwazin xelkê ji cih û warên wan bikin,  ji aliye kî ve trafoyên elektirîkê bi haweyê ku apoyî diteqînin (kî diteqîne ez baş nizanim)  xelkê bi seetan li reşê dihêlin, ji aliyekî ve li bajerokên wek Nisêbîn û Cizîrê panzerên polîs û terempêlên eskerî li çaryan û meydanan diskinîn û bêyî ku yek kes li wan navan hebe hawêrdor bi ser bajêr ve  fîşekên gazê diavêjin û bêhna gazê dikeve her malê, xelkê ji malê wan derdixin û dikujin, ji aliyekî ve bi zarokên sikakan,  da parlamenterên HDPê di çavên xelkê de pîs bibin, xindeqan didin kolan û hwd.

Bi kurtî li gora min, rayedarên AKPê û dewleta tirkên ku di hindurê van deh- duwazdeh salên derbasbûyî de Konseya OCalan ku tam bêşexsiyet kiribûn û ew wek darikê lûlik bi kar dianîn, û çi dema dixweztin şer derdixistin, şer disekinandin di vê carê de wê wek wan nebe; wê  yekser PKKê ji dest xwe derxînin. Şer ber bi şerê tirk û kurdan ve diçe. Û çi dema ku li bakurê Kurdistanê şer bû şerê kurd û tirk, wî çaxî jî wê doza kurd ji destê tirkan, kurdkuj û cehşên wek Konseya KCKê derkeve û têkeve destê  ewrupî  û emerîkiyan.  Stratejiya şerê  wilo, îro li her derê dinyayê  û bi taybetî jî li Kurdistanê dikeve destê dewletên mezin, niha ewqas.

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)