SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Kurdistan kirine Zindana Diyarbekirê!!

vartoLi Zindana Diyarbekirê piştî li berxwedana me a adara sala 1983an birêvebiriya kar û barên girtîgehê kete destê girtiyan. Nûnerayetiya girtîgehê ji pênc kesan pêk dihat. Sisê jê PKKî û herduyên din jî ji rêxistina Kawa û TÎKKO bûn. Ji van herdu nûneran ê Kawacî pir solalês PKKiyên nûner û ê din jî benkê hebanê bû. Di vê demê de nûneran li her qawîşê ”komun” û wek hevî îlan kirin. Ez û em çend kesên din li dij bûn. Li dij bûn ji ber ku heta bi derpî, fanêre û goreyên me jî kiribûn malê Komunê. Dîtin û gotin nabe wek hev, dema ku derpî, gore, fanêre û temamê cilên bi sedan kesan ji şûştingehê dihatin û li wê navê bênderkî  belav dibûn, girtiyan jî wek malê talanê digirtin ser cilan û li gora dilê xwe, derpî, gore , fanêre û hwd. ji xwe re dibirin. Ew yek bi kujtina min bû, min qiyamet radikir ku çima komuneke bi wî rengî hebû. Lê kê guh dida min û çend kesên mîna min paqij. Xeyrî, Mezlûm û Kemal hatibûn kujtin. Komîta birêvebir ji Mustefa Karasu, Hamîlî Yildirimê ku îro li Îmraliyê li ba Ocalan e, Muzaffer Ayeta, Riza Altun û M. Şener  pêk dihat. Mafir mehek nekete wê navê bi sedan girtî bi bîrova lingan, nav şeqan û lêş ketin. Îcar piştî ku birêvebiran dîtin êdî divabû bi kamyonan melhem û bi tankêran jî tentiryot, spîrto û kolonya bihatana girtîgehê heta ku birînên girtiyan derman bûbana, Komuna bi wî rengê pîs,serserî û rezîlane rakirin.

Îcar îro jî li Farqîn, Varto, Nisêbînê û hwd. dixwazin wê komunê damezrînin. Hûn ê malê kê bidin kê? Ma doza kurdî afirandina Komunan e, hi? Ka pêşî ji vî xelkê me ê ku  we ew cinoyî kiriye stareke dewletî biafirînin û dû re dest biavêjin wan komunên xwe ên mijok û devlok!

Li girtîgeha Diyarbekirê piştî liberxwedana me a adara 1983an hema bi çendeyekî, mehmetçîkan dîsa li me dan qolik û bi dar û ber û misasan êrîşî ser me kirin. Li himberî êrîşên mehmetçîkan birêvebirên me jî biryara ku girtî deriyên qawîşan ne bi tenê asê, bi çi alavên ku hene jî ber deriyan tam asê bikin û nobetê bigrin, dan. Ez û gelek kesên wek Necmedîn Buyukkaya, Mehdî  Zana û Vedat Aydin em li dijî wê biryarê sekinîn, lê ma fêde dikir. Wê demê ez li qawîşa 39an bûm, ji ber ku Ez, Vedat Aydin û Zekî Karataş em ne ”heval bûn” nobeta me hersêyan jî bi hev re bû. Wilo emir dabûn.  Neyse, piştî ku mehmetçîkan bombeyeke dengî avêtin qawîşekê û kişiyan hindur, birêvebiran di cih de tifa xwe alastin û gotin: ”barikatan ji pişt deriyan rakin…”

Dewleta tirkan bi liberxwedana adara 1983an siyaseta xwe a li himberî girtiyan bi carekê ve guhertibû. Her ji 3,4,5,6 mehan mehmetçîkan wê derdora girtîgehê bi tenq, cemse û panzêran rapêçana û bêwestan çend şev û çend rojekî  êrîşî ser girtiyan bikirana, bi lêdanê canê hemiyan bifeşkilandana û her tiştên wan talan kiribana. Li himberî wê teresbaviya teres lawên teresan em ê jî du, sê mehekî têketana girêva birçîbûn û rojiya mirinê. Îcar piştî ku girtî bi carekê ve ji qidûm diketin û digihan sînorê mirinê, mehmetçîkên misilman wê bi nûneran re rûniştana û dîsa birêvebirî teslîmî girtiyan kiribana. Ez di sala 1991ê de ji girtîgehê derketim. Rewşa me her ew bû. Li temamê girtîgehên ku siyasetger û alîgirên wan diman her rewş ew bû, û hîn jî ew e.

Min bi vê nivîsê xwezt ku bêm ku?

Min xwezt ez bibêjim Konseya KCKa ku bûye nîşana rev û teslîmiyetê baş baş dizane ku îro ne roja avakirina komunan e; Konsey baş baş dizane ku heta derûdora bajaran ji mehmetçîkan paqij nebe û di qereqolên wan de gerîla rûnenên, nabe mirov di kolanên bajaran de xindeqan bikole û nehêle polîs bên vir û wir; Konsey baş baş dizane ku heger mebest rawestandina çerxa dewletê be, rêya wê ne şewitandina terempêlan, saxtîkirina nasname û şerê gerîlatiya di bajaran de ye; rêya wê ku li bajarên kurdan qed deng ji sîlehan neyê, li her derê kes neçin  xwendegehan, neçin eskeriyê, dayireyên dewletê venebin, meşan li dar bixin û bibêjin ”em ê bi tu haweyî êdî qebûl nekin ku zimanê kurdî nebe zimanê dewletê û xwendegehên kurdî venebin…” Bi van herdu daxwazan wê pişta dewleta tirkan bişike. Dinya hemû bi van herdu daxwazan re ye, lê mixabin Konseya KCKa PKKê ne bi vê, û ne bi tiştekî kurdî re ye, ewqas!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)