SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Heta ku kurd jî kerxane û mizgeftan li tenişta hev ava nekin!…

cami(Ev cara sîhî ye ku ez vê gotarê diweşînim.  Diweşînim dibêjim ji ber ku pirên me kurdan tiştên ku mirov wê derzan jê derxîne zû ji bîr dikin…)

Li bajarê Antalyayê tam li tenişta kerxaneyeke ku 45 salên wê ye vekiriye, mizgefta ku bi navê Hezretî Hemze di sal 2008an de dest bi avakirina wê bûbû, di sala 20009an de qediyabû û xelkê dest bi îbadeta xwe kiribû , (Hemze apê pêxember bû),   û li gora rojnameyên tirkan, xelkê pir bi xwe nexweş anîbû û gotibû “avakirina mizgeftê di tenişt kerxaneyê de mîna ku ne bes be, tew bi ser de berê qibleya me jî tam xistine kerxaneyê! Erê çima li ba vê kerxaneyê kenîşte(kilîse) çênekirine, lê mizgeft çêkirine ha! Ev çawa misilmanî ye” û hwd. Îcar  îro her tişt “berkemal e”  Yanî kesên ku diçin kerxanê û kesên ku diçin mizgeftê têkilî karê hev nabin û bi ser de jî silavê li hev dikin.

Li Izmîrê jî hîn di salên 1970î de gelek mizgeftt û kerxaneyên bi wî rengî henbûn. Wek nimûne, ji Basmahanê heta ku mirov digiha kerxaneya Tepecikê mirov di ber gelek pavyon û mizgeftan re derbas dibû. Û ji kerxaneyê hema bi wir de jî dîsa mizgefteke mezin hebû. Erê erê, di hindurê hewşa kerxaneyê de dengê selewat û tekbîrên melan û qîjewîja ku ji navteng û patîkeyên qehpikan derdiket li hev vedidan.

 

Û ji xwe li Stenbolê ji kerxane,  mizgeft û pavyonên ku li ser rêyekê û di kuç û kolanekê de  nedihat  gotin. Li Tirkiyê bi qasî ku li Stenbolê mizgeft û kerxane nêzîkî hev ava bûne, belkî li tu derê Tirkiyê û welatên misilmanan bi wî rengî ewqasî nêzîkî hev ava nebûne.

 

Îcar di dawiyê de ez ê jî bibêjin hema bi van kerxane, pavyon û mizgeftên ku tirkan di tenişta hev de ava kirine mabe jî,tirk ji kurdan pir li pêştir in.

Û a din, heta ku kurd jî mina tirkan mizgeft û kerxaneyan di tenişta hev yan jî di himberî hev de ava nekin, dengê melan û qehpikan li ser doşeka tewafê li hev nexurbilîne,  ê ku dice kerxanê û ê ku diçe mizgevtê silavê li hev neke, em kurd em ê tu carî nikaribin bi tirkan, ereb û farisan.  Eha netewayetî, miletbûyîn ev e. Di miletbûyînê de li dikana beqêl quran, araq, nan û sûretên çîmrûtan hemû hene û kes jî nabêje çima ev hemû bi hev re li dikanê ne, ewqas!

Jêdera li ser mizgefta bi kerxaneyê ve

http://www.youtube.com/watch?v=wPq4rAi6OcY

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)