SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Em hemû jî miriyên ji saxan e!!

wahInsan pê re dijî û hîn dibe; ev aliyekî insên e. Bahwerî ji vir tê. Insan pê re nejî jî hîn dibe; ev jî aliyekî insên  e. Vir maka şikê ye. Insan dixwaze bijî û hîn bibe; ev jî aliyekî insên e û ev alî kaniya jîn û jiyan û bizavê ye. Xwendin, dîtin, bihîstin, destdan, keft û lept, tahm û bêhn hîn dike. Lêbelê carina di hin bîstikan de, yek ji wan jî mirov têr nake. Ew rastiya ku mirov jiya bû, ji xwe bi dûr dikeve. Rastî tam nabe xeyal jî. Mejî najenîne, hêdî bi hêdî dinisilîne. Mirov dibêje qey di navbera rastiyê û xeyalê de tiştek hebû ku mejî, wê bi mirov dike wek hebû û tune bû. Ne mirov jê dûr dixe û ne jî dihêle mirov nêzîkayê lê bike. Nahêle ku mirov bûyerê jîndar bifikire; geh li ber guhan dike camcamkek û geh jî di ber çavan re mîna çirûskekê derbas dike. Ew rastî ye, ew xeyal e, ew çi ye?

Insan bi insên, heywan bi heywên û dinya jî bi kayinatê dinya ye. Ev doh wilo bû, hîn jî wilo ye. Lê gelo wê wilo bimîne? Ez bi şik im, ji ber ku insan jî mîna dinyayê çêbûneke û bi dû her çêbûnekê de tunebûnek heye. Îcar heger ez insan bim, ji ber ku tu, ew û ên din hene ez insan im. Lê gelo insan çiqasî bûye insan? Insan insên dixwe. Insên insan xistiye pêxêla hev yan qeweteke batil insan xistiye pêxêla hev? Kê kê çêkir? Şeytan ji kuderê ye? Ji bo çi ew afirandin? Madem hevdu çêkirin îcar çima hevdu zîvar zîvarî dikin û li ser koka hev rûdinin?

Ez hêsîr im. Ez diêş im. Ez digrîm. Û carina jî dikenim. Çima min hêsîr kirine? Kê ev êş daye min? Kî min bi girî vedike? Tew min dikenînin jî? Ev xezeba ku hatiye serê min qey bi rastî  “qeder e?”  Heger qeder be, neheqiyeke mezin e! Ma min xwe çêkiribû? Min çêkirin. Him jî çêkirineke ji loda sebeban. Ez ne degel, çavsor û zalim bûm. Min zilm li kesî ne kiribû. Îcar ji bo çi hemû tiştên pîs û xerab bûne qedera min? Belkî bi rastî jî tiştek tuneye, hertişt xeyal e. Xwezîka wilo ba, da min bêtirs  temamê qanûnên li jêr û jorê dabana nav lingan. Lê dengê garanê tê min. Ker dizirin, çêlek diorin, hesp dişîhin û kûçik jî ha ha direyên. Balafiran ezman çirandin, bombeyan erd hejandin. Ez bi sed hezaran kesên ku ji bo gezeke nan xwe difroşin, dibînim. Nebe ku ev hemû kêlîk bin? Hemû ev kêlîka ku ez heme. Gelo kêlîk ne xeyal bin? Mirov ji kêlîkan re çima xela nabêje? Hertişt gava ku ev kêlîka niha be, min jê re xeyal, yan rastî, yan hebû û tunebû got wê bibe çi yanî. Ez mîna ku heme û ez tuneme. Û tu û hûn hemû jî mîna min….

 

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)