SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Ji bo çi kurd di vî şerî de wê winda nekin?

Kurd tirk li ser kurdi lexistJi bo çi kurd bi vî şerê ku li bakurê Kurdistanê gur bûye wê winda nekin?

  1. Ji bo ku ev şer dewama şerê Sûriyê ye; û şerê Sûriyê jî perçeyekî pêkanîna stratejiya ku emerîkî û ewrupiyan li Rohilata Navîn dane ber xwe, kurd winda nakin. Di wê stratejiyê de bê vir de û wir de li Rohilata Navîn wê sînor bên guhertin; û sînorên kurdan jî bên danîn. Kurdistan dibe dewlet, Kurdistan ji bo selameta Israîlê jî ma be dibe dewlet. Li gora siyesetgerên zemên heger di hindurê 40-50 salî de li Rohilata Navîn dewleta kurdî çênebe, wê cihû nikaribin xwe  li himberî ometa Mûhemmedê ku teknîka man û nemanê bi kar bînin li ser lingan bigrin .

 

  1. Şerê ku li bakurê Kurdistanê li dar ketiye her çiqasî, heta wek roja îro jî di kontrola rayedarên tirkan de xuya bike jî, ji ber ku şer ne bi destê rayedaran û ne jî bi destê Konseya KCKê bi rê ve diçe, kurd di vî şerî de winda nakin! Helbet wê kurd bên kujtin.  Kujtin tiştekî din e, û ew tişt jî her tim pişka kurdan e.  Barbarên islamê  bi hezaran êzîdî serjêkirin û zikê pênc-şeş hezar keç û jinên wan jî talan kirin, lê di dawiyê de jî kurdan sînorê başûrê welêt serrast kirin, Kerkûkê bi dest xistin û gihan qonaxa dewletbûyinê.

 

  1. Emerîkî û ewrupî êdî nema dixwazin ku AKP bi tena serê xwe li ser serê dewletê bimîne. Û  ji bo wê yekê jî divabû bi HDPê ew derb li AKPê bixistana  Îcar ji bo ku emerîkî û ewrupî li pişt HDPa ku bi destê tirkan çêbûbû sekiniye, kurd di vî şerî de winda nakin!

 

  1. Helbet ev şer wê raweste, û heta belkî Ocalan jî wek ”şêxê silhê” derxin pêş. Lê wê stratejiya şer neyê guhertin, û ji cihê ku lê rawestiyabû hîn bi xoftir  dîsa biteqe.  Îcar ji bo ku wê di şerê vê carê de ne bi tenê mala kurdan, a tirkan jî xerab bibe, û bi wê xerabkirinê kurd jî bi hemû haweyî bibin dijminê tirkan, di vî şerî de kurd winda nakin.  Kurd bi qasî ku bibin dijminê tirkan nêzîkî serxwebûn û azadiyê dibin!    Niha ewqas.
Nûçe

Şirove

One Response to “Ji bo çi kurd di vî şerî de wê winda nekin?”

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)