SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Ev jî dîskotek û pavyona  me a islamî ye!

Di salên 1960î de li gundê Efera Nisêbînê bi navê Seyid Hesen, Seyid Şêx Hesenek derketibû. Xelkê herêma Oemerya û Torê di hêla “ihtiqada el mûhemmedî” de ewqasî tûj bûn ku gava Şêx Ehmedê Xiznî gazî wan dikir, zir tûrek ji benî, bastêqê û beniyan tije dikirin, bi refan di ser gundên bûblaniyan re xwe li mayinan diqelibandin û binxet dibûn. Îcar piştî ku esker derdikevin taqîbata wan û her deverên xetê zeft dikin, apekî min jî bi karê sofiyan radibe, wan di axurên gundan de vedişêre û bi reşaya şevê re garankî berê wan dide nav mayinan. Bi wî haweyî, ji hindama Amûdê û heta ku digihê Nisêbînê bi sedan mayin bi sofiyan de teqiyabûn.  Di gelek cihên ku ez jî çend carekî derbas bûbûm, bi rastî jî wek ku apê min û rêberan digotin, ji mayinan xalî bûbûn.

Ku em bên ser mijara  Şêx Hesenê eferî, pêşî mirîdên wî jin û mêr bûn û hemiyan bi haweyê vê dîskoteka ku tu lê dinerî dikirin; lê piştî ku bi nav û deng bû, vê carê jî mirîdên xwe ên mê ji ên nêr vediqetîne û bi mirîdên mê re dikeve cezmê. Li ser bextê ên ku digotin, mêrik heşkere heşkere kişiyabû ser vê û wê û îmana xwe berî  çûna xwe a bihiştê li vê dinyaya bi xwedan û şeytan kamil kiribû.

Îcar di dawiyê de Şêx Hesen piştî ku li pêş çavên mêrê jinekê dibêje ”allah û ekber!”  û bazdide ser jinikê, mêrik jî hema bivir li serê wî dixîne û serî dike du, sê felqe. Îcar a xweş ku piştî kujtina Şêx, ne ê qesas  kwîr û felc  û ne jî herêma Omerya û Torê xerq dibe.  Bi kurtî, bi kujtina Şêx re kinêsa terîqetê jî vemirî.  Tiştê ku ez pê dizanim îro eser ji gora wî pedofîlî jî nemaye!  Yanî gor winda bûye.

Nûçe

Şirove

One Response to “Ev jî dîskotek û pavyona  me a islamî ye!”

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)