SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Û ev jî perwerdeya Islamê ye!

Di kultura islamê de, ji pêxember û vir ve lêdan her tim wek  bingehê perwerdeya  xwendegehên dînî û felekî hatiye bi kar anîn.  Di vê kultura xerabe de , bav li zarokan bixe li xêra zarokan e; mêr li jinê bixe li xêra jinê ye;   bira li xwuşkê bixe li xêra xwuşkê ye; xesû li bûkê bixe li xêra bûkê ye; mela li suxtên xwe bixe pir xêr e, ji ber ku li dojehê cihê ku mala lêxistibû naşewite. Mmamosta li xwendekarên xwe bixe ji bo jîr û zana û edeba xwendekêr e.  Mezinan li piçûkan xist piçûk jî divê rêzê ji mezinan re bigrin.  Ev kultureke wilo ye  ku yek divê li yekî bixîne. Û gava yekî ku ê din nedît wî çaxî jî divê xwe bi cezmê bixe û ha ha dev canê xwe bike.

Îcar a herî tirovirî piştî ku her kes li hev dixe, vê carê jî esker tên , him li hemiyan dixin û him jî bazdidin ser hemiyan!

Eha ji ber vê kultura berîberdayî ye ku ometa islamê nikare xweşik bifikire û bibe insan!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)