SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Gewdeyekî mezin û seriyekî piçûk!

fiiiggŞerê sosyalîzmê qet û qet bi gundiyan ne dibû û PKKê jî bîst salekî ew şer bi gundiyan kir. Şerê neteweyetiyê bi tenê bi bajariyan ne dibû û temamê rêxistinên me ên sosyalîst jî bîst-sîh saleke ku wî şerî bi bajariyan dikin. Îcar di dawiya wê kirin û dikina me de, tîp û tertîp û bertîpekî wilo xerabe ji me û xelkê me ê bakurê welêt derket ku mirov êdî şikê ji tevgera kurdayetî xwe jî dike. Em ketine dewreke wilo ku mirîşkên doh bûne qertel û qertelên doh jî bûne qaz. Ne fedîbûn, ne exlaq û ne jî edebeke civakî maye. Mehmetçîkên ku kurdan, jin wek namûsa xwe dizanîbûn û li ser wê namûsê bi dehan mêr ji hev dikuştin, li her derê welêt zikê wê namûsê talan kiriye û kurd jî hêkan sor dikin. Em şeqlovîskî bûne. Çîqekî me bûye îxanet, çiqê me ê din bûye esalet û em li ser herdu çîqan wek turlî ha ji vî hewdî, ha ji wî cirnî û ha ji wê golê vedixwin! Em bi polîs û komutanan re dost û bi walî û qeymeqaman re bûne heval û em ê Kurdistanê jî azad bikin! Na xwe ev dijminên me kî ne? Teslîmiyet bûye liberxwedan û serxwebûn û azadî jî bûye îxanet. Bikaranîna zimanê kurdî bûye ”îlkel kurd” û bikaranîna tirkî jî bûye ”modern kurd” Ocalan û HADEPa wî li ser navê kurdayetiyê kurdan dikin tirk û ew yeka wan jî bûye kubarî û marîfeta insanetiyê!

Hinan ji me bi navê ”ez kurd im” imze dan hev, birin meqamên mehmetçîkan û mehmetçîkan jî bîst.sîh milyon kurd, bi çend hezar imzeyan di dîwana Yekitiya Ewrupayê de tecell-î ala kirin! Bi wan imzeyan hêza me û şiûra kurdayetiya miletê me derdiket holê… Li gora min xerab kirin. Lêbelê apoyiyan hîn xerabtir kirin. Di salên ku bi milyonan kurdan ji dil seroketiya Abdullah Ocalan qebûl kiribûn û tirkan û dinyayê jî ew seroketî bi pîvazekê ne hesibandibûn, apoyî bi imzeyan rabûn ser xwe û bi sed hezar imzeyekî seroketiya Ocalan di qada miletan de mohr kirin! Him seroketiya bi imzeyan çawa dibe? ew ji xwe tiştekî din î tam tirovirî ye.
Li hêlekê bi mehmetçîkan keç û xortên kurdan ser jê dikin, li hêlekê bi serokên belediyan mûlidê li wan didin, li hêlekê mehmetçîk vê mûliddayinê bi ewrupiyan wek normekî demokrasiyê didin zanîn û li hêla din jî gava kurdekî tebût li xwe diqewimîne û dibêje ”ev çawa meyire? Bijî kurd û Kurdistan”, hemû bi hev re êrîşî ser wî dikin. Wilo çolo ye? Wilo stratejî ye. Hîn taktîk jî hene.
Li Erxenê, jin komeleyekê bi navê keça min ”Pelda” vedikin. Qeymeqam bûyerê di guhera demokrasiya mehmetçîkan re li hev diqulipîne, Pelda dike ”Yaprakverdî” û dû re jî hemû bi hev re diya Peldayê didin ber hev. Xelk dengê xwe nake û siyasetgerên wan ên taktîkpêj û hildavêj jî wê yeka han ber bi demokrasiya Kopenangê de digindirînin…
Ev doz bi imzeyan û komele momeleyan nameşe û tu carî jî wê nemeşe…

Kurdên bakurê Kurdistanê çawa dikarin azad bibin?

Kurdên bakurê kurdistanê bi sê kesên zana, bi pênc kesên hinekî zana, bi deh kesên nezan, bi çewalek bombeyên zerqawî, du çewal jî deremêtên hemasî û bi bîst hezar dolarên emerîkî nîv-azad dibin. Sabîno Arana y Goîrîyê ku wek bavê nasyonalîzma baskan dihat naskirin, hîn ji salên 1900î de gotibû ku “mezlûm jî heta ku serê zaliman neşikînin, zalim ew ê li wan guhdarî nekin!” Û ETAya ku ji bal du xwendekarên unîversîteyê saz bûbû, ew zihniyeta Sabîno bi kar anî û di dawiyê de devê zalimên spanî çirand. Digel ku spanî ji tirkan medenîtir û baskî jî ji kurdan henûntir bûn, zalimên spanî tim û dayim baskî di xwînê de fetisandibûn. Tirk barbar û kurd jî mêşinî ne û ev kurd wê bi qerewatê, şerab û dansa demokrasiyê azad bibin, ha! Li hev nake. Em diqedin, mehmetçîk me diqedînin.
Îrlandî û baskiyên ku mîna kurdên bakurê welêt ji îdentîteta xwe bi dûr ketibûn û bûbûn xulamên ingilîz û spaniyan, bi hinera bombeyên ÎRA û ETAyê li îdentîteta xwe vegeriyan û bûn nasyonalîstên mezin. Li tu derê cîhanê miletekî bêyî ku nasyonalîst bûbe, azad ne bûye. Problema kurdên bakurê welêt a herî mezin nasyonalîzm e û zihniyeta nasyonalîzimê jî bi dengê bombeyan pêk tê. Li tu derê cîhanê tu xelk bi hinera ilm û alim û teoriyên qereqûşkî nebûne nasyonalîst. Ên ku erebên serê çolan bi ên binê çolan hisandin û berê wan dan filistînê, navtêdanên erefatî û bombeyên hemasî bûn. Li Viyetnamê, li Cezayirê, li Kubayê û heta cih bi cih li hin derên Hindistanê bi xwe jî wilo bû

Têbinî: Min ev gotar di vê tarîxê de 17 10 05 di malpera rizgarî de weşandibû.

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)