SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Perçeyek ji Xezeba Azadiyê!

Bi bangdana melayê eşayê re herduyan jî xwe di rext û bombeyan de rapêçan û G3 avêtin milê xwe. Yekî xwe ji taxa Heciyan, ê din jî xwe ji taxa Filehan berda û pêrgî hev hatin. Kûçik reyan. Hin bi kûçikan re xeyidîn. Lê çend gundiyên ku ji êzingan dihatin û li ser hewdê Evdobelkê kerên xwe av didan, ber bi wan de meşiyan. Xwestin ku wan nas bikin. Mina ku herdu jî ji bo şevê xuliqîbûn, wek reşkê şevê xwe ji ber çavên wan winda kirin, gavên xwe dirêj radan û bi taxa Kelehê de hilkişiyan. Ji ser hewd reşê herduyan di berpala gir de bi reşayê re bûbû yek û mîna dêwan xuyanî dikirin. Mirov digot qey Bertewîlê Darê û Ebûzêdê Benîhilalî ji gorê rabûne û dîsa wê di qada şer de hevdu bigrin. Çavên wan li ser hev bû.

Fotoğraf0217

Vir Hepsa Darê ye!

Lingên wan ne digiha axê; bi hemd pê li tahtikan dikirin û di ser latan re diqevizîn. Dilê herduyan jî sivik lê dixist. Yek likumî, ê din bi lez ber pê de kişiya. Wî lê nerî. Ew sekinî. Dîsa dan xwe. Bi hev re gihan ber kendêl, sekinîn û li hev nerîn. Dengê salan bi xuşîniya çem û bayê ku li darên hejîrên rihanî, zeytûnî û şingalî dixist re bûn yek, zingînî bi guhên wan xist û rengê jiyanê mîna filîmekî di ber çavên wan re derbas bû. Bi lez xwe zer kirin hev û bêhnçikyayî xwe li hev pêçan. Piştî ku qederekî bêdeng dilê xwe bi kul û derdên zemên sincirandin, bi destên hev girtin; li ezmên nerîn û çong berdan erdê. Dinya sahî û heyvreşî bû. Pîra şevê rêsê xwe ji navsera çiyayên Omeriya gindirandibû binê newala Qurdîsê û her der di reşayê de xerq kiribû. Çirûsk bi stêran ketibû û ber bi dinyayê de dikêşiyan. Ezman mîna bajarekî bi ser gundê Darê de pêketibû.

Reşo xwest ku çixareya xwe pêxîne. Serdêr hişk bi destê wî girt:

”Vir ne cihê çixarekişandinê ye”, got û rabû ser xwe.

”Bi ku de?”

”Vir ne cihê şêwir mişêwrê ye jî, her der bi guh e bide dû min.”

Ê ku nizanîba wê bigota qey dinya hemû bi dû wan de ye, mîna dizan meşiyan û xwe ber bi taxa Axê de berdan.

Vir jî li hesabê wî ne hat. Li hindama birca Bertewîl nerî:

”Na”, got û berê xwe da taxa Filehan.

Reşo wek dareke hişk sekinî:

”Em dikarin di xindeqekê, sarincekê, neqebeke kufarî, berpalekê û yan jî di şikeftekê de bipeyivin.”

Xwe aciz kir:

”Dengê xwe neke, vê carê jî tu bi a min bike!”

Reşo fêhm kir ku êşeke giran xwe berdaye ser dilê destbirakê wî.

”Li ser çavên min Ebûkatê Jinan, tu çawa bixwazî bila wilo be”, got û nema dengê xwe kir.

Serdar di vê bêhnikê de ji sîha xwe jî ditirsiya; firandina çûkekî dikarîbû bûba sebebê dilqetandina wî. Gelek tiştên xerab bi hev re hatibûn bîra wî. Yekê yek didahfand. Çend hevalên xwe ên hêja bi destê xwe kujtibûn. Bombe avêtibûn malên pîberan. Zarok perçe perçe bûbûn. Di ruyê wî de hin gund hatibûn şewitandin. Dest danîbû ser malê xelkê. Gelek kes ji cih û warên wan kiribû. Keç û xortên ku nuh ketibûn çax û benga xwe, rakiribûn çiyê. Ma li ser destê wî çi û ne çi hatibû kirin! Heta bi qantirên ku komira Şirnexê dikişandin jî kujtibûn.

Ji jora taxa Filehan dîwarên Hepsa Darê bala Reşo kişand. Niqutî dilê wî. Lê ji ber ku ji aliyê wî ve tu carî bi xerabî ne fikirîbû, li xwe ne kir tiştek û nermikî peyivî:

”Ma tu dixwazî me bi ku de bibî Ebûkat?”

”Hinekî bi sebir be!”

Bi dengê xelbe xelba ku hat, xwe xistin taldeya dîwêr û bîstikekê sekinîn. Çend rîhsipî diçûn şevbihêrkê. Bala xwe ji rîhsipiyan bêhtir dan ser herdu pîrekên ku ji hewşa xaniyê nêzîkî wan diavêtin ser zarokên xwe. Lawê herduyan çekdar bûn û hevteke berê hatibûn kujtin.

Sêrdêr piştî ku bi dizîka çavên xwe ji hêsiran paqij kir, axîneke zirav û dirêj kişand:

”Min gû xwar! Te ez bi dev û rû xistim nav temamê pîsiya dinyayê. Û ez nema dizanim bê ez ê xwe ji nava vê pîsiyê çawa xelas bikim”,  got û pekiya dera han.

Reşo da dû, ket bin çengê wî û bi lez çûn. Gihan binya malan. Hilmekê sekinîn û li deriyê hepsa ku wek devê cenewarekî ji wan xuyanî dikir, nerîn.

Serdêr bêhnçikyayî:

”Were!” got û mîna teyrekî xwe dada hindur.

Ê din jî wek wî kir. Lêbelê li hêwana pêşî li ber bîra Kujtiyan rawestiya û di deriyê hêwana duduyan re li devê deriyê zindana ku mîna devê newaleke bê binî vebûbû, bi heybet temaşe kir.

Serdêr ji ser neqebên zindanê dîsa bang kir:

”Were!”

Ev bêhnekê tevnegeriya.

Wî dîsa bang kir:

”Were binê zindanêêê!” got û bi qûnkişkê xwe bi neqeban de berda.

Reşo ket pey. Ket pey lê wilo jî got:

”Ev çi bi te hatiye, Ebûkat?”

Wî bi hêrs destê xwe hejand û melûlekî jî got:

”Dirêj neke lawê Meyro, were!”

Reşo veciniqî! Ji bo ku tirsa xwe nede der bi ken:

”Ma tu dixwazî min bikujî?” got û qûndaxa sîlehê xwe ber pê de rada.

Qûndaxa ku gihabû piştê heliqand:

”Nepeyive, were!”

Ne çû. Lê Serdar hîn jî bi neqeban de dadiket.

”Were ez ji te re dibêjim!”

”Erê kuro tu xurifî yî? Bi roj mirov nikare xwe berde Hepsa Darê. Me bi çavgirtînkê daye nav mayinan; binere em ê di devernan de werbin û perçe perçe bibin!”

”Bi telaq ku tu neyê ez ê berdim te!”

Reşo piştî ku got:

”Emirê me ji Xwedê. Lê Serdaro te e z ji desthilanîn xistim”, xwe bi ceger kir û mîna kwîran bi destlepikê daket.

Teqnekî xwe berdan. Lê hîn sê-çar teqnên din ji wan re mabû. Zindan li ser çil û heşt derenceyên ku ji kevirên yekperçe û cih bi cih gazekê û du gazan bilind dibû, dadiket binê erdê.

”Bi rastî jî Reşoyê Darî fêrisekî zilaman bû, ha!”

”Lê jina wî hîn jê fêristir bû”, Serdêr got.

”Na. Gava jina wî ji ser van neqeban perçeyên goştê zilamê ku kujtibû têwerdikirin, Reşo jî li jêra te xincera xwe kişandibû û nav di xwe dida…”

Serdar beşişî, bêhna Reşo hat ber.

”Lê tu ne Reşoyê Darî, Reşoyê Sarê yî”, gundiyan ev nav lê kiribûn, ”were!” got û li ser neqeba binê zindanê pala xwe da neqeba din.

Reşo dereng giha ba. Li tenişta wî rûnişt û bi hêviyeke mezin li hev nerîn. Lê yekî jî ruyê ê din ne didît. Ma wê çawa bidîtana? Her der mîna teniya binê beroşê bû.

Serdêr piştî ku lepê xwe ê mezin danî ser kaboka wî, serê xwe berda ber xwe û bi dizî got:

”Reyis em, û me jî miletê xwe weritand, hevalo!”

Reşo mîna ku ji dara ziyaretê bikeve:

”Çi çi?”

Wî gotina xwe bi car kir. Lê ji a berê jî hîn bi hêdîtir got.

Zindana Diyarbekirê û liberxwedana wî hat bîrê. Hêrs bû. Dengê xwe hilda:

”Ez te fêhm nakim! Tu ji çi ditirsî? Ne çeqmaqê min û te û ne jî luksa Heso û Circîs dikarin reşaya vê zindana binê zilma zemanan ronî bike. Guleyên metilyozan jî nikarin vê reşayê derbas bikin. Bike hewar û hewar, li tarîxê biqîre, zilmê têxe devê tivingê, biteqîne” û sê fîşek li ser hev berdan.

Serdar hinekî di cihê xwe de cemidî.

”Temam, temam!” got û bi destê wî girt.

Reşo jî piştî ku çixareyek ji xwe re û yek jî ji wî re pêxist, da dest û got:

”Bibexişîne”, zendên xwe di stuyê wî re derbas kirin.

Herdu jî bi agirê çeqmêq û dengê sîleh vebûbûn.

Sêrdêr ji cihê ku lê awiqîbû dewam kir:

”Reyis çi got, tev li min, me hemiyan ew kir. Şerê me carina baş û carina jî xerab zîvirî. Lê wî, başî kire malê xwe û xerabî jî kire malê me û em bi hev dan kujtin. Min li ser gotina wî komutanê herêma xwe kujt. Ê Amedê jî ê berî xwe kujt. Komutanê herêma Botan û ê Xerza…”

”Sebeb çi bû ku te kujt?”

”Wî û hevalekê ji hev hez dikir.”

”Bi mêr an bi dergîstî bû?”

”Na. Ne bi mêr, ne bi dergîstî û ne jî bî bû.”

”Ê Amedê li ser çi bû?”

”Li ser ku di nav xelkê de gotibû ez dişibim Reyis.”

”Ya ê Botanê?”

”Kordînator şika revê jê kiribû.”

”Yanî hîn ne reviyabû we ew kujt ha?”

”Erê.”

”Û ê Xerza?”

”Bombe avêtibû mala yekî pîber. Zarokên wî hatibûn kujtin. Îcar piştî ku gundiyan bi xwe ne xweş anîn û mesele di eleyhê me de geriya, Reyis jî ew da kujtin.”

”Lê ma ne Reyis bi xwe di gelek nivîsên xwe de dibêje ku tiştekî ji pîberan sax bernedin.”

”Rast e, lê gava ku ne baş dizîvire, dibêje ‘ew taktîk e.’ ”

”Ê, dewam bike.”

”Li ser gotina wî her ji çend mehekî me bêş avêt ser her kesî. Ên ku di ber me û danê re ne gihan, ya me talan kir û yan jî me ew ji gundê wî derxist. Dû re jî me zarokên wan rakirin çiyê û di şeran de me ew dan pêş. Hin bûn pîber. Pîberî ji ber xwe ve derneketiye.”

Reşo piştî ku çixareya sisêyan jî pêxist:

”Yanî tu dibêjî hemû bi partiyê ev tişt bûye?” got û ser dev û ruyê xwe firkand.

”Na. Di vî warî de paya dewletê ji a partiyê hîn jî pirtir e. Lê partiya çi, tekî ye. Em mirîd û Reyis jî şêxê me ye.”

”Nebe mirîd.”

”Me ji dest xwe berda. Vî şêxî tiştekî wilo bi serê me de aniye ku yek ji me nama dikare bahweriyê bi ê din bîne. Ew ne ji me ye”, got û devê xwe bir û anî.

”Yanî çi?”

”Yanî Umberto Eco…”

Reşo xwe aciz kir û peyva wî birî:

”Yanî Umberto dibêje ajanê herî bi serketî ew e ku” got û sekinî.

Serdêr jî mîna wî lê xist:

”Erê wilo ye.”

Piştî ku Reşo bi hêrs got:

”Tu neheqiyê li Reyis dikî”, rabû ser xwe û li reşê meşiya.

Dû re jî çeqmaqê xwe pêxist û li hindurê zindanê geriya.

”Ma tu dixwazî ez ji te re empûlan pêxim?”

Reşo veciniqî!

”Empûlên çi?”

Generalên tirko ji ber me, sala çûyî elektirîk kişandin zindanê.”

Lingê xwe li erdê xist û bi kêf got:

”Tu qenciyeke mezin bi min dikî, pêxe!”

Çûn û hatina wî hemû pênc deqîqe ne girtin.

Zindan pêncî-şêst metreyekî dirêj û sîh-çil metreyekî jî fireh dihat. Reşoyê ku bi vî haweyê niha zindan ne dîtibû, mîna dînan ber bi şeş-hevt hicreyên bakurên zindanê de meşiya û li ber ên navê sekinî. Bala xwe ji kevirên ku wek felqeyên zinaran mezin dihatin bêhtir da ser nêzîkaya navbera wan. Hemû jî bi hev ve û du metreyekî ji hev dûr bûn. Bi ser de jî yekperçe bûn. Mehkûman nikarîbûn bi tepe repa dîwêran jî tiştek ji hev fêhm kiribana.

Kire niçe niç:

”Zalimên tarîxê wilo hicre çêkirine ku qurbanên wan hîç nikaribin têkiliyê jî bi hev re deynin”, got û li aliyê başûr nerî.

Li wir jî di temtêla van de ewqas hicre hebûn.”

Serdêr bi dengekî nizim:

”Lê hicreyên Reyis ji van jî xerabtir in!” got û diranên xwe li Reyis qiriçandin.

Xwêziya Reşo di ber de ma û ecêbmayî sekinî:

”Hepsa partiyê bi hicre ye, ha!”

”Him jî çawa hicre! Ên vir du metreyekî bilind û sê metreyekî jî fireh in, lê ên Reyis hemû jî yekmetreyî nin.”

Dengê xwe ne kir; bi aliyê rohilatê zindanê de meşiya û li ber ”qula bêdawî” ku di dîwêr de hatibû kolan bi haweyekî din peyivî:

”Li gora rîwayetên misilmanan Hemzeyê Pêhlewan vir qul kiriye û di vir re reviyaye. Ma dikeve serê te Ebûkat?”

”Nakeve serê min…”

Xwest li bin zikê zindana ku bê stûn raxistîbû binere. Serê xwe rakir û tewiya, rakir û tewiya; di dawiyê de xwe li ser piştê veziland:

”Haho bê aqd e! Bê çi rast û şahîk e jî! Kevirên dirêj wek beştan bi kar anîne. Ebûkat ew kulekên bi bin zikên wê ve ji bo hewayê ne. Û ew kulaka li aliyê roava jî ji bo ronahiya zindanê ye…”

Bi lingê xwe binê zindana ku resîfkirîbû û li ser qamekê jî tije zibil bûbû, kola. Dû re ber bi hicreya ku wek şikeftekê di binê neqeban de bû meşiya û derbasî hindurê wê bû. Hicre du-sê metreyan fireh û çar-pênc metreyan bilind bû.

”Hey gidî dinya hey, kî dizane bê niha çend fêris di vir de hatine kujtin? Ebûkat, li girtîgeha Diyarbekirê me ji vê re digot ‘hicra kor!’ Wek vê çar hicre hebûn û ez di herçaran re jî derbas bûm. Li vê hicreyê mirov dadiliqandin û êşkenceya herî mezin li mirov dikirin!”

Serdêr dîsa a xwe got:

”Îcar xwezîka ên Reyis hema wek vê jî bana! Ên wî pênc heb çal in. Di binê zindanê de li ser çar metreyan hatine kolan…”

Reşo destên xwe xistin kêlekên xwe, wek singekî sekinî û ziq lê nerî. Piştî bêhnekê jî ”ez bi te bahwer dikim lê ez naxwazim bahwer bikim; Reyis nikare ewqasî bibe cenewar!” got û ber bi kulekên di dîwaran de meşiya.

”Reşoyê Sarê tu hîn nuh î; heqê te heye.”

”Bi bahweriya min em vê meselê bigirin wê baştir be.”

”Me negirta baştir bû. Lê ji bîr neke, di rojekê de ji ber Reyis wê ev zindan jî nikaribe te bistirîne”, Serdêr got û bi neqeban ve hilkişiya.

Reşo bi dû de lezand:

”Dilê xwe ji min negire. Gava ku ez jî wek te bifikirim ez ê nikaribim ne şer û ne jî dilê xwe li eskeran hênik bikim. Ji bo ku ez di şerê xwe de bi serketî bim, ez divê ji mezinê xwe, dost û hevalên xwe pir hez û ji dijminê xwe jî ewqasî nefretê bikim….”

Serdêr jî piştî ku elektirîk vemirandin û ew bir ser bîra ku bi qasî kûraya zindanê kûr dihat, ”temam temam helbet ev wilo ye, lê ji bîr neke, wê rojek bê ku ji ber Reyis di vê bîrê de tu ê li stara xwe bigerî”, got û berê xwe dan birca Bertewîl…

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)