SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Cejna Qurbanê û ronakbîriya me!

carls-darvinRonakbîrî çî ye?

Ronakbîrî her çi tiştên ku mexzena êqil bindest digire û rê nade aqiliyetê û pêşketinên civakî, zanistî paşverû dibîne; xweşiya jîn û jiyanê bi bilindahiya maqûliyeta kes, kesan û civakê ve girêdide û li himberî zilm û zor û paşverûtiyê pevçûneke bêwestan raber dide!

Em ronakbîrên ku niha piraniya wan cejna Qurbanê pîroz dikin, berê tam xwediyê vê lênerînê bûn. Di wan deman de xelkê me ê bakurê welêt em wek şoreşger û rêxistinên bi navê “teleban” bi nav dikirin. Li ba xelkê em wek mirov in dînnenas û xwedênenas û ewqasî jî dilkirên dozê, gelhez û welatparêzên mezin dihatin naskirin. Û digel wê xwedênenasiya me a heşkere û deqarû, xelkê dîsa dabû dûv me û digot”bizin bi lingê xwe û mîh bi lingê xwe tê daliqandin, xêr û gunehê van telebeyên me ji wan re, lê bi rastî jî xwediyê doza kurd in û mêrxas in, ku ne bi wan be welat rizgar nabe…”

Xweş xweş tê bîra min ku min bi xwe bi gelek sofî û melayan re li ser hebûn û nebûna Xwedê devjenk dikir. Û dîsa jî em hevalê hev bûn. Tevgera me a şoreşgerî, islam wek çekê zaliman bi xelkê kurd dabû pejirandin. Û belkî  jî ji bo wê yekê bû ku xelkê guh li nemisilmantiya me nedikir û li me nedigirt. Me ne bi darê zorê, bi jîr û zantiya xwe xelk hînî nemisilmantiya xwe kiribû.

Îcar mixabin piştî salên 1990î û bi taybetî jî piştî girtina Ocalan,  misilmantî di ser başûrê welêt û Tirkiyê re li bakurê welêt wek şîrê li ser êgir fûriya  û çiqasî bi vir de hat, di beroşa kurdên qaşo jîr û zana, şoreşger û ronakbîr de meya. Rêzgirtin û maqûliyeta islamê asas bi van kesan li Kurdistanê rûnişt.

Mirovên ronakbîr wek Aleksis Çîprasê serokwezîrê Yewnanê pêşî divê bi bahweriya xwe re dirust be. Digel ku yewnanî wek tirk, kurd, ereb û farisan dîndar bûn jî Aleksîs, xwe mîna xwedênenasekî da naskirin û sûnda dînî nexwar.  Li ewrupayê bi sedan ronakbîrên ku serekatiyê li partiyan dikin bi zimanekî pir vekirî karin xwe wek xwedênenasan û heta qûnde jî be, xwe wek qûnde didin naskirin. Û ên me jî bi sebeba ku rayan bi dest bixin û hevalan ji xwe re çêbikin, xwe karin di temamê pîsiya xelkê de bidin.

Ferqa mirovê ronakbîr û xelkê bi qasî çiyan ji hev ferq dike. Mirovê ronakbîr divê xelkê bike wek xwe, ne ew xwe bike wek xelkê.. 25-30 salî universiteyan bixwîne û di dawiyê de jî were dakeve deraxa gundiyekî ku dibêje “di qewlê islamê de çar jin helal in; li wê dinyayê mêrek bazdide ser heftê jin î” û hwd. Û em ê jî wek ronakbîr rêzê lê bigrin, ha! Ronakbîrên me ji bîr kirine ku mirov ji tu ideolojiyan re rêzê nagire. Îdeolojî bi şirûveya herî vekirî,  lênerîn û dîtinên devjenka ronakbîrên  derveyî zanistê ên bêdawî ne. Û islam jî îdeolojiyeke. Û him jî îdeolojiyeke barbar e, ewqas.

 

 

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)