SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Li Sûriyê bi tenê kurdan qezenc kir!

esed

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Dema ku rûsan bi balefiran dest bi bombebarana hin heremên Sûriyeyê kirin,  min bi nivîsa berî vê nivîsa xwe di malpera www.rasterast.com de gotibû ku rûs vê yeka han bi raya emerîkiyan dikin, ji ber ku rûs wê ne bi tenê li DAÎŞÊ bixin, li hevalbendên dewleta tirk û siûdiyên ku emerîkiyan nikarîbû li wan bixiista bi vî karî rabûne; kerekî wilo, ji bilî tirkan, siûdî û hin dewletên erebî, hema hema li hesabê her kom û komik û dewletan dihat.

Û heger bê bîra xwendevanên min, ku karin di malpera min de wan gotinên min jî bibînin, min her tim digot pir baş bû ku PKKa bi navê YPGê li ba hêzên Hafiz Eshedê zalim cih girt. Çima baş bû? Di wê derbarê de bersivên min pir in.

Ku  em bên ser mijara li Sûriyê bi tenê çima kurd qezenc dikin?

Li gora têgihiştina min Sûriye ne dibe du, sê perçe û ne  jî dibe wek Iraqa ku bi parlamentoyeke bi navê sinî, şîî û kurd bi rêve diçe.  Bi qasî ku ez dixwînim û dibînim hay û bayê gelek kesên ronakbîr û siyasetger ji sinîyên  Sûriyê ku li ba Hafiz Eshed bi opozîsyonê re di şer de ne nabînin. Nabînin ku asas ên li Sûriyê şerê opozisyonê dikin sinnî bi xwe ne. Artêşa Sûriyê ji %90 sinîne. Bi kurtî, di parlamentoya ku wê li Sûriyê bi destê rûs û emerîkiyan saz bibe,  kurd bi navê xwe tên qanê û di warê siyasî û eskerî de bi kurdî tevbigerin. Niha ewqas.

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)