SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Çima KCKa PKKê beşdarî şerê rizgarkirina Şingalê nebû?

singalWek tê zanîn, dema ku cenewarên Islamê êrîşî ser herêma Şingalê kirin, bi qasî du hezar pêşmergeyên ku li herêmê bi cih bûbûn bê şer û pevçûn û liberxwedanan reviyan û cenewaran bi sedan serê mêrên êzîdiyan jê kirin, bi hezaran kujtin, li derdora şeş hezar keç û jin û zarokên êzîdiyan revandin,  li kuç û kolanan kişiyan ser zikê wan û hinavên wan talan kirin, li ser daxwaza emerîkiyan bi sedan çekdarên  KCKa PKKê bi  terempêlan di nav bajarê Hewlêrê, Dihokê û Zaxoyê re derbasî roavayê welêt bûn û bi mêrxasiyeke mezin xelkê ji Şingalê revyayî paraztin,  lê mixabin di vê serhildana pêşmergeyan a kurdane de li holê xuya ne kirin çima?

Li gora edeba konseya KCKê gava me li çima? Û çimayan nerî, em ê tu carî ji bin vir û derew û zirt û pirtên wan dernekevin û tiştekî ji rastiya vê mijarê fêhm nekin. Ji xwe armanceke konseya KCKê ew e ku kurd ji tiştekî wan xweşik fêhm nekin.  Tevlihevî prensîpekî wan e.

Çima hêzên KCKê beşdarî şerê rizgarkirina Şingalê nebûn?

Nehiştin. Tirkan emerîkî qanih kirin û nehiştin ku gerîla bi navê YPGê yan jî PYDê beşdarî vî şerê bi rûmet bibin.  Li gora tirkan bi destxistina Şingalê kurdên herçar perçeyan û temamê dinyayê ber bi hev de dianîn û PKK jî çend gavekî ber bi kurdîtiyê ve dibir.

Bi destxistina Şingalê ji ber ku di warê eskerî de wê kurd bi navê pêşmerge û gerîla di nav dinyayê de wek hêzeke tekoşer bi nav bûbana û navê terorîstiye ji ser PKKê raba nehiştin ku çekdarên KCKa PKKê beşdar bibin.

Şerê bidestxistina Şingalê , ji ber ku di tarîxa şerê barzaniyan ê  50-60 salî de belkî şerê herî bi rûmet, kurdperwer û kurdistanî  ev şer  bû ku tirkan nehişt PKK bibe şirîkê vê rûmet û şerefa bihabilind.

Bidestxistina Şingalê wê PKKa kurd û tirk ji hev cihê kiribaya û ew yek jî ji bo tirkan dibû talûkaya herî mezin û hwd.

Di dawiyê de ez ê bibêjim,  bi vî şerê Şingalê ku nehiştin PKK beşdar bibe hatiye xuyakirin ku rojên pir tarî û teng li pêşiya konsya KCKê,  û wilo jî li pêşiya kurdên bakurê Kurdistanê ne, niha ewqas.

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)