SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Ji Şingalê DAÎŞ çû PKK ma!!

apRayedarên dewleta tirk û farisên ku bi konebaziyeke kesnedîtî emerîkî qanih kirin û nehiştin ku çekdarên KCKa PKKê bi navê YPGê, HPGê û PKKê li Şingalê beşdarî şerê bi cenewarên Islamê re bibin, niha jî ji dil û can lê dixebitin ku çekdarên KCKa PKKê ji nava Şingalê û derdorên wê dernekevin û şerekî qut î girover bi pêşmergeyan re bikin!

Bi kurtî, Şingal beşekî başûrê welêt e, û li başûrê welêt jî parlamentoyeke kurdî heye û parlamento jî sersemyanê temamê başûrê welêt e.  Li ser banê wê parlamentoyê ne paçikên ziyaretan,  ne pîneyên bi derqûna qereçiyan û sûretên vî û wî, ala Kurdistanê li ba dibe!!

Bê kip û tik, nabe ku ji bilî pêşmergeyan tu hêz li nav Şingalê bimîne û herwiha tu paçik maçik û pîne mîne wek ala bi navê tiştek miştekî  li hewa xuya bike, ewqas!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)