SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Min zimanê xwe ê piçûk daqurtand!!

farHema wilo yekser dixwazim vê behetmayê  bibêjim ; vê sibehê dema ku min dît bi hezaran mehmetçîkên teres bi tenq û top û temamê cebilxaneyên xwe ve  ji nava Farqînê derdiketin û bi hezaran kurdên ku li vî û wî aliyê rê û rêçikên mehmetçîkan ref girtibûn û bi dengekî berz digotin:

”Bijî PKK! PKK halktir! PKK bûrada! Ez kurd im, Min jî bikuje….!  Ji tirsan hema mabû min zimanê xwe ê piçûk daqurtanda, û ji aliyên din ve jî ji kêfan re hew mabû ez firiyabama.

Di vir de qet ji bo min ne grîng e ku xelkê di wê hingameya bi xof de bi qîje wîjan,  xwe dikir PKK û li PKKê xwedî derdiket.  Di vir de  ji bo min a herî  girîng ew e ku xelkê me êdî bi qasî ku sênga xwe bide teng û topên neyarên herî barbar û bibêje ”ez kurd im,  min bikuje…!” bi qasî giraniya temamê zalimên islamê bi cesaret bûye!

Erê, ev ne tiştekî piçûk û henek menek e, ev miletperwerî, welatparêzî û daxwazên serxwebûn û azadiyê, pevçûn û şerekî kurdan e bi cenewarên tirkên misilman re ye!

Nûçe

Şirove

One Response to “Min zimanê xwe ê piçûk daqurtand!!”

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)