SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Li aqilê PYDa ku hîn jî nebûye polîs…!

qasimo

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Mirov hetanî derekê dikare zembereka çerxa aqilê Ocalan bi kosteka zincîra mehmetçîkan ve girêbide û lê bifikire bê çima aqilê wî ewqasî bermeqlûb çerx dike û bûye hevalê Hemîlî Yildirimê ku ji ber konseya wî  reviyabû, hat girtin, yan jî xwe da girtin û li Imraliyê bi hev re di gevzekekê de ne; mirov dikare aqilê birêvebirên KNKê wek zikê di rengê tûrê nav bîstên de bibîne, bifiskilîne xwe û bi xar derbas bibe; lê mirov nikare fesalekê bide aqilê PYDa konseya KCKa Ocalan.

Yekî ku piçekî hay û bayê wî ji fitla zemên û giraniya labûtê tevna emerîkiyên ku nex û benên roavayê welêt di ser berzaniyan re bi başûrê welêt ve girêdane, bi hêsanî wê bibîne ku PYD bi êrîşên xwe ên li himberî kurdên roavayê welêt û ENKSa hevalbenda barzaniyan bivir li lingê xwe dixe û zimanê dinyayê li xwe dirêj dike.

Ew çawa cesarete ku mirov li pêş temamê çavên dinyayê wek hêzeke ewlekar, û bi ser de jî hîn nebûbe polîsê dewletê, bekçî  be, bi keleşkofan biajo ser xelkê di bin darbesta canfedayên Kurdistanê  Şêrzad Mahsûm û Ehmed Bozan de!!  PYDê bi wê êrîşbaziyê ne bi tenê li xelkê me ê ser goristanê, li temamê miletê me reşandiye!  Ji bîr nekin, heger bi vê çavsoriyê biçe, bi darê zorê jî ma be, wê pêşmergeyên ENKSê wek hêzeke kurdistanî li roavayê Kurdistanê bi cih bibin û hew!

 

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)