SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Konseya PKKa Ocalan çima li bajarand dest bi şer kiriye?

dijminŞerê gerîlatiyê heger bi PKKiyan derketibaya holê,  helbet wê lênerîna me a di derbarê vî şerê wan ên ku li bajar û navçeyên bakurê  Kurdistanê dest pê kirine di biwara fêrbûn û bêdengiyê de bima û em ê bi hêviyên xeyalan jiyabana. Lêbelê na, ne wilo ye,  gerîla û şerê gerîlatiyê çî ye? Kurd jî mîna gerîlayên Uruguay, Kolombiya, Nîkaragua û hwd. ji serhildanên bav û bapîrên xwe  dizanin.

Endamên Konseya PKKa Ocalan digel ku şerê gerîlatiyê jî wek temamê daxwazên kurdan ên netewî beravêtî kirine, wilo jî rêya şerê gerîlatiyê li ber kurdan winda kirine.  Li tu der cîhanê tu hêzên gerîla bi eva ku çendeyeke gerîlayên PKKê di bajarên kurdan de dikin nekirine. Di vî warî de bi taybetî gerîlayên Uruguayê Tupemaro mînaka herî zîz e.  Ew hêzeke ku li gora şert û mercên bajaran damezriyabû û di şerê xwe ên bajaran de tu carî bi haweyê eva ku gerîlayên PKKê di bajaran de asêbûne, nekirine. Yanî xindeq nekolane, malên xelkê ji xwe re wek kozik bi kar neanîne, kemînên xwe di kuç û kolanan de dananîne û negotine bila polîs û esker nekevin vê tarê û wê tax û hwd. Gerîlayên Tupemaro ji çiyan car carê xwe berdane bajaran hin esker û polîs kujtine, propaganda xwe kirine û di lingên lignan de reviyane.

Gerîlayên Nikaraguayê jî bi bîst salan şer kirin û wan jî tu carî bi haweyê eva ku gerîlayên PKKê îro li Nisêbînê, Farqîn, Cizîrê û hwd. dikin nekirine.  Gerîlayên Kolombiyayê FARCê di şerê gerîlatiyê de  belkî ên herî bi tecrûbe bûn , wan jî heta ku ji sedî sed hin bajarok nexistine bin kontrola xwe daneketine bajaran û di hindurê bajêr de esker û polîs nexistine zer zikê xelkê.  Fîdel Kastro û Ernestoyê ataîst jî di şerê gerîlatiyê de wek eva ku konseya PKKa Ocalan seranserê tax û navtaran bi parlamenter, şaredar û nûnerên pertiyên xwe ên wek HDPê nedane kolan û di devê deriyê xelkê de bombe dananîne.

Gerîlayên misilmanên Flîpînê di şerê xwe ê çil salekî de ev bêser û beriya ku konseya PKKa Ocalan di bajarên kurdan de dikin nekirine.  Ne gerîlayên xwedênenas û ne jî ên xwedênas kesî  bi terzê wan nekiriye.

Baş e, naxwe doza wan çî ye?

Konseya KCKa Ocalan heşkere heşkere dijminahiyeke lewitî bi miletê kurd re dike. Ew bi vî şerê xwe ên li bajarên ku kurdayetî pir li pêşketiye heşkere heşkere dixwazin ku kurd koç bikin; da kurdayetiya her derê bakurê welêt bibe wek a Intabê, Elezîz, Rihaê û hwd.

Dinya hemû dizane ku biserketin û binketina AKPê bi bajarên ku îro çekdarên konseya Ocalan û esker û polîsên tirkan lingên xelkê xistine zikê wan ve ye. Îcar ji bo çi Konseyê ev şer ne piştî hilbijartinan, lê berî hilbijartinan kir? Bi wî şerî HDPê winda kir û AKPê bi serket.  Gelo xuya nebûye ku Konseyê daxwazên rayedarên AKPê bi cih aniye!

Bi kurtî, armanca konseya Ocalan ku  bi vî şerê li bajarên ku kurdayetî li pêşketiye rawestîne, gem bike, ji çap bixîne û derba dawiyê li doza kurdan bixîne. Konsey bi vî şerê ku îro nîvê Nisêbînê, Farqîn, Cizîr û hwd. vala bûye cehşetiyeke mezin mezin kiriye, ewqas.

 

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)