SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Edebiyat hinera zimên e û ziman jî nasnameya edebiyatê ye

kurdistan

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Herçendî me ziman weke nasnameya edebiyatê bi lêvkiribe jî, ew di heman demê de nasnameya miletî ye jî.  Ziman motorê kulturê ye. Zanist, fkir, hiner, edebiyat, muzîk, wêne, tiyatro û hwd. bi zimên dijîn. Karekter û şexsiyeta miletî bi zimên heye. Îdentîtet bi zimên dikemile. Milet kelax e û ziman jî giyana wî ye. Kelaxê bê giyan dirize, dibe zibil û ax û diçe û hey diçe! Îcar ziman ji bo me kurdan, xwedî taybetmendiyeke wilo ye ku di hebûn û nebûna miletê me de me de bûye pêşker.


Yanî ew hebe em hene, ew tune be em tune ne, ewqas. Zemên şanî meda ku di nav miletên misilman de, bê dvjeng ev wilo ye. Ji xwe re li lazan binerin û dersê ji wan bigirin. Bi milyonan kurdên li nav tirkan bûne tirk. Lê divê em vê jî bibêjim ku ziman û hertiştên kurdî jî, bi taybetî ji salên 1990 û vir ve, bi siyasetê ve hatiye girêdan. Kurdên ku berê bi zimanê xwe û kultura xwe kurd bûn, kominîkasyonê û dijwariya siyaseta dewletên kurdkuj, îro ew aniye deraxeke wilo ku ne bi kirina siyasetê be, wê hertiştê kurdî jî ji dest here! Lê gava mirov zimanê kurdî nizanibe, îcar mirov wê çawa wek kurd li ser lingan be û karibe siyaseteke kurdî bimeşîne! Li Kurdistana me ziman û siyaset bûne du tiştên wilo ku yek bêyî yekî nabe. Yek dil e, yek mejî ye. Lê di vir de dîsa jî dil sereke ye.

Dilê gava sekinî mejiyê wî jî wê têk biçe. Ziman dilê miletê me ye; nabe ku em wî dilî neparêzin! Tirk, bi rêya rêxistinên A.Ocalan me ji qada tarîxê dixînin! Li Ewrupayê û heta belkî li temamê dinyayê navê kûçikan heye. Lê ew milete ku me wek kûçikan jî nabîne! Dewleta tirkan xwîna me di hestiyên me de arast û vexwar! Him zinê û him qetlê bi miletê me re kir, dike û hîn jî wê bike! Li gora hinekan belkî bi devê tivingê em ê nikaribin bi vê dewleta barbar, lê em dikarin xwe ji hertiştê bi tirkî vegirin û xwe di kînê de biqiçqiçînin. Çawa ku berberî bêpere nabe, berberî bêkîn jî nabe! Miletê gava ku ji dijminê xwe nedexisî û bi kîn tevnegeriya, wê mîna kurdên bakurê welêt li serê wan bê! Mirovê gava ku bi qasî cûmekî benîşt îmana kurdayetiyê pê re mabe û li rezaleta zimanê kurdên bakurê Kurdistanê binere, ez bawer dikim ku ew ê ji ber xwe fedî bike, bi zarokên xwe re bi kurdî bipeyive û bi kurdî tevbigere! Divê em tu carî ji bîra nekin ku pevçûn û liberxwedana miletî, li herderê dinyayê hertim pir alî meşiyaye.

Bi kurdî bipeyivin da zimanê dijmin nekeve nav livîna we û derbasî hêlînê nebe. Teyrik û tilûr bi kuştinê qir nabin, bi rakirina hêlînan qir dibin. Her maleke kurd, hêlîneke welêt e. Û kurdên bakurê welêt jî di van hêlînan de bi tirkî dipeyivin. Hêlînan ji binî de radikin! Dijminên kurdan ên herî mezin ne ew tenq û top û balafirên tirk û ereb û farisên ku agir li ser serê miletê me dibarînin, dijmin, xwenenas û xayinên me ên herî me mezin ew kurdên ku bi kurdî napeyivin, zarokên xwe ji zimanê kurdî bi dûr dixin û wan bi zimanê biyaniyan dilorînin! Divê em wilo bi nav bikin û wilo jî êrîşê berdin wan! Îro em û wan hene û sibehê jî wê zerokên me û wan hebin. Û zarokên wan jî wê ne ji refên ên me bin. Kê dixapînin? Xeşîman. “Ez nikarim xwe bi kurdî îfade bikim.” Xwe îfade bike, ezbenî, weh! Çima tu bi tirkî, erebî, farisî û herwekî din xwe îfade dikî, lê tu bi kurdî nikarî xwe îfade bikî? Çi ferqa min û te heye? Min jî tu xwendegehên kurdî nexwendine. Lê ez karim bi kurdî derza felsefê bidim te. Hinekî milî bifikire û li himberî kurdkujan xwînverşe da tu jî bibî wek min û bi kurdî bikî hewar! Kî nizane kurdekî gava ku bi zimanê tirkî mezin bûbe, wê nikaribe kirasê xwe biçirînê û tazî xwe berde kolanên Enqerê û bide nav kelem û stiriyên generalan. Pir û pir ew ê jî mîna tirkekî demokrat bibêje ku ez doza kurdan “desteklemîş dikim“, ewqas!

Têbinî: min ev nivîs berî deh salan nivîsandibû û di hin kovaran de belav kiribû.

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)