SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Fermana xwe da!

silJi wê roja ku apoyî wek rêxistin û partiyeke şêrgele derketine holê û heta roja îro jî li ba wan tiştê herî bêqîmet zimanê kurdî bû.  Îcar piştî, bi qasî ku dê û jinên kurdên herî kevnare wek botiyan bi mêr û zarokên xwe re bi tirkî bipeyivin li ser koka zimên rûniştin, vê carê jî bi carekê ve berê xwe dan kultura kurdî; û bi qasî ku jina mirov li pêş çavên mirov xewle bikin, jê re bibêjin ”heval, were vê odeyê em ê hinekî gizlî konişmîş bikin!…” kultura kurdî pûç û vala kirin! Kurd anîn dereke ewqasî bêşexsiyet ku heta li ser miriyên xwe jî bi tirkî duan bikin!  Ma ji vê bêşereftir çi heye ku yekî nisêbînî, cizîrî, farqînî û hwd. li ser gora dê û bavê xwe bi tirkî bipeyive!  Ma ji vê bêşexsiyettir çi heye ku mirov bi dê û bav kurd be û bi ser de jî kurdekî botî be û bi jina xwe re bi tirkî têkeve nav livînan, hi!

Îcar wilo ye: gava xelkek ji kultura bav û kalên xwe bû û bi kultureke bêjî tevgeriya,  wê xwîna kesayetên wî xelkî ên wek Tahir Elçî jî li ser çi û di ber çi de rijiyabe nebe tiştek û çem û çem biçe. Tahir Elçî bila çendî kurdperwer û heta kurdê herî mezin jî bûbe, ji ber ku daxwazên ên ku mezinahiyê li Elçî û xelkê Elçî dkin ne li ser otonomî, federasyon, federal û dewleteke ser bi xwe ye,  wê xwîna Tahir Elçî jî helbet di qelş û terkên PKKê re winda bibe. Erê, em mezin in, lê em li ser tiştikên piçûk tên kujtin.

Destê min di nava min de ye, ha îro ha sibe ava serê Silhedîn, Osman Baydemir  jî germ bikin! Germ bikin dibêjim ji ber ku Silhedîn heq ji siyaset û mezinahiyê derdikeve. Û bi ser de jî qîma xwe bi daxwazkên PKKê nayîne. Li vir û wir, wek ku îro li ser termê Elçî jî got,  ”ne dewletê, bê dewletiyê tu kujt…”  dibêje.

Îcar hevalino, ha dewletê, ha PKKê Tahir Elçî û ên wek Tahir Elçî mêrxas kujtibin, û me jî dabe dû ku gelo dewletê kujt, yan PKKê kujt? Wê bibe çi û hew!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)