SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Siyasetgerê mezin ew e ku dostan li me zêde bike!

Barzani

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Ji destê aqilê hin ronakbîrên me ên ku dîtin û lênerînên xwe ên siyasî li gora ser û sekeh û tevgera serokên partiyan li hev diqulipînin û di rengê sofiyan de tevdigerin, bi rastî jî hinavên min xwîn vedirşin! Helbet ew heqê her kesî ye ku ji Barzanî, ê din ji Ocalan, yekî din ji Telebanî û hwd. hez bike.  Lêbelê siyaset û helwesta ronakbîrî tiştekî din e.

Belkî ez ji we hemiyan bêhtir ji pevgirêdana barzaniyan û şêlawan a kurdî hez û ji a telebaniyan jî hez nakim. Lê divê ev neyê wateya ku gava Barzanî têkiliyên xwe bi tirkan û telebaniyan jî bi farisan re xweş kir, ez ji barzaniyan li çepikan bixim û di  telebaniyan de jî keviran werkim. Gelo  ji bo kurdan çi ferqa faris û tirkan ji hev heye? Hîç. Herdu jî zir dijminên kurdan e.

Baş e,  di vê dema ewqasî zîz de ku pêwistiya me bi temamê dinyayê heye û mezinên dinyayê wek rûsan tên ber deriyê kurdan, yan jî bi çavekî baş li kurdan dinerin, nabe ku birêz Barzanî vê pêwistiya kurdan a bê sînor bi rûsan û hevalbendên wan re nebîne û bi qasî ku rayedarên rûsan di şexsê Barzanî de ji kurdan dilşikestî bibin, Barzanî xwe bide ber barê tirkan! Ev çewtiyeke mezin e. Û em hemû divê bibêjin.  Qed û qed nabe ku Barzanî di vê dema ku rûs li himberî tirkan bi carekê ve rabûne ser tapanan gazê bide tirkan. Bila bide tirkan, lê çima ne doh kir, û ne jî sibehê dike, lê îro?

Barzanî bi vê jî tenê nemaye, bêyî destûra emerîkiyan eskerên tirkan di ser Başikê re bi nav başûrê welêt ve kişandiye. Li himberî van eskeran li Silêmaniyê û çend cihên din xelkê xwepêşandan kirine. Xelkê baş kiriye. Em divê bibêjin.

Helbet wê Barzanî wek serokekî kurd bê Tirkiyê û hin peymanên bi tirkan re deyne; lê ew peyman divê ne stratejîk bin.  Lê mixabin Barzanî bi peymana ku wê gazê bide tirkan û esker kişandiye başûrê welêt stratejiya kurdistanî li wê navê bihêlin, dîwarê stratejiya ku rûs û emerîkiyan li ser kurdan li hev kiribûn jî leqandiye.

Tirk bi hêz in, lê faris ji wan bi hêztir in; û ava herduyan jî  îro di cokekê re derbas nabe. Baş e,  gelo li Barzanî nakeve ku di vê dema ji kurdan re li hev hatiye, bi van herdu dijminan re wek hev tevbigere?

Erê, siyasetgerê herî mezin ew e ku karibe bi ên ne wek xwe re bimeşe, bi dijminên xwe re bide û bistîne û dijmin bi kar bîne û dostan li xwe pir bike, ewqas!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)