SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

KCKa PKKê bi kolana xindeqan çi qezenc dike gelo?

goc

Bi kolana van xindeqan, di hindurê meh û nîvekê de zemên şanî me da ku xelk ji vê yekê pir nerazîn ne û dijberiya xwe a li himberî kolana xindeqan bi rev û koçê raber dane.  Xelk ne razî ne, û serokê xelkê  jî KCKê dibêje ”xelk dixwaze; û heta ew daxwaziya xwe li cihê ku tekoşerên me xindeq kolane bi piraniya rayan ku dane HDPê kêfxewşiya xwe anîne ser zimên!” Yek ji van herduyan derewan dike. Kî derewan dike? Birêvebirên KCKê derewan dikin. Xelkê li van cihan ray dane HDPê, lê ne ji ber ku şêrgeleyên KCKê xindeq kolane, ji ber ku HDP wek partiyeke ji xwe dîtine û raya xwe dane HDPê.

KCKa PKKê bi kolana xindeqan dibêje ku ”em ê dewletê zorga bikin ku dewlet bi me re rûne û em ê jî Ozyonetîma xwe li dar bixin!”

Baş e, ev meh û nîveke ku dewlet bi we re rûnenişt û kurdan jî bi deh hezaran  cih û warên xwe berdane û ha ha berdidin.  Îcar wê mirov çi bike? Mirov hema di cih de dev ji pevçûna bi vî rengî berdide. Çima dev ji pevçûna bi vî rengî berdide? Ji ber ku gava insan li bajaran neman,” Ozyonetim” wê çawa çêbibe! Hema min bikin mezinê temamê goristanên kurdan û heta ên tirkan jî, wê çi jê derkeve!

Em wek kurdperwerên vî xelkî û bi taybetî jî rêxistinên mafên mirovan ên li Diyarbekirê û temamê rêxistinên sivîl ên di wê guherê de ku li ser kurdan diçêrin hinekî ji xwe fedî bikin û bi dengê herî bilind bibêjin:

”Kolana xindeqan projeya dewletê ye; û ev proje ne li fêda kurdan û PKKê, li fêda Tirkiyê  ye. Rayedarên dewletê û konseya KCKa Ocalan bûne yek, bi haweyê Hecîvat û Karagoz bi xelkê re dikin; da kurd bi zêc û zarên xwe ve  welêt berdin û kurdperweriya ku li van bajarên wêran dibin bi carekê ve vemire, ewqas!”

 

 

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)