SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Asas dijminên kurdan ên herî mezin îro eha ev in!!

kurdfiros

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Ji Şoreşa Frensî û vir ve hema hema, dema ku di navbera sed salekî de ji him û gima babîsokên ku zalimên dinyayê li hev rakirine, çengelên zilmê di jîn û jiyan û serxwebûn û azadiya xelk û miletên wek kurdan perşikestî de bi haweyekî din cih û dest  guhertiye,  ronakbîr û siyasetgerên perşikestiyan jî  xwe dane ser hev, ji nakokiyên di navbera zaliman de rêyek ji xwe re dîtine û wek bosnî û mekedoniyan nîv-serbixwe û nîv-azad jiyan e.

Îcar ên me kurdan jî ji wê roja ku emerîkî bi artêşa xwe  ve derbasî Iraqê û başûrê Kurdistanê bûne û heta roja îro, li başûrê welêt ji dêvla ku desthilatdaran temamê hêza xwe, mal û can û her tiştê xwe  ji bo serxwebûn û azadiya kurd û Kurdistanê bi kar bianîna,  ji bo meqamê xwe hinekî mezintir, desthilatdariya xwe a herêmî  hinekî firehtir û maldariyeke ku sînorên wê bendavên Mersîn, Antalya,  Stenbol û Bodrumê derbas nekin daketin.  Heger kurdayetiya desthilatdarên başûrê Kurdistanê bi rastî ji dil û can baya, wê ev PKKa ku îro xincerê li ser xincerê di sênga miletê kurd de diçikîne û bakurê Kurdistanê di bin tirkan de ji hawhaw de xistiye ya tunebaya û yan jî kurd baya. Hemiyan jî li gora xwe û PKKê jî li gora xwe hevdu bi karanîn. Îcar mixabin ew PKKa ku ji me ketibû û bi me hilketiye ji doh pir xurttir  îro bi sîlehên mezin rapêçayî di devê deriyê her mala kurd de sekiniye û emanê nade tiştekî bi kurdî.

Erê, ji him û gima zalimên dinyayê Rohilata Navîn di ser hev re diqulipe û wê ev zalim çendeyeke din bixwazin kurdan jî têxin nav xwe û li hev bicivin. Lê mixabin konseya Ocalanê li Qendîlê bûye kelemeke pir pir mezin! bi şerê ku li ser navê azadiya kurdan li cihê ku doza kurd li wan deran bi hêze, fermana kurdan rakiriye û bi deh hezaran ha ha kurd ji cih û warên xwe direvin, destê neyaran li ser maseya qedera man û nemana miletê kurd dirêj kiriye.

Endamên konseya Ocalanê ku di destê tirkên zalim de bûye wek pepûkekî, bi rola xwe a di kujtina kurdperwerê mêrxas û jîr û zana Tahir Elçî, êrîşbaziya wan a li himberî ala miletê kurd û kolana xindeqan de, tam derketiye holê ku ew ê bi mehmetçîkan re bi sed hezaran kurdan ji cih û warên wan bikin û zilamekî bi du qurûşan di xelkê de nehêlin; da tirk bi hêsanî  karibin li himberî zalimên dinyayê ên wek emerîkî û rûsan tevbigerin!

Konseya Ocalanê ku bi salan peyva ”biratî” û ”aşitiyê” wek benîşt bi kar dianî û di wê derbarê de qeweta xwe bi carekê ve dabû ku HDP bi haweyekî xurt têketa parlamentoyê, ketêyê û dû re jî ji bo ku vê carê jî HDP qels û AKP xurt têkeve parlamentoyê hemû tiştên xerab û genî kirin, zimanê kurdan kin û ên rayedarên tirkan li himberî dinyayê kin kiriye.

Konseya Ocalanê tam xwefiroş û kurddijmin, bi helwesta xwe a ku nahêlin pêşmergeyên roavayê welêt wek hêz bi cih bibin, ji bo ku kurdên li ser maseya gunmezinan hemû ji ên wek wan gunxesên pêk bên û miletê kurd bibin navmalên rayedarên koşk û serayên neviyên osmaniyan, ewqas!

 

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)