SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Barzanî û Abadî

barz

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Yek kurd, ê din ereb e. Ê kurd ji sereketiya KCKê re dibêje:

”Dev ji siyaseta bi kolana xindeqên kuç ,sikak, tar û navtarên bajaran berdin û li siyaseta xwe a aşitiyê vegerin”

Û ê ereb jî ji rayedarên dewleta tirkan re dibêje:

”Eskerên dewleta tirkên ku bi teng û topan ketine bajarên kurdan û xaniyên wan bi ser serê wan de diherifînin wê nikaribin xelkê me biparêzin, bila ji Başîkayê derkevin!”

Li aliyekî rûs û emerîkiyên ku li ser selameta başûr û roavayê welêt li hev kirine dixwazin tirk ji kurdan hinekî dûr bisekinin, Barzanî li dij û Abadî  jî digel vê helwesta rûs û emerîkiyan e.

Abadî kirasê xwe diçirîne ku mehmetçîk li başûrê Kurdistanê bi cih dibin, û Barzanî jî bicihkirina mehmetçîkan wek karekî kurdî  û ewqasî jî bi rûmet dibîne!

Îcar bi rastî mirov carina li Barzanî bi qasî ku mirov bibêje serokekî kurd çawa kare ewqasî partîxwaz û herêmî tevbigere  ecêbmayî  dimîne!

Barzanî wek eva ku mehmetçîk kişandine başûrê welêt di sala ku emerîkiyan Kerkûkê zeft kiribûn li Telebanî jî wilo kiribû. Telebanî bi pêşmergeyê xwe re xelkê hevalbendê xwe ajotibû Kerkûkê û Barzanî jî bi qasî ku şer bi pêşmergeyên Telebanî re bike bi xwe nexweş anî bû. Di dûmahîkê de Talabanî ji tirsa wî pêşmerge û xelk ji Kerkûkê vekişandin. Barzanî dîsa wek îro xeteyeke pir mezin kiribû!  Heger wî çaxî pêşmerge û xelkê kurd ji Kerkûkê derneketibana, wê îro belkî DAÎŞa misilmanên cenewar  jî çênebaya!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)