SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Di du deriyên cihê re çûn hewara tirkan!

OcalanHema hema li gora her kesî çûna Silhedîn Demirtaş a Rûsyayê ku wê bi wezîrê derve yê rûsan Sergey Lavro re rûnişta, qaşo bi temamî ji bo kurdan bû, lê ne wilo ye; min ti carî wilo lê nenerî.  Kurdê ku PKK baş nas kiribe bi hêsanî wê têbigihê ku di vê hingama ku rûs û tirkan li hev dane qolik û bi şûr û rim û mertalan li himberî hev pahn bûne, wê ne ji hedê Silhedîn û ti kurdê din be ku bêyî destûra tirkan karibin biçin Rûsyayê, û bi ser de jî bi sereketiya rûsan re li hev bicivin û siyasî hin biryaran bidin. Wek Ezîz Belayê Mêrdînî li kurdan kirin!

Îcar dibê de were û kirasê xwe neçirîne!

Wek tê zanîn, bi balafira rûsan ku tirkan anîbû xwarê, rûsan bi hemû haweyî li tirkan şidandibûn û lingên wan xistibûn zikê wan. Lê mixabin ji aliyekî ve Barzanî, li ser navê hevalbendiya ”hevdîrokî û hevsînorî ” xwe da ber barê tirkan, mehmetçîk li başûrê welêt belav kirin û bû gotinbêj, çavdêr û paşmêrê  wan , û ji aliyê din ve jî konseya  Ocalanê pîber bi malwêrankirina ”berxwedana xindeqan”  şelûpeleke bêlomyî li kurdan rakirin ku kurd û dinya bergiriya Silhedîn û komika pê re a ji bo selameta tirkan,  wek gilî û gazinên kurdan bigihînin rûsan dan fêhm kirin.  Haho, bê çi qasî konebaz û fêlbaz û qûnalêsên solalêsan e ev apoyî!

Bi kurtî, çawa ku hîn ji dema ALP Aslan de kurdan her ku li tirkan tengbûye, xwe dane binbarî tirkan û bi destê xwe mala xwe viritandine, di vê carê de jî kurdan bi destê Barzanî û konseya KCKa Ocalan careke din mala xwe li topê xistin û tirk derxistin ronahiyê, ewqas!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)