SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

JI Zindana Diyarbekirê dest bi xindeqan kirin!

PKKKKK-620x341Ev ne cara pêşî ye ku serekên PKKê bi ”şerê xindeqan” radibin. Pêşî li Zindana Diyarbekirê û dû re jî di sala 1990î de wek niha bi şerê van xindeqên ku mala kurd û Kurdistanê viritandine rabûne.

Di salên ku li Zindana Diyarbekirê qîmetê mirovahiyê hatibû pênc pereyan, namûsparêzên miletê tirk mehmetçîkên misilman  termê kurdên ku bi êşkenceyan dikujtin û  bi erdê ve dikişkişandin, kurdên hêsîrê destê zilma misilmanên cenewar berdidan ser hev,  hêsîran ji birçîna kêzik û mişk û herwekî din dixwarin û her kes bûbû hestî çerm, di adara sala 1983an de serhildaneke bê hempa li dar ket û di hindurê çend hevteyekî de di şûna wê zir zilma bê sînor de zilmeke bi sînor cih girt. Lê mixabin hîn çendeyek neketibû wê navê desthilatdariya girtîgehê rabû ser tapanan û bi mehmetçîkên xwe ên zebanî ketin vê û wê qawîşê û dîsa dest bi wehşeta xwe a berê kirin.
Eha tam di nava wê hingameyê de sereketiya PKKê a li Zindanê biryar da ku divê ”em şerê barîkatan bikin!”  Wilo gotin:

”Deriyên qawîşan venekin, pişt deriyan bi alav malavan qewîn bikin û bila her kes bi haweyê ku heger mehmetçîk ketin hindurên qawîşan xwe di çekan de rapêçîne û wilo çikçikî hema xwe di mehmetçîkan de werbike….”

Ez pir bi hêrz li dijî vê biryarê derketim û min got:

”Mehmetçîk xwedî dewlet e; û dewlet  jî ji teng û top, balafir, cebilxane û sîlehên herî mezin pêk tê. … Em hêsîr in, û tiştek di destê me de tuneye. Dema me nehişt ku mehmetçîk di deriyan derbasî hinduran bibin, ew ê di paceyan re; gava me nehişt di paceyan re bên ew ê dîwaran qul bikin ; û gava me ew di qulan de jî zeft kirin wî çaxî jî wê girtîgehê bi ser serê me de bînin xwarê….”

Ne bi tenê min, kesên wek  Necmedîn Buyukkaya, Mêhdî Zana , Nazîf Karelî, Wedat Aydin, Zekî Karataşê ku îro bûye HDPî li himberî wê biryarê derketin. Ji bilî me van kesan gelek girtiyên apoyî jî li dij biryarê bûn lê hemiyan jî wek îro newêrîbûn gotina xwe bigotana.

Îcar piştî ku 3500-4000 hezar girtî bi vê biryara wan a tirovirî  rabûn, (min wî çaxî jî navê vê biryarê kiribû bir yara tirovirî), dewletê jî derdora girtîgehê bi tengan rapêça, li hewşa girtîgehê jenetor û li ser banên girtîgehê jî hoperlorên pir mezin bi cih kirin, li ezmên helîkopter zîz bûn, bi sedan komandoyên ku ji kolordiya Diyarbekirê anîbûn dadan hindurê girtîgehê û ji her derê zindanê dengê ax û keser û qîr û hewaran ber bi meqamê Xweda û pêxemberê wan de bilind bû! Lê ne wî Xwedayê wan  ê ku hêsîrî wek pişka ezel li eniya kurdan dabû û ne jî wî pêxemberê wan ê ku li Cenet-ul mawa di ser temamê horiyên ometa Islamê de bû deng bire xwe….

Piştî êrîşên komandoyên ku derî rakirin û di vir û wir re ketin qawîşan Necmedîn û çend kesên din hatin kujtin û bi sedan hestî û parsuyên girtiyan şikestin û girtîgeh bû gola xwînê, biryargeha girtîgehê dev ji biryara xwe a tirovirî berda û got:

”Bila deriyê qawîşan b i şev û rojê vekirîbin; mehmetçÎk dê û jinên we bînin pênc pereyan jî dengê xwe dernexînin û wan çi got wek wan bikin….”

Serekên PKKê di sala 1990î de wek vê afata ku îro di bajaran de bi serê kurdan de anîne di gundiyan de jî kirin.  Serekan emir dan şêrgeleyên xwe û gotin:

”Bila gundî derdora gundê xwe bi xindeq û kanalan rapêçin û bi sîlehê xwe, (sîleh kare çifte, demaçe, sêgulîk, melhêb, das, çakûç, tevşo, bivir be), çi dibe bila bibe xem nake, di tar û navtar, rê û duryanên gundê xwe de bisekinin û nehêlin esker bên gund…”

Gelek rîhsipiyan bi haweyekî nerazîbûna xwe gihandin serekan û Ocalan bi xwe jî, lê qîmet nekir.  Mehmetçîkan pêşî  ji gundê Qurdîsa Mêrdînê dest bi kujtina gundiyan kirin. Kujtin, girtin, talan kirin û berê wan ber bi bajarên tirkan û dinyayê ve vekirin.  Îcar piştî ku bi sed hezaran gundî ji cih û warên xwe bûn, Ocalan û peydûkên wî gotin:

”Bila gundî dev ji xindeq û kanalan berdin û bi eskeran re tu şer û pevçûnan nekin….”

Lê ma êdî fêde dikir. Mehmetçîkan temamê gund, deşt û çiyayên Kurdistanê zeft kiribûn û  mala her gundî wêran kiribûn. Mehmetçîkên ku li gundan kurd û şêrgele têk biribûn, îro jî li bajaran dixwazin kurdan têk bibin; da kurd tu carî nema bi ser xwe ve bên, tirsa tirkan ji zikê wan dernekeve û bi miletî wek Konseya PKKa Ocalan qûnalên tirkan bijîn! Eha ev e sebeba ”şerê xindeqan!” Ewqas.

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)