SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Roja ku “ARGKê girt ser kerxaneya Mersînê!”

kerxane(Bibexişînin ku di vê carê de min gotara xwe a li ser ku gerîlayên PKKê çawa girtibûn ser kerxaneyê ne di salvegera meh û roja wê de belav kir. Wek prensîp ez vê xebera têkil gotar her sal di roja wê de belav dikim.)

Roja ku “gerîllayên ARGKê” li Mersînê girtibûn ser kerxaneyê, bekçiyek kuştibûn û yek jî giran birîndar kiribûn, ez li Uppsalayê mêhvanê dostekî bavê xwe bûm.

Dostê bavê min alîgirekî PKKê, mirovekî mervan û xwedî kultureke tam kurdî bû. Li şensê wî ku ez zû pê ve giham û min nehişt ku xwe bi nav PKKê de berde. Hîn jî dueyan ji min re dike ku min ew û zarokên wî ji ser wê rêya kurdnenasî û kurdkujiyê dagerandin. Di eslê xwe de ne bi tenê ew, di hindurê 15-20 salan de bi sedan û heta belkî bi hezaran min kurd ji xefika PKKê bi dûr xistin. Digel ku min ji destê PKKê pir kişand, dîsa jî ez pir kêfxweş im ku min ewqas insan ji temara mirinê û kurdfiroşiyê xelas kirine. Ez bextewar im. Tiştek ji wan hest û hîsên ku mirov bûbe sebebê insan ji mirinê xelas bûbin xweştir nîne!

Min û dostê bavê, me li ser xebera rojnameya Özgür Gündemê sohbet dikir û me dît ji nişkê ve du PKKiyên neqawî dadan hindur. Yek nisêbînî, yek mereşî; ê nisêbînî xort, ê mereşî navser bû û min herdu jî nas ne dikirin. Mêrikan mîna ku li sohbeta me guhdarî kiribûn, çawa kişiyan odeyê, wilo jî beşdarî nav sohbeta me bûn û bi hev re ji min re gotin:

“Heval tu zimanê xwe pir dirêj dikî! ARGKê karekî bi namûs û şeref kiriye ku girtiye ser kerxanê!…”

Ez ji xwe bi karê ku ARGK pê rabûbû û nivîsandina xeberê aciz bûbûm û gava wan jî a dawî ji min re got, ez pir hêrs bû û bi wê hêrsê jî min ew bersivandin:

“Kuro hevalino, hinekî hêviyan ji xwe bikin! ARGKê karekî rezîl û Özgür Gündemê jî bi belavkirina wî karî, xwe rezîltir kiriye!…”

“Wey wey wey, çi çi çi!…”

“Kuro heval, min hemû tişt got, de heydê em ji hindur derkevin û bi lêdanê min binermijînin ku çima ez jî ne hevalê we me!…”

Mêrikan xwe nekirin wek min, hema rabûn û çûn. Mala wan ava ku li min nexistin. Herdu jî wek du bertelaşan bûn. Îcar her ku dibe 26ê meha dehan, ew roj û bi wê rojê re ewqase keda me a ku bi miletî me di ber PKKê de xerc kiribû tê bîra min û bêhna min jî ji hew bêhtir teng dibe…

Rojnameya Özgür Gündemê çi nivîsîbû ka em bi hev re bixwînin:

 

“Geneleve yapılan saldırıyı ARGK üstlendi!

 

Mersin siteler semtinde bulunan geneleve önceki akşam yapılan ve bir bekçinın ölümüne, bir kışininde ağır yaralanmasına neden olan silahlı saldırıyı, gazete bürolarını telefonla arayan bir kışi, devletin ahlak anlayışına kadınların ve genclerin cinsel sömürüsüne yönelik olduğunu belirterek ARGK şehir gerillaları adına üstlendi. Telefondaki kışi, genelevin, etik ve moral değerlerinın erozyonuna neden olduğunu, bundan böyle ARGK’nın fühuşa ve cinsel sömürüye izin vermiyeceğini belirtti…” (Özgür Gündem 26 10 1993)

 

Kurdiya wê:

“Yekî telefonî broyên rojnameyan kir û da zanîn ku do êvarê ARGKyê bi sîlehan girtiye ser kerxaneya Mêrsînê ya li semta Sîtelerayê ku di encama êrîşê de notirvanek hatibû kuştin û kesekî din jî birîndar bû. Wî da diyarkirin ku gerîlayên ARGKyê yên bajaran ev êrîşa hanê pêk aniye û mexseda êrîşê, li dijderketina exlaqê têgîştina dewletê ya bikaranîna cinsiyeta jin û xortan e. Kesê telefon kiribû herweha diyar kir ku kerxane dibe sedema hilweşandina hêjayiyên di warê exlaq û etîkê de, loma jî ji nuha û pê ve ARGK dê destûrê nede fihûşê û bikaranîna îstismarkirina cinsiyetê.” (Özgür Gündem 26 10 1993) Wergera wê hevalekî min kir.

 

 

Bi vê nivîsê min xwest ku ez ji PKKê re çi bibêjim?

 

Bi vê nivîsê min xwest ku ez ji PKKiyan re bibêjim tarîxa PKKê bixwînin da hûn bibînin ku asas dijminê PKKê, PKK bi xwe bûye. Heger we ew tarîx bi ûjdanekî paqij û bi aqilekî têgihiştî xwendibaya, we yê bi hêsanî dîtibaya ku PKK çendî dijminê xwe û miletê xwe bûye û we êrîşî vir û wir ne dikir. Çawa ku PKK ji sebebên dijwar afirî bû û bi wan sebeban bi qasî imperetoriyekê mezin bûbû, wilo jî ew sebeb in ku PKK ewqasî piçûk bûye. Her sebebek dûmahiyeke xwe heye. Îcar tam di vir de heger PKK wek ku gotibû xwediyê doza serxwebûn û azadiya Kurdistanê mabaya û bi dewleta mehmetçîkan re pevçûna xwe dom kiribaya, îro PKK wê li ser textê şerefa miletê me jî rûniştîbaya. Lê mixabin piştî ku PKK ewqasî mezin bû, vê carê jî berê xwe ji mehmetçîkan guhert û bi temamê xerabiyên dinyayê kişiya ser exlaq, edeb û mal û canê miletê me. Di şoreşa tu welatan de mirovên naşî ne bûbûn mezinên rîhsipiyan. Li tu welatan zarokan ji dê û bavên xwe re ne gotibûn “heval!” PKKiyan ji bilî ku gihan kê û kuştin, kûçik, dewar, pez û her çi tiştên ku bi ruh bûn û ne ên wan bûn berdanê û kuştin. Tiştek ji hevalkujiyê rezîltir tunebû û PKKiyan jî bi dehan hevalên xwe ên wek Hikmet Fidan kurdperwer kuştin. PKKê li kurdan vexwarina şerab û bîrayê, instrumentên muzîka kurdî û dengbêjiya ku ji rehên tarîxa kurdî dihat qedexe kiribûn. Zewaca keç û xortan jî. Ma çi û ne çi qedexe ne kiribûn? Nepeyive! Bikuje! Û piştî ku te kuşt jî efû bike! Aha prensîpên PKKê ev bûn. Ji aliyekî ve digirt ser xwendegehan mamoste dikuştin û ji aliyê din ve jî keç û xortên kurdan hînî tirkî dikirin. Şoreşgerên welatên wek Cezayirê bindest, hetanî ku milîtarîzma frensî ji welatê xwe ne qewirandibûn, dest dirêjî xwendegehan ne kiribûn. Li tu welatn jî kesî ne kiribû. Lê ên me kirin û him jî pir xerab kirin. Tew bi ser de jî li vir û wir girtin ser pavyonan, bar û kerxaneyan û bi haweyê ku Kurdistan derxistibûn ronahiyê dolabên propagandayê ha ha gerandin. Her yek ji wan bûbû zir melayekî komunîst! Kulibîbûn û bi goştê canê me û xwe hilketibûn! Bûbûn xezeb û mîna petrîşokê bi me û xwe de teqiyabûn!!

 

Tarîxa xwe bixwînin da hûn hinekî li xwe vegerin, destên xwe ji xwîna birayên xwe ên kurd bikişînin û bi sîleh û bombeyên herî mezin êrîşî ser mehmetçîkên teres bikin. Xwedê we hedayet bike!

 

26 10 05

 

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)