SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Xwedê û Şeytan û insan!

reyhanliHema bêhnekê be jî xwe ji xofa xwedayên ku bi rêya dîndarên dilpak di bin zanyariya me de sawêr girtine bêrî bikin û bi mantiqê fîlozofên çend hezar sal berê ku bi çûn û hatina di rê û rêçik û çaryanan de zanista xwe diafirandin li liv û tevgera kayinatê bifikirin, hûn ê zelal bibînin ku her insan hinekî Xwedê û Şeytan e û li dinyayê û bi taybetî jî li Rohilata Navîn bi hêsanî dikare karê Xwedayê her dînî bimeşîne. Yanî bibe Xwedê.

Ku em bi zarekî sivik bibêjim; dema ku kî çi di kê de bike, kî çi ji dinyayê bike, kî çiqasî di sirûştê de bike û Xwedê jî wê têkilî kesî û tiştekî nebe, kî nikare bibe Xwedê, yan gelo kî nikare bi karê Xwedê dakeve?

”Xwedê xefûr û kerîm û mezin” bûbe jî tiştekî derman nake! Hebûna ku di bin barê tunebûnê de zîz û keslan dilive, qudreta afrandêrê erş û ezmên raber nade. Damezrandina ku yekser bi sebeban ve hatibe girêdan, radest nabe. Insên bi qasî ku Xwedê nas kiriye, yan jî bi qasî ku jê dûr ketiye sîstema wî têk biriye. Insên di hikmê 400 salî de dinya pîr û kal kir û ji hawhaw de xist. Û hîn em li ku ne! Gelo te ji min fêhm kir?

 

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)