SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Ku Barzanî protesto nebe dewleteke kurdî çênabe!

BarBerî ku heyran, mirîd û solalêsên rêzdar Barzanî êrîşî min bikin, hema divê bibêjim ku her çi protestoyên cur be cur, pevçûn û liberxwedana demokratîk  e li himber kesên têgihiştî , rêxistinên demokrat û dewletên demokratîk dibin.  Min her tim xwepêşandanên civatî, grevên birçbûnê û hwd. ên li himberî desthilatdarên tirkan, ereb, faris û temamê ometa Mûhemed wek ehmeqiyeke mezin dîtiye û ez li dij sekinîme. Li Zindana Diyarbekirê min qirika xwe bi qîjewîjan diqelaşt ku çima me di liberxwedanan de ji dêvla ”bimre koledarî, bimre mêtigehkarî, bimre faşîzma dewleta tirk…”  nedigot ”bimre tirkên kûçik, bimre tirkên pox, bimre tirkên bênamûs…”

Min ji hevalên xwe ên sereke re digot gava em dibêjin ”bimre koledarî, bimre mêtigehkarî, bimre faşîzma dewleta tirk…”  mehmetçîk bêhtir dikevin çav xwe û xwe wek Sezar, Hîtler, Mosolonî  zirzir mezin dibînin. Bila şiyarên me ne bi rengê ku wan mezin û bi hêz, wan piçûk û pîs bikin be. Lê bi a min nedibû. Carina piçikekî dibû.  Roja ku li dadgehê idam û miebed dan me gelekan, hemiyan bi yek dengî dadger protesto kirin û gotin: ”Bimre faşîzm, bimre mêtingehkarî” û hwd. li me nexistin; lê gava min got ”kahrolsun poxolar!” mehmetçîk bi pê, gez û lepan kişiyan me, û tê ra me li me xistin. Êdî wî çaxî me hemiyan dizanîbû ku bi wê gotina min me ew pîs kirine. Erê, me lêxistina xwe xwar, lê me ew jî pîs kiribûn.

Ku em  bên ser asasê mijara xwe:

Meshûd Barzanî ji me ye. Yanî kurd e û xwediyê dozê ye. Lê mixabin têkiliyên barzaniyan ên bi tirkan re, Barzanî bi xwe jî li hev gerandiye û serê werîs li ber winda kiriye.  Barzaniyê ku çend carekî  referandûma dewleta kurdî pêk anîbû û kurdan ew wek serokê dewletê hilbijartibûn, bi çi aqilî û bi çi heq û hiqûqî vê carê jî ”piştî ku Mûsil ji destê Daîşê derkeve” û ji her derê herêmê aşitî bipijiqe dikare referandûma dewleta kurdî li dar bixe?

Ji Şoreşa Frensî û vir ve, çend dewletên piçûk ne tê de, li her derê dinyayê dewlet di hingama şer û pevçûnan de afirîne. Dewletên erebî di nav bahoza Şerê Cîhanê de, Tirkî û dewletên Sovyetî û hwd. hemû wilo afirîne.  Barzaniyê ku ji roja bûye serokê başûrê Kurdistanê têgeha dewleta kurdî ji ser zimanê wî neketiye, heger bi rastî referandûmê ji aram û aşitiya Iraqê û Rohilata Navîn re bihêle,  ew jî tê wateya ku Barzanî heşkere heşkere careke din kurdan dixapîne.  Di roja ku pêwistiya rûsan, emerîkî, ewrupî û piraniya dewletên dinyayê bi pêşmergeyan û bi miletê kurd heye dewleta kurdî ne afire, îcar piştî ku pêwîstî bi pêşmerge û kurdan nema be wê dewlet biafire ha!

PDK êdî divê dev ji vê propagandeya xwe a ku bi qeweta hin ronakbîr û siyasetgerên xwe ên wek Yaşar Kayayên demekê ku di bakur û roavayê welêt de ha ha YNK û partiyên din ên kurdan bi xiyaneta li dijî avakirina dewleteke kurdî tawanbar dikin, berdin. Rêxistinên başûrê welêt, tev li temamê xelkê hemû jî dewleteke kurdî dixwazin. Problem di barzaniyan de ye. Qewet û biryar li wir e. De bikin! Nakin, Çima?

Bi kurtî, heger her kurd ji hindama xwe ve bi haweyekî Barzanî şiyar neke û Barzanî jî hema aniha bi bangaziya dewleta kurdî ranebe, di dawiyê de gava ”hasil giha Mûsil” bi mala miletê kurd re wê mala barzaniyan jî wêran bibe û hew!

Nûçe

Şirove

One Response to “Ku Barzanî protesto nebe dewleteke kurdî çênabe!”

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)