SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Dewleta kurdî ma piştî Şerê Mûsilê!

MiraniLi Rohilata Navîn çerxa dinyayê bi vê lez û beza ku îro dizîvire di tu demên zemanan de belkî wilo ewqasî xurt nezîviriye.  Li ber bayê çerxê babîsok rabûne; babîsokan dist û niqrên goştê kurdan dernixûm kirine,  gur û wawîk û teyr û tilûr li dora dist û niqran ha ha zîz bûne û serek û serokên kurdên başûrê welêt jî, li darxistina dewleta kurdî li dera han bihêlin, hîn pirsgirêkên xwe ên desthilatdariyê safî nekirine!

Di demên ku li Yûnana Kevin  şeytan û li Rohilata Navîn jî pêxember diafirîn û ha ha li dinyayê belav dibûn û di dawiyê de şeytanan temamê pêxemberan di ”erşê Xwedê” de hêsîr girtibûn,  serekên kurdan jî mîna îro dabûn dû qûna dînê Islamê û qelşoka di Kurdistana ku wek îmana misilmanan dihat naskirin, bi nav şeqên tirkan, ereb û farisên teres ve didirûtin!

Bi kurtî,  emerîkiyên ku Barzanî û Barzanî jî kurdan ditewilîne, afirandina dewleta kurdî li bendî  şerê ku wê li Mûsilê bi Daîşê re li dar bixînin sekinandine. Û ew yeka han jî ji bo miletê kurd malwêraniye! Afirandina dewleta kurdî di dema ku hema hema  pêwistiya temamê dinyayê bi kurdan heye çênebe,  di piştî ku pêwistî nemîne tu carî wê çênebe! Qozê di destê Barzanî de mezin e, em wek kurd ji her hêlê de divê zorê bidin Barzanî, da hema aniha vê dewletê li dar bixîne, ewqas!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)