SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Namûsa Islamê!..

Lanet…ne didîtin ku zembereka tarîxê di nav duguliyên wê ên mermerî de, di devê deriyê lewh û mahfûz û di navbera herdu lêvên liqûmî de çikilandîbû. Kayinat li ser kelefên wê ên girover hatibû avakirin. Kelefek erş yek ezman bû. Di qelşa erş û ezmanê wê re melayiket, şeytan û xwedan diherikîn bihuştê.

Sênga wê bûbû qada şerê Sikenderê Zilqerneyn. Siltanan di bin siha memikên wê de tarîx nivîsandibûn. Pêxember di nav çayira wê de, ew çayira ku misk û ember difûrand, bi pêlên qeymaxê heyvanê wê serxweş ketibûn û di koşka bihuşta wê de raketibûn. Diranên wê ên birincî aqda tarîxê, çermê wê kaxet, bêvila wê qelem, qetra lêvên wê hibir, zulfên wê ên perî tîp bûn. Di gevzeka wê û xwedanan, melayiket û şeytanan de Sokrates afirîbû. Îsa ji ser menbera di hindurê koşka bihuşta wê de pekiyabû. Di çavekî wê re ro di ê din re heyv dihilat. Av ji xwêhdana wê, ba hilma wê bû. Cîhan bi guliyên wê ve daliqandîbû. Mijankên wê bûbûn benê hêlana Emer Heyam. Pira selatê ew burhên wê bi xwe bûn. ”Nûr”a ku digotin ji xwîna wê bû; îman di xeleka çaviya erş û ezmanê wê de kom bûbû. Ava kewserê ji memikên wê herikîbû…

Erê, helbet di rojekê de ji wê bihuşta wê, dê dilopên xwîn û elemê rawestin û çemê jiyanê li yamyamên islamê û temamê kayinatê bide der…

 

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)