SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

”Bila bi zilma ereban û ne bi rehma tirkan be!”

barzaniÎro mirov pir baştir dibîne ku Mela Mistefa Barzanî bi vê hevoka xwe a dîrokî çendî tirknas bû ye! Lê mixabin peydûkên wî jî, hema hema her tim, û bi taybetî jî ji rûxandina zalimê mezin Sedam Hisên û vir ve tam bermeqlûbî wî meşiyane û bi tirkan re ji ser sifreyekê ranebûne. Qed lê nefikirîn ku hevalbendî û dostayiya bi tirkan re mirov ji her tiştê kurdî bi dûr dixist.

Bi kêmanî hema heger ji girtina Ocalanê pîber û vir ve bi çavên kirîn û firotinê li nêzîkayiya kurdan û tirkan nerîbana, wê dîtibana bê bi wê nêzîkayê kurd çendî, asîmle, perîşan û rezîl bûne!

Zemên her tim şanî me daye ku hevaltiya bi tirkan re di dûmahîkê de dijminahiya kurdan, xeberdana bi tirkî asîmlekirina kurdî, avakirina Tirkiyê xerabkirina Kurdistanê û serketina tirkan jî binketina kurdan bi xwe re aniye.

Tirk bi qasî ku dewlemend bûne kurd jî ewqasî xizan bûne; tirk bi qasî ku di nav dinyayê de hatine xeberdan kurd jî di nav dinyayê de ewqasî hatine ji bîrkirin; kurd bi qasî ku bûne kurdên misilman û demokrat, tirk jî li himberî kurdan ewqasî bûne kafir û faşîst. Kurdên îro ji ên doh bêhtir bûne misilman û demokrat, û tirkên îro jî ji ên doh bêhtir bûne kafir û faşîst.Û de ji xwe re li rezaleta ku em îro bi miletî ketinê tê de binerin!

Êdî siyasetger û ronakbîrên kurdan divê van tiştan bibînin û bi hemû haweyî li xerabkirina dewleta Tirkiyê, Iraqê, Îranê û Sûriyê û qelskirina tirkan, ereb û farisan bigerin. Serxwebûna başûrê welêt di xerabkirina dewleta Iraqê û xurtkirina desthilatdariya Hewlêrê jî di qelskirina desthilatdariya Bexdayê de ye! Li Tirkiyê, Îran û Sûriyê jî wilo ye.

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)