SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Bi şerê li Tirkiyê PKKê tînin dereke din!

ankaradaEz yekî ku ji roja roj de bi qîj û wîj û ax û hewar li dijî ”siyaseta xindeqan  bûm. Û her wilo jî hevalê ku PYD li ba Haviz, lê ne li ba tirkan sekinîbaya bûm. PYD li ba tirkan baya,  wê îro Binxet him xirîxopan ba û him jî di dawiyê de kurdan tiştekî çê bi dest nexistibana.  Ez wilo difikirîm, û min wilo jî her digot û dinivîsand. Tişt ji tiştan mezintir, xayin ji xayinan bi xoftir hene. Bila bi şûrkêşiya PYDa îro, lê ne bi Qamişloka kavil, Efrîn û Amûda tunebaya.

Siyaseta xindeqan ji bal tirkan bi destê Konseya PKKê hatiye kirin. Bi wê siyasetê mala kurdan û hêza doza kurdî hatiye petixandin.  Bi wê siyasetê tirkan derbeke mezin li miletê kurd dane.  Di vê derbarê de bila gotina min niha bi ewqaskî bimîne; da ez bi çend gotinên girover dawiyê li asas mijara ku min dixwezt jê bipeyivim bînim:

Bi vê teqîna ku vê êvarê li Enqerê bû, êdî şerxwazan biryara ku li bajarên tirkan jî qiyamet rabe dane. Xerabkirina Tirkiyê ne biryara rayedarên dewleta  tirkan a kûr û nizim e;  biryara hêzên mezin in. Şerê bi vî haweyî wê bidome. Û di wê navê re jî li aliyekî tirk dest bi komkujiyan bikin û li aliyê din jî PKK bi haweyekî bêdeng li bin guhê hev keve; hin serokên wê ên kewaşe ji holê rabin û biryargeha PKKê têkeve destê mêrxasên kurdan.  Dibe ku ev gotina min a dawî ne bi haweyê ku ez dibêjim bibe, lê ez wilo dixwazim, niha ewqas.

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)