SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Barzanî û tirk!

barzani-erdoganBi rastî tu carî ne niqutîbû dilê min ku min ê jî di rojekê de li ser Meshûd Barzanî bi vî haweyê niha bigota! Barzanî, bi temamî nebe jî, gelek hêviyên me têk birin û gelek caran jî berê miletê me bi kaş û newalan de vekir! Mixabin, ew şewqa ku bi rivînên ji êş û jana kelaxên kurdperweran di ezmanê başûrê welatê me de gihabû hev û li temamê Kurdistanê belav bûbû, bi qasî ku kurd rû bi rû li hev biqelibin di bin destên barzaniyên hevalbendên tirk re tarî bû û hîn jî tarî dibe!

Û bi rastî jî heger heta niha barzanî û telebaniyan û heta  temamê siyasetger û ronakbîrên me ên başûrê welêt, ji dewleta tirkan fêhm nekiribin ku kurd wek kurd çiqasî misilmanên baş û navmaliyên namûspaxirên jinên tirkan bin jî, heta ku dev ji kurdayetiya xwe bernedin û nebin tirk,wê qîma tu tirkî neyê û êgir li temamê kurdan bibarînin, hema bila ji niha û pê ve jî ji wê dewleta barbar fêhm nekin û nebin hevalê kurdên bakurê welêt û temamê kurdên dinyayê.

Hema carekê li çend salên ku barzanî û telebanî hinekî ji tirkan dûr sekinîbûn li serketina doza kurdî û dema ku ew û tirk tam dibin kirîvên hev li binketina doza kurdî binerin bê hûn ê çiqasî heq bidin lênerînên min ên di derbarê danûstendina tirk û kurdan de.

Bi girtina Ocalan re bi qasî ku kurd nêzîkî tirkan bûn kurd ji kurdayetiya xwe derketin, asîmle, perîşan û rezîl bûn. Zemên her tim şanî me daye ku hevaltiya bi tirkan re di dûmahîkê de dijminahiya kurdan, xeberdana bi tirkî asîmlekirina kurdî, avakirina Tirkiyê xerabkirina Kurdistanê û serketina tirkan jî binketina kurdan bi xwe re aniye.

Tirk bi qasî ku dewlemend bûne kurd jî ewqasî xizan bûne; tirk bi qasî ku di nav dinyayê de hatine xeberdan kurd jî di nav dinyayê de ewqasî hatine ji bîrkirin; kurd bi qasî ku bûne misilman û demokrat, tirk jî ewqasî bûne kafir û faşîst. Kurdên îro ji ên doh bêhtir bûne misilman û demokrat û tirkên îro jî ji ên doh bêhtir bûne kafir û faşîst, û de ji xwe re li rezaleta ku em îro bi miletî ketinê tê de binerin! Êdî siyasetger û ronakbîrên kurdan divê van tiştan bibînin û bi hemû haweyî li xerabkirina dewleta Tirkiyê, Iraqê, Îranê û Sûriyê û qelskirina tirkan, ereb û farisan bigerin. Serxwebûna başûrê welêt di xerabkirina dewleta Iraqê û xurtkirina desthilatdariya Hewlêrê jî di qelskirina deshilatdariya Bexdayê de ye! Li Tirkiyê, Îran û Sûriyê jî wilo ye.
Heger ne ji vê hevalbendî û dostaniya  barzaniyan a bi tirkan re baya, ma ji hedê tirkan bû ku bi ewqas esker, tenq û top û balafirên xwe êrîşî başûrê Kurdistanê kirbana. Kiribana jî ne bi vê ecêba îro! Tirkan bi tenq û top û bi balefirên xwe namûsa welatê wan aniye pênc peran! Xwelî li goştê berxên ku hûn dixwin û wê fêda ticareta we a bi tirkan be. Bila ne bi wê kêfa di himbêza keçên taylandî de û ne jî bi wan bombeyên ku sênga namûsa welatê me herifî be! Tirkan bi guleyên topan nav şeqên welêtê wan terişandine û ew jî bi dû ketine bê hîn çî xwe divê bidin tirkan; da tirk qanih bibin û wan dawetî civînên xwe ên li Marmarîs û Bodrûmê bikin.

Tirk hema hema her roj wê bi bîst-sîh balefirên xwe ve welatê mirov bombe bikin û digel ku li pişt mirov emerîkî  ingilîz, frensî û hwd. sekinîbin û mirov jî hîn karibe bi tirkan re li vir û wir li ser sifreyekê rûne! Dibe ku şerê bi tirkan re ji mirov neyê, lê mirov xwe ne bi vê ecêbê bi dest tirkan ve berdide. Navê vê ne kurdperwerî ye. Hîn heye, heger ne ji wê danûstendina barzaniyan a bi tirkan re bûya, barzaniyan, di demên derbasbûyî de derwêşên Ocalan ji balefirgehan danedixistin, buroyên mirîdên Ocalan nedigirtin, bi hezaran eskerên tirkan di çiyayên xwe de nedihiştin û erzaq ji ser çekdarên zarokên kurdan qut ne dikirin, li himberî BDPê AKP nediparastin û herwekî din. Û navê wan berîberdaniyan jî, wek ku îro ji doh hîn prtir dibêjin,  kiribûn siyaset. Rast e, siyast e, lê siyaseteke lewitî ye. Dema ku PDKê li rohilatê welêt digel pasdaran li pêşmergeyên Qasimlo dixistin û ew dikujtin ez li wanderan bûm û PDKiyan dîsa wek niha ji ewa xwe re digotin “kaka em siyasetê dikin!” Rast bû, siyaset digerandin, lê zemên şanî me da ku bê ew siyaset çendî lewitî bû!

Ji serî de ji dêvla ku barzaniyan ya divabû PKK kiribana kurdperwer û yan jî perçe kiribana, ji PKKiyan PKKa xwe a kurdperwer damezrandana û li himberî dewleta tirkan di çarereserkirina statuya başûrê Kurdistanê de wek qozekî bi kar bianîna, PKK bi temamî xistin paxila tirkan. Di sala 2004an de  30-40 kadroyên PKKê ên bijarte wek Nizametîn Taş ji ref veqetandin, kadro hemû xesandin û PKK bi hemû haweyî teslîmî tirkan kirin. Ma qey ew jî derew bû!  Barzanî û telebaniyan PKK ji kirasê mixalefetê kirin û şilfî tazî xistin ber generalên tirkan!  Bi sedan him PKKiyên revyayî û him jî ên çekdar bi hêviya ku bi mixalefeta PKKa li cem barzaniyan re bûbana yek di kozikan de de sekinîbûn. Û ez jî yek ji wan bûm.

Erê, kî ji xwe re çi dibêje bila bibêje, ji damezrandina dewleta tirkan û vir ve qedera Kurdistanê bi perçeyê bakurê welêt ve hatiye girêdan. Me bivê nevê, em bixwazin nexwazin, heta li vî perçeyî doza kurd xurt û geş nebe, li tu perçeyên din wê kurd bi ser nekevin û ji qetilamên tirk û ereb û farisan xelas nebin. Û îro jî ew xurtbûn û geşbûn bi kurdkirina PKKê ve maye. PKK hêzeke mezin e. Li pişt PKKê miletê kurd sekiniye. Belkî tiştê herî baş ku PKKê kiriye, kurd wek milet û herçar perçeyên Kurdistanê jî wek welatekî bi temamê kurdan daye naskirin û ji herçar perçeyan tevgera xwe pevxistiye. Li Dêrsimê mahabatî, hewlêrî, efrînî û li Mehabatê jî dêrsimî, hewlêrî û efrînî tên kujtin. Ev têgihiştin û pevgirêdaneke miletî ye. Tiştekî pir delal e. Li gora min di vir de problema miletê me a herî mezin ew ku bi haweyekî sereketiya PKKê têkeve destê kurdpereweran. Û di xabeteke bi wî rengî de rola barzaniyan pir mezin e!

Gotina min a dawî!

Heger di vê gotara xwe de min hinekî rêzdar Meshûd Barzanî êşandibe, lêborê dixwazim. Min çi gotibe, ji ber ku min wilo dîtiye û bahwerî pê aniye gotiye. Ez di doza kurdî de ne wek siyasetgerekî, wek ronakbîrekî bi teref qelema xwe bi kar tînim, tiştan bi nav dikim û siyasetê ji siyasetgeran re berdidim. Ez hîn jî ji seroketiya Meshûd Barzanî ewqasî bêhêvî ne bûme. Bi hêviya ku Meshûd Barzanî derdora xwe ji bertîlxwiran paqij bike, hinek navberê têxe nav xwe û tirkan, kurdistanî tevbigere, nîvê qeweta xwe li kurdkirina PKKê xerc bike, serketinê ji cenabê wî re dixwazim!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)