SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Hinekî jî divê ruyê mirov ji hev biêşe!

necirvan-barzaniHema wilo yekser, gelo bi rastî barzanî, telebanî û hikûmeta Hewlêrê nizanin ku cihê devjenga doza kurdî û bidestxistina mafê kurdan ne li Enqerê û Tehranê, li Buruksel, Londra, Parîs, Qesra Sipî û Moskovayê ye? Barzanî û telebaniyên ku 40-50 salî doza xwe a kurdî bi ûjdanê ereb û farisan li hev qulipandin û ji girtin, kujtin û malwêrankirinê pê ve tiştek bi dest nexistin û roja ku doza xwe gihandin ber destên ewrupî û emerîkiyan gelek tişt bi dest xistin, ji her kesî bêhtir dizanin ku cihê çareseriya doza miletê kurd ne li Enqerê û Tehranê ye. Baş e naxwe ev çi xwebidestveberdana tirkan û farisan e?

A wan ne dîplomasî, hevalbendî,û dostayî ye!  Hevkarî tiştek e û hevalbendî û dostayî tiştekî din e. Dibe ku mirov bi dijminê koka xwe re wek taktîk carina karibe hevkariyê bike; lê hevalbendî û dostayî qed û qed nabe! Tew bi ser de a wan bûye hevalbendî û dostaniyeke stratejîk! Û navê vê jî kirine dîplomasî. Heger ne wilo baya barzaniyan di warê fermî de ji bo her teqîna li Tirkiyê wê beyan li ser beyanan nedaban û li himberî wehşeta ku li bakurê Kurdistanê dibû jî ewqasî bêdeng nemana! Wilo çilo kurdayetiye, wilo jehra silêmanî ye! Bi kêmanî hinekî jî divê ruyê mirov ji termên zêc û zarên kurdên ku bi sedan li Cizîrê, Nisêbîn û Diyarbekirê bi destên mehmetçîkên teres lawên teresan zîvar zîvarî bûne biêşe û piçekî jî ji bo wan bisuhurîne!

Tirkan, ereb û farisan digel siyasetgerên kurdên qûnşil û ziktelêrên bakur û başûrê welêt li her derê dinyayê a xwe li Kurdistanê kirine yek û bi her haweyî li kurdan şidandine. Tirk ji bo ku kurdan ji hev belawela bikin û wan bikin hezar û yek perçe, bêyî ku bi qasî serê derziyê li reng û dengê mirovahiyê bifikirin bi hemû haweyî xwe dadane kurdan û hemû tiştên bi kurdî.
Ferman e, girtin û kujtin û talen e!
Rev û teslîmiyetê, pere û mal û milk aqil ji serê kurdan revandiye, her kes ketiye tolaqa zikê xwe û xwefiroşî bûye bihayê gezeke nan.
Ser ellah, bin neûzûbillah, qîr û hewar û giryan e!
Li Binxetê xela û li Serxetê jî nûrulhuda ye! Yanî jehr, zeqnebût û quzelqurt e!
Ya rebî tu çêkî. Lê bi telaq ku ne kurd çêkin ew ê tu carî jî çênake, ewqas!.

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)