SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Tirk û rûs li hev bikin ji kurdan re ne xêr e!

erdogan_putin_011214Tirkên ji bo ku li ser koka kurdan rûnin, xwe di pîsiya temamê dinyayê de dane û bi zirt û pirtan rikêbî ser rûsan, ewrupî  û  heta Yekitiya Miletan kirine ji her kesî baştir pê dizanin ku siturehên wan jî bên, ji bilî me kurdên xerabe,  wê nikaribin tepiskekê di kesî de werbikin. Ewqas û evqas qîjeqîj û çireçira wan hemû li ser ku xwe biha bifroşin rûs û emerîkiyan . A wan hemû ev e.

Û a rûsan jî ku di ser PYDê re xwe bigihînin PKKê û qerta kurd wek qoz li himberî tirkan bi kar bînin. Îcar roja ku li hev kirin, rûsên ku Elemaya roava bi tirilyonan firotibûn elemanên din, wê heta bi çîçikên kurdan jî bispêrin insafa tirkan! Li xêra kurdan ku Emerîka heye; û wê nehêle ku wek rûs û tirkan bibe!

Heger desthilatdarên başûrê welêt çerxa Kurdistana ku li bakurê welêt digeriya bidîtana û bi haweyekî PKK bikişandana ser delavên xwe, wê lîstikên tirk û rûsan ên li ser kurdan xerab bibûna û wî çaxî jî kurd di çavên dinyayê de bûbana ên xof û hesaban! Lê çi fêde, ez çi dibêjim û tembûra min li çi dixe! Bi kurtî, li Binxetê bi saya emerîkiyan rûs wê bi kurdan re bin û li Serxetê jî kurdan bifroşin tirkan, ewqas.

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)