SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Ma hûn hîn jî ”Demokratîk Cumhuriyet”ê diparêzin gelo?

wehsetDîsa wek dîsa divê  ez carek e din, pêşî di bîra PKKiyên ”hevalkuj”  û dû re jî di bîra ronakbîrên kurdan û temamê rêxistinên wan de bînim ku dewleta tirkan tu carî, erê tu carî bi xêr û xweşî, tiştekî ku wê kurdan bi miletî li ser lingan bihêle qebûl neke. Di vî warî de tarîxa Cuumhuriyeta dewleta tirkan  nimûneyeke zîz e. Vê dewleta kemalîzt hîn ji serî de qîma xwe bi hemû rezalet û pîsiya dinyayê aniye ku çi dibe bila bibe, xelkê kurd jî wek lazan, çerkez, ereb, ernawîtan û ên din bi zilm û zorê, bi rêya meqaman, karmendî, karsazî, zewacê û herwekî din asîmle bike. Û bi rastî jî tirk bi wê yekê tam bi ser ketin. Ji bilî kurdan îro kesek li ber bêvila wan nemaye. Tirkên ku bi milyonan kurd jî kirin ji xwe, bûn xwediyê zir welatekî û hejmareke li dor 70ê-80ê milyon î!

Di dinyayê de tiştek ji şexsiyetê mezintir û ji bêşexsiyetê jî piçûktir, ji şexsiyetê baştir û ji bêşexsiyetê jî pîstir tunebû û tirk jî di bêşexsiyetkirina kurdan de rabûn û di wî warî de jî bi ser ketin. Mirovê bêşexsiyet bi her tiştê xerab karîbû raba û mixabin piraniya kurdan jî îro ji şexsiyeta kurd û kurdayetiyê bêrî bûne! Hema carekê ji xwe re li nav û paşnavên ronakbîr û siyasetgerên wan binerin. Kurdê ku îmana wî di kurdayetiyê de kamil bûbe nikare bi nav û paşnavê tirkî bigere, binivîse û wî nav û paşnavî li ser kitêba xwe bixe. Ev jî rengekî kurdpiçûkxistin û tirkmezinkirinê ye. Ma ne eyb e ku mirov ronakbîr û nivîskarê kurd be, li Ewrupayê bijî û bi nav û paşnavê tirkan gazî xwe bike?

Kurdayetî ji nav û paşnav û zimanê kurdî dest pê dike. Ma nexwepiçûkkirine ku mirov wek ronakbîr û siyasetgerê kurd xuya bike, li Ewrupayê bijî û ji tirkan re bi sebeba ku carcarê mirov serbest biçe Tirkiyê eskeriyê bike, yan jî eskeriya xwe bikire? Ma ji vê bêşexsiyetiyê mezintir çi heye ku mirov wek xwêniyê tirkan bi dinyayê de terqiyabe û bi tirkî semîneran, panel û civînan ji kurdan re li dar bixe? Ma ew ne bêşexsiyetiyek e mezin e ku mirov mîna parlamenterên BDPê, yek-dudu netê de,  bi jin û zarokên xwe re bijî û zarokên mirov jî hîn nizanibin bi kurdî? Îcar zihniyeta herî kurddijmin ew e ku mirov ronakbîr û siyasetgerê kurd be û mîna BDPiyan di kongreyan, şahî û newrozan de bi sebeba ku tirk ” aciz nebin…” ”aciz nekin” bi tirkî bipeyive! Ev bêşexsiyetiyek e mezin e! Eha ferqa min û we ev e! Li vê dinyaya bi xweda û şeytan ger ez tenê jî bimînim, wê nav û paşnavê min her bi kurdî be, ez ê navê xwe û ê Kurdistanê mîna Xeyrî, Kemal û Mezlûm li meqamên herî bilind û herî nizm wek ên mehkemeya mehmetçîkên îlona sala 1980î û li her derê dinyayê bi dengê herî bilind bi kar bînim û bi kurdî jî bipeyivim; daxwaziya min a pêşî û dawî dewletbûyîneke kurdî û Kurdistaneke yekgirtî be. Li vê dinyaya ku tirkan, ereb û farisan li me kirine dojeh, em kurd ne kêmî tu kesî ne. Îcar we fêhm kir ”heval”, hevalên hevalkuj û kurdkuj û xwekuj?

Heval, ew çawa şeref e ku bi tenê hema li Cizîra Botanê bi sedan termên kurdên ku di ber pevçûnên we ên malviritî de, bi destên mehmetçîkan zîvar zîvarî bûne û hûn hîna jî ”Demokratik Cumhuriyet, sînorên  dewleta tirkan, îran û Sûriyê” diparêzin! Heval, ma hûn kengî ji Emerîka, Rûsya, Frensa, Ingîltere û hwd. bi namûstir bûne ku ew bi xwe êdî nema qîma xwe bi sînorên van dewletan tînin?

”Heval”  hinekî bifikirin, hûn ê bi xwe hayî bibin ku serekên we zilamên dewleta tirkan e! Û heger bi haweyekî ji qada şer û pevçûnan fik nebin wê dawiya me û we û me hemiyan bînin, ewqas!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)