SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Konseya PKKê serî li kurdan gerandiye!

dijminDi derbarê van rûdanên dewleta mehmetçîk û şêrgeleyên me ên dawiyê de, tiştê ku mirov li ser raweste û bêwestan bibêje pir in. Lê me got wê bibe çi yanî! Gava mirov mitirbê bê ribab be, kes guh nade stranên mirov. Îcar ribabê li dera han bihêlin, ne zirne û ne jî erbaneyeke min heye. Def ji xwe qet tuneye. Û bi ser de jî em ê vî xelkê me ê ku mehmetçîkan û şêrgeleyên Konseya KCKê bi hayelahên ocalanî gêj kirine, rakin govenda Ey Reqîb! ”Kero nemire heta qîvar şîn bên!”

Problema me ne ji ber ku tirk dewlet- mewlet û xurt e û em her li erdê vezilyayîne, problema me ji nav lingên me tê. Mezinên me ne ji me ne. Mezin altax in, ji ber vê yekê ye em tiştekî bi ser tiştekî naxin û her roj hîn bêhtir mala me xerab dibe! PKK ji her kesî bêhtir dizane ku şerê gerîlatiyê çî ye û wê mirov li himberî tirkan çawa şer bike. Yekî ku piçekî hema ji berberî û şer û pevçûnên gundiyan fêhm bkiribe, wê bi hêsanî bibîne ku her tim divê mirov li aliyê dij min î qel bixe û ji aliyê wî ê xurt jî bireve. Eha şerê gerîlayetiye ev her du tişt in. Yek li cihê ku tirk qels be lêxe, û ji cihê ku tirk xurt be bireve. Baş e îcar ji bo çi şêrgeleyên PKKê ne li çiyan, lê li bajaran şer dikin? Mijar pir vekiriye, lê ez ê mijarê bibim ser a ku dive mirov çi bike heta karibe ji destê tirkan û PKKê xelas bibe.

Xelasî wilo dibe:

Kurdên bakurê kurdistanê bi sê kesên zana, bi pênc kesên hinekî zana, bi deh kesên nezan, bi çewalek bombeyên zerqawî, du çewal jî deremêtên hemasî û bi bîst hezar dolarên emerîkî nîv-azad dibin.

Sabîno Aranay Goîrîyê ku wek bavê nasyonalîzma baskan dihat naskirin, hîn ji salên 1900î de gotibû ku “mezlûm jî heta ku serê zaliman neşikînin, zalim ew ê li wan guhdarî nekin!”

Û ETAya ku ji bal du xwendekarên unîversîteyê saz bûbû, ew zihniyeta Sabîno bi kar anî û di dawiyê de devê zalimên spanî çirand.

Digel ku spanî ji tirkan medenîtir û baskî jî ji kurdan henûntir bûn, zalimên spanî tim û dayim baskî di xwînê de fetisandibûn. Tirk barbar û kurd jî mêşinî ne û ev kurd wê bi qerewatê, şerab û dansa demokrasiyê azad bibin, ha! Li hev nake. Em diqedin, mehmetçîk me diqedînin.

Îrlandî û baskiyên ku mîna kurdên bakurê welêt ji îdentîteta xwe bi dûr ketibûn û bûbûn xulamên ingilîz û spaniyan, bi hinera bombeyên ÎRA û ETAyê li îdentîteta xwe vegeriyan û bûn nasyonalîstên mezin. Li tu derê cîhanê miletekî bêyî ku nasyonalîst bûbe, azad ne bûye. Problema kurdên bakurê welêt a herî mezin nasyonalîzm e û zihniyeta nasyonalîzimê jî bi dengê bombeyan pêk tê. Li tu derê cîhanê tu xelk bi hinera ilm û alim û teoriyên qereqûşkî nebûne nasyonalîst. Ên ku erebên serê çolan bi ên binê çolan hisandin û berê wan dan filistînê, navtêdanên erefatî û bombeyên hemasî bûn. Li Viyetnamê, li Cezayirê, li Kubayê û heta cih bi cih li hin derên Hindistanê bi xwe jî wilo bû, ewqas.

 

 

 

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)