SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Tirk li Kurdistanê 199 girtîgehên nuh ava dikin!

erdRayedarên dewleta tirkên ku ji roja roj de bi haweyê mişkên ku di hindurê malê de ji xerabiyê pê ve bi kurdan re tiştekî li xêrê nekirine, niha jî biryara ku 199 girtîgehên din li bakurê Kurdistanê ava bikin dan.  Bi vê hejmarê li bakurê welêt heger ez ne şaş bim, bi 170 girtîgehên berê, hejmara girtîgehan wê bibe 370. Û ji aliyên din ve jî bi sedan wê nîvbaregehên  eskerî  mîna  a ku li Wanê ji bo bi sedan esker lê bi cih bibin çêkiriine,  bi navê ”paraztina mafê xelkê kurd” pêşkêşî me jar û hejaran bikin! Erê, ”gel keyfim gel!”

Ji vê biryara zalimane pir vekirî xuya dike ku doza kurd û Kurdistanê, di pêşerojê de wê ji îro pir dijwartir bibe! Û ew jî tê wateya ku wê doza serxwebûn û azadiyê bi carekê ve ji destê Konseya KCKa cehş derkeve û têkeve destên asas xwediyên  dozê miletê kurd.

Îcar heger hat û sergovendên dozê nasyonalîst bin, ku wê wilo jî bibe, eha wî çaxî bila ew Xwedayê wan ê misilman şahidê pevçûna kurd û tirk bin! Tirk ne himberê kurdan e. Me di zindanan de liberxwedana  zarokên vî miletî û qehremaniya wan a bêhempa di çiya û zozanên Kurdistanê de bê çawa cendekên mehmetçîkan digindirandin gelek caran dît!

Ev sîh sal e ku sereketiya PKKê li ser navê kurdî şerekî bi henekan bi tirkan û şerekî giran bi kurdan re dike.  PKKê xiyaneteke mezin bi kurdan re kiriye; kurd xapandine û nehiştiye ku kurd wek kurd rabin ser xwe û bi haweyekî kurdane xwe di tirkan de werbikin! Sereketiya PKKê ji tirkan re altaxî kiriye û serî li miletê me ê cengawer gerandiye, ewqas!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)