SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Bi teqîna li Stenbolê komkujiyên li Gever û Nisêbînê veşartin!

geverRayedarên dewleta tirkên ku bi haweyê Hecîvat û Karagoz bi kurdan û dinyayê re dilîzin û di vê lîstika xwe de PKKê û DAÎŞê di navbera Tirkiyê û Kurdistanê de wek zirnazîqa di bin MÎT û şêrgeleyan de bi kar tînin. bi teqîna li Stembolê bala kurdan û raya giştî a dinyayê ji ser komkujiyên ku li Cizîrê, û niha jî li Nisêbîn û Geverê dikin,  belav bikin kirine.

Tirkan îro li Nisêbîn û Geverê bi çend helîkopterên skoskî hin kolan bombe kirin.  Piştî bombekirina bi helîkopteran teng dirêjî nav kolanan bûn û vê carê jî bi tengan li malê xelkê girêdan. Di dawiyê de gelek avanî hatin xwarê û gelek kurdên xizan û jar û hejar ku nikarîbûn bireviyana bi gelek şêrgeleyan re hatine kujtin. Tê gotin ku bi van helîkopteran li Geverê bombeyên kimyewî jî hatine bi karanîn!

Erê, heger wilo biçe, yanî PKKî li hev neqewimînin, hevdu safî nekin û ji bajaran dernekevin, mehmetçîkên teres wê pişta kurdan bişikînin.  Tirkan bi saya serê Konseya PKKa ku li ser pevxistina demokrasiya belediyan bi ”şerê xindeqan”  zimanê partî û dewletên dinyayê bi carekê ve ji ser kurdan birîne û çeqûber li kurdan girêdane, wê kurdan li erdê vepelixînin.  Konsey dijminahiyeke pir bi xof bi kurdan re dike! Kurd çi dikin bikin bi haweyekî divê çekdarên PKKê ji bajaran derxînin., ewqas.

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)