SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Şevek ji şevên Zindana Diyarbekirê!

bild 20Razan

Li girtîgehê razan, wek ku girtiyan digotin, ew jî «bi haweyê tirkî bû.»

Girtî, piştî şîvê hema ne bi gelekî divabû raketana. Seeta raketinê bi giştî li dor heyştan bû. Me kurdan gotinek heye dibêjin, ”xew û mirin yek e.” Lê li girtîgeha Diyarbekirê ne yek bû. Girtî divabû şiyar-razayibûna. Yanî him razayî û him jî şiyar bûna. Wilo çawa dibe nebêjin, li girtîgehê dibû.

Li gora exlaqê desthilatdariya girtîgehê, girtî divabû li ser piştê di temenê de raketibana. Mirovê gava ku di xew de temene xerab dikir û xwe diqulipand ser teniştekê, ji gardyanan lêdan dixwar.

Di dîwarên qawîşan de zeraqe hebûn. Gardyanan di van zeraqeyan re nahtorî li xewa girtiyan dikirin. Mirovê dema pixe pix jê bihata, di xew de biaxiviya, çongên xwe têxistana zikê xwe, lingên xwe bilebitandana, xwe bixuranda, bêvila xwe paqij bikira, bikuxiya, tir bikira û hwd. divabû sibehê hesab bida gardyanê qawîşa xwe. Gardyanên nahtor navê wan ji girtiyên ku di hindurê qawîşê de nobedarî dikirin distendin û li ba xwe dinivîsandin. Carina jî hesabstendin ne dihiştin sibehê, bîst-sîh gardyanî derî vedikirin û di xew de li wan dixistin.

We ku me got, di xew de deng û lapta herî piçûk qedexebû; lê girtiyan jî de xewa xwe de dengê herî bilind derdixistin û lepta herî mezin dikirin. Gava ku girtî radizan û xew li wan girandibû û mirov li qawîşê guhdarî dikir, mirov digot qey vir daristan e û çi mexlûqên ku li dinyayê hene hemû hatine nav vê daristanê. Hinekan dikwîtand, hinekan difîkand, hin diziriyan, hin digiriyan, hin dikeniyan, hin dioriyan, hin dipeyivîn, hinekan terempêl diajot, hinekan li qornê dixist, hinekan herdu lingên xwe pev re bilind dikirin û ji nişkê ve li renzê dixistin. Dû re jî diqêriyan û bi dengê herî bilind «emredersin komutanim!» digotin. Hinekan li çepikan dixist û hwd.

Gardyanan ji xewa girtiyan zewqeke mezin distendin. Car carê neh-deh gardyan di hindurê qawîşan de li hev kom dibûn, bêyî ku girtiyan şiyar bikin bi rewşa wan têra xwe dikeniyan û diçûn. Lêbelê şevinan jî mirov digot qey insan li qawîşê tune bûn; dengekî balkêş ji tu kesî dernediket.

Girtiyên wilo hebûn ku ji lêdanê pir ditirsiyan. Îcar ji bo ku temena wan xerab neba û lêdan nexwarana, xwe bi renzeyan ve girêdidan û gundorkî radizan. Di eslê xwe de girtî hemû jî ji lêdanê bêhtir, bi qedexa li ser qedemgehê (tuwalet) pir diêşiyan. Bi şevê çûna qedemgehê qedexe bû. Îcar vezilandî di qutîk û kîsên naylonî de dimîzt û dirîtin û digel wê pîsiyê radizan. Girtiyan heta derekê qîma xwe bi wê pîsiyê jî dianîn; lê gava ku pîsiya xwe diherikandin devê hev, wî çaxî pir li ber xwe diketin û heta carinan pev jî diçûn. Girtî li ser renzeyên eskerî radizan. Renze du qatî bûn. Girtiyên ku li qata jorê radizan, bêhemdî xwe car carê pîsî bi ser ên li jêra xwe de berdidan.

Min gelek babetên êşkenceyê dîtin. Lê bi rastî du babetên êşkenceya mehmetçîkên misilmanên teres lawên teresan ne dihatin kişandin! Yek, gava ku hişk bi gunên mirov digirtin û badidan! Dudu, gava ku mirov di xew de bû û bi dar mirov ji xewê şiyar dikirin! Li girtîgehê piraniya girtiyên ku serçelqî, nîvdînî û tirodînî bûbûn, ji ber wê lêdanê bû. Insan çawa ewqasî dikarîbû bûba zalim!!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)