SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

NARS-NARSÎZM- ZIR Û ZIRZIR NARSÎSTÊN ME!!

ocPêşî divê ez bibêjim ku mijara vê gotara min wê hinekî dirêj be. Ji bêgavî, carina ne tê de, ez qet naxwazim gotara dirêj rapêşî ber xwendevanan bikim. Ew jî ji ber ku xwendin û nivîsandina kurdî, hîn jî di bin zanyara mejiyê piraniya xwendekar û ronakbîrên kurdên me ên bakurê welêt de, rûneniştiye. Ji ber hindê, gotara dirêj dikare xwendevan ji xwendinê hîn sartir bike. Û ew yeka han jî qet li hesabê min nayê. Ji xwe armanca nivîsandina min a bi kurdî yek jê jî ew e ku ez, zimanê bav û kalan bi kurdan şêrîntir bikim. Ziman malbata min e. Û her çi xelk e jî, bi malbat û malbatan xelk e. Bahwer bikin, heger min bizanîbûya ku bi nivîsandina seks û şehwetê wê bi hezaran kurdan nivîsên min bixwendana, min hîç fedî ne dikir, min ê ji bo wan, li ba seksologên herî mezin ders bistenda û ji wan re seksa herî xweş binivîsanda. Kurd bi zimanê xwe kurd e; ziman hebûn û nebûna me ye; gava ziman çû, wê çaxê jî hertiştê me pê re diçe. Yanî kurd winda dibin! 
Li gora ku ilimnas dibêjin, berî zayinê li welatê Yûnanê bi navê Nars mirovek heye. Ev mirov rojekê diçe ser golê û tibabekî ziq li nav avê dinere. Piştî ku di binê avê û ser avê de sîha xwe dibîne, li xwe dimîne ecêbmayî û dibêje: “Wey bavo, min hîç bi xwe nizanîbû ku ez ewqasî sipehî bûm!…” Bi kurtî, di dawiyê de Nars aşiqî bejin û bal û cemala xwe dibe. Mêrik ji wê rojê û pê ve her roj diçe ser golê, ji sibehê hetanî êvarê li sîha xwe temaşe dike û di reşaya eşqa dernixûmî de dikeribe; bi rivînên ji xweder diqiçqiçe û habela xwe dialêse. Nars di dawiyê de bi vê eşqa kesnedîtî serçelqî dibe, nexweş dikeve û bi qîjewîj dimire. Bavê zanista psîkolojiyê Sigmund Freud jî, navê nexweşiya wî, wek “narsîzm” derbasî zanistê dike.

Narsîzm nexweşiyeke xwezayî ye; û kêm-zêde ev nexweşî bi her mirovî re heye. Ev nexweşiyeke wilo ye ku hîn ji malzarokê de têkilî nav xwînê dibe, xwe raperî ser mejî dike û bi zarokê re tê dinyayê. Narsîzma destpêkê xav e; dûrexlaq, bêzerar, bi tinaz û devliken e. Narsîzma zarokî di dewra xortaniyê de kesaxa xwe a dawî dike û dipişkive. Li gora Freud, narsîzma zarokî, bi rêya têgihiştinê dikarîbû berdest bûba. Lêbelê li gora Erich Fromm ew yeka han pir zor bû. Ji ber ku diruvgirtina karekter û îdentîtetê ne bi tenê bi deng û reng û hestên malbatê, bi derûdorê, civak û dibistanê ve jî girêdayîbû, ne dibû. Qencî, difir û paya sosyal û zîrekiya malbatê, bi tenê hew rûdaneke hezaza mejî bû.

Narsîzm kompleseke piralî, bi hêl û mêl û berhêl e. Lêbelê digel wêqasê, ew dîsa jî di hindurê xeleka niqrekê de li hev dizîvire; xwe bi kelemên jiyanê vediçirîne û dijî. Avrêla jînê û pevxistina tevgerê, vê kompleksê geh har û dîn dike û geh jî diqurmiçîne û dikenîne. Yanî geh mirov dike pêxwas, qesas û solalês û geh jî mirov dike zimandirêj, qeşmer û qirdik û hwd.

Ji bilî zir û zirzir narsîstan her mirov, kêm-zêde, hinekî bi narsîzma xwe agahdar e. Wek nimûne: Jin navserî ye û biruyên xwe radike; şodra û bodra di rû û lêvên xwe de dide; xwe di fîstên de diziqziqîne, mîna qitikê tenatena xwe li ba dike û bi wê navê de dirije. Ev jinik bi rengekî vekirî, dilpijokiya xwe dide der. Gelo jinik ji ber ku ji xwe hez dike, yan gelo dixwaze xwe bi hezkirin bide wilo dike?

Dilpijokiya wê sê niçî ye. Ji bilî zarok û xortan, dawiya tevgera ji bo xwebihezkirindanê her tim pik, qob yan jî negatîv diqede.
Mêr ji vir û wir xwe mûyan diçelpisîne, simbêlan bi ser lêvan de dike boq, porê sipî di boyaxê de diguvêşe, pêşenîkê bi haweyê ku mêş li ser biçerixe cîla dike û mîna qeymeqamê Qubînê bi serê lêvan diliklikîne.

Gelo ev mêrik çima wilo kenê mirov bi xwe tîne? Bi vî mêrikî re jî dilpijokiyek heye. Eva wî jî pik, qop yan jî negatîv e.
Ne jin xweşkebanî ye û ne jî mêr xweşmêr e û herdu jî di civatê de pesnê hev didin. Bi van re jî dilpijokiyek heye. Lêbelê di dilpijokiya wan de kompleksên kulturî pêşker in. Û kompleksên bi wî hawayî jî xerab in.
„Xwedê tê rehmê û tê xezebê!“ Naxwe dilê wî heye.
“Xwedê hertiştî dibîne!” Naxwe çavên wî hene.
“Xwedê dibihîze!” Naxwe guhên wî hene.
“Xwedê rêya xerab nade ber ebdê xwe!” Naxwe mejiyê wî heye. Û herwekî din.
Insên mirêk daniye ber xwe, li xwe dinere û Xwedê rave dike. Û navê wê jî kiriye ”Bahwerî…” Lêbelê herçi bahweriya neilmî, ”ihtîqad” û ”îbadet”, babetên narsîzmê ne.

Bi kurtî, hin mirov mîna Nars heyranê bejin û bala xwe ne û ji ber mirêkê ranabin; di mirêkê re xwe berdidin deryaya eşqê, zimên dicûn û bi cvatê re dikevin şehwetê. Hin heyranê xebxeba qirika xwe ne ku seraqet bitewirînin û civat li wan guhdarî bike. Hin heyranên ku ji xurtan li çepikan bixînin da bi wan çepikan re bên qanê û xuya bikin. Hin bi kurtêlxwiriya xwe, berdoşekî û pêxwasiya xwe hespê xurtan dibezînin û pê li jîr û zanayên civatê dikin. Ev hemû komplesên narsîzmê ne. Yanî nexweşî ne.

Mirov zir narsîstan çawa nas dike?

Zir narsîst, çi xwenda û çi nexwenda, hemû jî pozbilind, bi paye, ji xwe razî, qure û pivikî ne. Du celeb zir narsîst hene. Celebek jê xwe mîna gamêş û ganêreyan û derdora xwe jî mîna mêş û kêzikan dibîne. Wilo bi xwe bawer in ku aqilê wan polayê dibire û aqilê mirov jî tenekeyê nabire. Dinyaya wan sîs, mij û xumamî ye; bêper di nav ewran re difirin, ji wir li dinyayê dinerin û qeşmeriyên xwe bi mirovan dikin. Ji ber ku hertişt di qalibê narsîzma wan de çerx dike, mirovan jî geh wek heywên û geh jî heywên wek mirovan dibînin. Ji ber wê yekê ye ku ew di dan û stendina xwe de gelek caran nikarin maqûlane bipeyivin; li camcamkan dixînin, dikwîtînin, xeberan didin û tirovirî bi mirovan re dipeyivin. Bi zir narsîstan re tiştekî li xêrê ku mirov bike tuneye. Ew dînên wek bi aqilan e. Mirov ne bi haweyê ilmî û ne jî bi haweyên din dikare tengî aqilê wan bibe. Îcar dema ku zir narsîst dibin desthilatdar, narsîzma wan digihê bandevê, tam dikevin çav xwe û dibin zirzir narsîst. Eha di vê demê de ew zir narsîstên ku xwe gamêş û ganêre didîtin, tam dibin tirsonek û bi temamê pîsiya dinyayê re radibin. Mîna ku civakê bi carekê ve a xwe li wan kiribe yek, bi şik li civakê dinerin. Gotinên xwe dikin qanûn. Nefretê ji rexneyê dikin; rexneyê di qedehê de wek ava jehrê li ber devê xwe dibînin. Jîr û zanayên civakê dijminên xwe ên herî mezin dibînin û êgir bi ser wan de dibarînin. Ji tirsan nikarin razên; xewa wan bi kabûs e. Piştî demekê vê carê jî ji zarokan ditirsin; zarokan di dinyaya xwe de dijminên xwe ên raketî dibînin. Piştî dijminahiya bi dê û bavê zarok û zarokan re, vê carê jî ji heywên dtirsin. Stalîn, Hîtler, Sedam û hwd. Zirzir narsîst bûn. Li gora istatistîkên di destên me de, Stalîn li derdora pazdeh milyonan heywan kuştine. Lê gava ku dikuşt jî, wî „selameta Sovyetê“ pê ve dikir û dikuşt. Hîtler û Seddam jî jê xerabtir kirin.
Ji zir û zir narsîstan ferqeke hûrik heye. Zir narsîstê ku ji qada gundî û karkeran bûne desthilatdar û dû re jî têk çûne, hema hema hemûyan istixfara xwe anîne û bûne berdoşekên xurtan. Abdullah Ocalan yekî wilo ye.

Zir narsîstên ji celebê duduyan jî xwe tam mîna kêzikê dibînin; li xwe dinerin û ji xwe mezintir her çi tiştê ku dibînin, dibin heyranê wê. Lêbelê ew heyranî her tim ne ji dil e; carina wê heyraniyê bi haweyekî konebazî di ber hin milamên xwe de bi kar tînin. Ev zir narsîst bi giştî, ji çiltûka ser bêjingê ne. Hemû tişt di wan de heye, lê hemû jî bi qilçix in. Şexsiyeta wan çaroxî ye, pê li her tiştî dikin. Karekterên wan xefikî ye, diçelpîne. Li gora wan, gava ji xurtan re li çepikan bixînin û pesnê wan bidin, wê di civatê de bên qanê û bibin xwedî gotin.

Bi kurtî, piraniya zir û zirzir narsîstên me kurdan di PKKê de gihane hev. Zirzir narsîst li Imraliyê ye û di emrê xurtan de dilive. Heta ku ew hebe, PKKa wî ji xerabiyê pê ve wê tiştekî din neke. Nake dibêjim ji ber ku birêvebirên PKKê hemû jî zir narsîst in. Îcar qet pêwîst nake ku mirov wextê xwe bi hedayetkirina PKKê re derbas bike. Heta ku ê li Imraliyê nekeve bin heft tebaqên erdê û di wir de jî beton nebe, PKK wê tu carî efwa îxaneta xwe ji miletê kurd nexwaze û nekeve rêza kurdî,.ewqas.

Têbinî: Min ev gotar di vê tarîxê de  11 08 04 nivîsandibû û di hin malperan de belav kiribû.

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)