SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Tirkan nehişt ku wezîr bi kurdî bipeyive û kurdan jî bi xwe xweş anîn!!

timthumbEvdilsettar Mecîdê wêzîrê darayî ê başûrê Kurdistanê ku li ser daxwaza rayedarên dewleta tirkan, bi haweyekî fermî di 23ê vê mehê de dawetî vekirina fûara li bajarê Konyayê kiribûn, wezîr di hingama vekirinê de xweztibû bi kurdî bipeyive û rayedarên ku ew dawetî fûarê kiribûn jî ji bilî erebî, tirkî û ingilîzî nehiştibûn bi kurdî bipeyive, her çiqasî ew bêrûmetiya ku di şexsê wî de li himberî parlamentoya başûrê Kurdistanê û temamê miletê kurd hatibû kirin, li parlamentoya xwe bi dengekî bilind anîbe ser zimên, mixabin dîsa jî fêde nekir û hemiyan ew pîskirina bi trikî bi xwe xweş anîn!.

Îcar di vir de a ku mirov ji dînê mirov derdixe û dihêle mirov kirasê xwe biçirîne, bêdengiya ronakbîr û siyasetgerên me ên ku bêwestan ji bêşexsiyetiya endam, alîgir û hevalbendên PKKê dipeyivin, hema yekî bi tenê jî li himberî vê destavêtina tirkan dengekî piçûk jî negihand parlamentoya Hewlêrê û negotin ”şerm e, tiştekî ji tirkan re bibêjin…”

Çima dengê xwe nekirin? Ji ber ku desthilatdarên parlamentoya Hewlêrê û bi taybetî jî barzaniyan dengê xwe nekirin, ew jî bêdeng man. Bê çi eyb e! Yanî bi vêbêdengiyê niha we qencî bi parlamentoyê û barzaniyan kiriye, ha!

Waweylê bê çi bi şexsiyet in! Bê çi ji xwe fedî dikin! Bê çi ên neqebane! Waweyzê, waweylê û waweylo û hew!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)