SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Serkêşên PKKê dibêjin ku em  ê qira kurdan bînin!

Duran Kalkanê ku li ser navê Konseya PKKa Ocalan di vê vîdeoyê de bi tirkî dipeyive û bi dilpijokiyeke balkêş dibêje PKK ne ji bo ku Kurdistanê ji Tirkiyê biqetîne û artêşa tirkan ji vir biqewirîne vê pevçûnê dike, heşkere heşkere li ser koka kurdan dilîzin û mixabin hîn jî bi sed hezaran kurd bi dû wan de ne!

Heger PKKî li himber hev ranebin û li devê Konseya xwe nexin, ev Konseya ku bajarên kurdan di qalûna mehmetçîkên teres de wek pîşotê bi kartînin û bajar bi bajar êgir dadidin, wê qira kurdan bînin. Eha ji niha de ye hema kurd li gelek herêman ji qiram de ketine û bûne dijminê xwe bi xwe.

Bi rastî mirov ji van PKKiyên endam û alîgir re nizanim çawa bibêje: Konsey vekirî dibêje ku problemeke me  e em ordiya tirkan ji Kurdistanê derxînin tuneye. Îcar mirov jî wî çaxî divê bifikire ku naxwe em çima bi vê ordiyê re şer dikin? Heger ev ordî her tim wê di Kurdistanê de be, ha bi cilên sivîl ha bi cilên eskerî li Kurdistanê ma û mezinahî li me kir, wî çaxî jî pêwîst nake mirov şer bike. Di dawiyê de gava her wê ev dewlet dewleta te, ev ordî ordiya te, ev al ala te be, îcar tu ji bo çi şer dikî, hey xwelîser, ewqas!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)