SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

HÊK, QAQA, Serxwebûn û Xişepiş!

ARGK GENEL YONETMELIGI.pdfÇî ye  ”HÊK” û ”QAQA?”

Hêk, zersipî girover û Qaqa jî sipîzer girover e. Hêk xwarin û Qaqa jî verşandin e. Wilo çilo ye nebêjin? Wilo baqê nîskan e: Afrînerê Hêkê dîk, û yê Qaqayê jî mirîşk e. Yanî çi? Yanî Hêk ji fisikandina berxwedanê û Qaqa jî ji tevgera jixweberdanê ye. Îcar li gora ilmê tûrik her çi qasî QAQA, bi nav û reng û deng û durvê xwe ji hêkê mezintir xuya bike û bi req û teq û teq û req be jî, ji ber ku ew ji hêkê veketiye, a mezin ne QAQA, HÊK bi xwe ye. Heta vir temam, jê û pê de?

Jê û pê de: Hin zarok hene dema ku devê wan digere dibêjin ”Hêk”, lê piştî ku bi ser lingan dikevin û baş bîr dibin, vê carê jî ji hêkê re dibêjin ”Qaqa”

Piraniya van zarokan di mezinahiya xwe de jî wilo keşmûlî û xerabe derdikevin. Heta vir jî temam.

A duduyan:
Gelo Partiya Karkerên Kurdistanê mezin bû, yan KKK, yan KCK, yan jî PPP? ”Taktîk e taktîk! Eha siyaset wilo ye heval!”

Yanî gava mirov ji navê Artêşa Rizgariya Gelê Kurdistanê  (ARGK)  dakeve navê Hêzzên Parastina Gel (HPG) siyastek e baş e ha!

Yanî navê mirov Gemşo be, dû re mirov bike Qelşo, dû re bike Serşo, Deşo, Şotav, Dew, Mast, Çeqilmast siyaset e ha? Erê heval!

Pêşî ji ser serê zinaran,  zozan, sirt û silûmên çiyan li mehmetçîkên teres girêdidan û wek qertelan xwe di wan de werdikirin.  Û dû re jî ji wir daketin bajaran, di qul û qulêran, cok û qelşan û koncal û xindeqan de li mehmetçîkên misilman girêdan û bajar bi ser serê xwe û xelkê xwe de anîn xwarê!  Û ji vê malkambaxiyê re jî gotin ”siyaset- taktîk, taktîkên siyasetê” û hwd.

”Heval”  vê Qaqa we mala me, we û me hemiyan viritand, dezgehekî bi navê Kurd û Kurdistanê li holê nehişt.  li Hêkê vegerin, li Hêkê, Hêk, Hêk, Hêk heval heval hevalllll.

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)